Osman Xwafî muzîkjenekî Kurdê Xorasanê ye. Kêm kes li Rojhilatê Kurdistanê û temamiya navçeyên Îranê hene ku Xwafî nas nekin. Bêtirî 80 salî ye dutarê dijene. Wek akter jî beşdarî çend fîlm û rêzefîlmên dramayê bûye. Niha temenê Osman Xwafî 91 sal e. Bi dahata muzîka xwe çend dibistan ava kirine. Dengê muzîka Osman Xwafî li tevahiya Îranê belav bûye. …