Berhemeke Dinê Li Rêzepirtûkên Me Yên Êzdiyatiyê Zede Bû

Ev pirtûk ji sê babetên ji hev cuda pêk tê

Beşa yekemîn li ser çanda Mezopotamyaya kevn e, nivîskar li ser vê ҫanda kevn a ku bandor li olên
mezin (Cihû, Xiristiyan, Îslam) jî kiriye sekiniye. Niviskar divêje ”van olên mezin mîtolojî û bawerî
ji ҫanda Mezopotamyayê ya kevn girtine. Elementên çanda Mezopotamyayê yên kevn di nav ola
Êzîdiyan de jî hene, wan wek olên mezin ji Mezopotamyayê negirtine, Êzîdî parҫeyek ji wê çanda
kevn bi xwe ne. Ew domdarê wê ҫanda kevn in.” Nivîskar li ser Şamaşê Mezopotamyayê û
Şêşimsê Êzîdiyan sekinîye, û her wisa li ser Sin(ê) Haran û Şêxsin jî. Ew li ser Tawûsê Melek jî
sekinîye, li bersiva van pirsa geriyay ye. Tawûsê Melek berê kî bû? ka ҫima bawermendên olên din
Tawûsê Melek bi Şe.. re yek dibînin? Ҫima bawermendên olên din Êzîdiyan Şe-perest dibînin? ҫima,
çawa û kengê ev fîgurê Şe.. hatiye ser Tawûsê Melek?

Di beşa duyemîn de ew li ser malbata Mala Misto sekinîye, ew malbateke Êzîdî bû ye, ku ji alî
Misilmanan ve hatine qirkirin. Di vê qetlîamê de sî mirov hatine kuştin. Nivîskar divêje „ Gava min
dest bi lêkolîna xwe kir, min ji gundê Şimizê dest pê kir, lê li herêmê tevî derketim û min hew dît, ez
di Diyarbekir, Mûsil, Konstantînopolîs, Berlin û di herba cîhanê ya yekemîn re derketim. Dîrok û
cîhan ku ҫiqas piҫûk e û bi hev ve girêdayî derket holê.

Beşa sêyemîn li ser Austen Henry Layard e. Nivîskar li ser vê babetê li bajarê Oldenburgê di
konferensa sala 2019an de gotarek pêşkêş kiriye. Wî di berhemê de li wê gotarê zêde kiriye. Ji bo
dîroka Êzdiyan Layard ҫavkaniyeke mezin e. nivîskar xwestiye Layard bi xwendevanan re ҫetir bide
naskirin.

www.nayayinlari.com
@nakitap

Tawûsê Melek û çend rastiyên Êzdiyatiyê
Nivîskar:Cevdet Tuku
186 Rûpel

Derbar Çand Name

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply