Danezana Mafên Mirov Ya Gerdûnî

Danezana Mafên Mirov ya Gerdûnî, (Îngilizî: Universal Declaration of Human Rights) ji alî Qomîsyona Mafên Mirov ya Neteweyên Yekgirtî ve di sala 1948an de hate amadekirin û 10ê berfanbara 1948an de jî li Civata Gelemperî ya Neteweyên Yekgirtî, li Parîsê hate pejirandin. Ew danezan ji 30 bendî pêk hatiye. Di pêkhatina danezanê de bandora Şerê Duyemîn yê Cîhanê heye. Piştî vî şerî dewlet li ser ewlehiya maf û azadiya mirovan bûne yekitî. Eleanor Roosevelt, ji bo vê danezanê dibêje ku “Ji bo mirovahiyê Magna Carta ye”. 10ê berfanbarê, roja ku danezan hatiye îmzekirin, her sal li cîhanê bi navê ROJA MAFÊN MIROV YA CÎHANÊ tê pîroz kirin.

10 Aralık Dünya İnsan Hakları Günü nasıl ortaya çıktı? Dünya İnsan Hakları  Günü nedir, maddeleri nelerdir? -

Dewlet, berê bi awayekî zordarî dihatin îdarekirin. Ji bo ku ev rewş dawî bibe li Ingilistanê, di sala 1215an de, Danezana Magna Carta hate pejirandin. Ev, yekem danezana mafên mirovan tê qebûlkirin. Dane-zana Serxwebûnê jî danezaneke ku li Amerîka li ser mafên mirovan ha-tiye weşandin. Têgehên wekî azadî, wekhevî û biratiyê jî, bi rastî piştî Şoreşa Fransayê, ya 1789an de pêk hatî, di “Danezana Mafên Mirov” de cih girtiye. Piştî Şerê Duyemîn yê Cîhanê, dewletan xwestin ku mirov, xwedî maf û azadiya xwe bin û di ewlehiyê de cih bigrin. Ji ber vê yekê li ser maf û azadiya mirovan bûne yekitî. Sedemeke vê jî ew e ku, ewlehiyeke wusa dikare bibe astenga şerê ku sedema wendakirina şaristaniyên cîhanê ye.

Dewlet, berê bi awayekî zordarî dihatin îdarekirin. Ji bo ku ev rewş dawî bibe li Ingilistanê, di sala 1215an de, Danezana Magna Carta hate pejirandin. Ev, yekem danezana mafên mirovan tê qebûlkirin.

Danezan, ji alî Qomîsyona Mafên Mirov ya Neteweyên Yekgirtî ve di sala 1948an de hate amadekirin û 10ê berfanbara 1948an de jî li Civata Gelemperî ya Neteweyên Yekgirtî, li Parîsê hate pejirandin. Di civatê de 6 dewletên sosyalîst bêleyan man. Danezan, ji derveyî 6 dewletên sosyalist, Sûûdî Erebistan û Yekîtiya Afrîkaya Başûr, hate pejirandin.

Di vê danezanê de, ne tenê mafên demokratîk hene. Herwiha di vê danezanê de mafên aborî, civatî û çandî jî bi gelemperî cih girtine. Di koma mafên siftih de; mafê jîyanê, mafê azadiyê, ewlehiya kesatî, girtina kêfî, sitarbûna zindan û sirgûn, darizandina dadgehên serbixwe û bêalî, darizandina li pêş gelemperî û mafê raman, wijdan, ol, kombûn û rêxistinî hene. Mafên ku nû ketine Danezanê jî ev in: Mafê ewlehiya komeleyatî, mafê xebatê, mafê perwerdehiyê, mafê tevlêbûna çanda civakê û sûdgirtina ji mafê zanistî.

İnsan Hakları Evrensel Beyannamesi - Psikolojiden Oku

Ji Danezana Mafên Mirov Ya Gerdûnî

Bend 1: Hemû mirov azad û di weqar û mafan de wekhev tên dinyayê. Ew xwedî hiş û ş’iûr in û divê li hember hev bi zihniyeteke biratiyê bilivin.

Bend 2: Her yek, bê tu cihêyî, nemaze ya nijad, reng, zayend, ziman, ol, ramana siyasî an her ramana din, eslê neteweyî an civakî, serwet, zayîn an her rewşeke din, xwedî hemû maf û hemû azadiyên ku di vê danezanê de hatine daxuyankirî ye.

Bi ser de, ewê tu cihêyî neyê kirin ji ber statuya siyasî, hiqûqî an navneteweyî ya welat an erdê ku kesek jê tê, heke ev welat an erd serbixwe, li jêr dest, ne xweser (otonom) an li jêr her tehdîda din a serweriyê be an na.

Bend 3: Her kes xwedî mafê jiyan, azadî û ewlehiya şexsê xwe ye.

Bend 4: Wê tu kes di koletî an bindestiyê de neyê girtin; koletî û bazirganiya koleyan bi hemû teşeyên xwe ve qedexe ne.

Bend 5: Wê tu kes nebe tab’iê şkence an ceza û muameleyên hov, nemirovî an xirabker.

Bend 6: Her kes xwedî mafê nasîna li hemû ciyan a şexsiyeta xwe ya hiqûqî ye.

Bend 7: Hemû mirov li ber zagonan wekhev in û bê cihêyî xwedî mafê parastineke wekhev a zagon in. Hemû mirov li hemberî her cihêtiya ku vê danezanê ihlal dike û li hemberî her navtêdana cihêtiyeke wilo xwedî mafê parastineke wekhev in.

Bend 9: Nabe ku tu kes bi awayekî kêfî bê girtin an sirgûn kirin.

Bend 14: Mafê her kesî heye ku ji ber zordestiyê li welatên din daxwaza penahê bike û bibe penaber. Ev maf, ji bo t’eqîbatên ji ber sûcekê adî an ji ber kirinên dijî armanc û bingehên Neteweyên Yekgirtî, nabe ku bê xwestin.

Bend 17: Mafê her kesî heye ku bi serê xwe an tevî kesên din bibe xwedî mulk.

Bend 18: Her kes xwedî mafê azadiya fikr, wijdan û olê ye; azadiya ol an baweriya xwe bi tenê an bi hev re hem eşkere hem arizî , bi hînkirin, ‘emel, îbadet û bicihanîna ayînan û nîşandanê…

Bend 19: Her kes xwedî mafê azadiya fikr û îfadê ye; nabe ku tu kes ji ber ramanên xwe were êşandin û herwiha mafê gerîna -bêyî nasîna tu sînoran- bi her cure navgînan, li agahdariyan û fikran, bidestxistin, îfade û belavkirin jî dikevin nav vî mafî.

Bend 26: Her kes xwedî mafê hînbûnê ye. Divê hînbûn belaş be, qet nebe hînbûna teknîkî û meslekî bi firehî belav bibe û xwendina bilind bi wekheviyeke temamî ji hemû kesan re, li gora şehrezeyiya wan, vekirî be.

Bend 30: Tu hukmekî vê danezanê nikare bê tefsîrkirin wekî ku maf dide dewletekê, komekê û kesekî ji bo kirina karekî an pêkanîna kirinekê ku rakirina maf û azadiyên ku tê de hatine berpêşkirin armanc bigre.

 

D. Mislim Baran *Xwendekarê Zanîngeha Marmarayê

Kovara Pêngavê – Hejmara 5an

Derbar Çand Name

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Leave a Reply