Çênd Kevneşopiyên Kurmancan Yên Di Derbarê Zarokan De

1- LI PEY AVÊTINA NAVIKÊ
Dema zarokek tê dinê, navika wî tê birîn û bi qasî çar tiliyan kordona navikê bi navikê ve dimîne û piştî çend rojan ew navika hişk dibe û ji zikê wî qut dibe ango navika wî dikeve.
Îca wê navikê radikin û li pey kesekî ku xûy û xusyetê wî xweşin (bêyî xebera wî) diavêjin, da ku xûy û xusyetê wî zarokî jî wek ê wî kesî xweş bibe . Hinek jî diavêjin paş kulûnê da ku ew zarok malkir û girêdayiyê mala xwe be.
Û hinek jî bi çem an jî coyekê de berdidin da ku jiyaneke aram û wek avê zelal û herikbar bijî.
2- BELAVKIRINA DANÛGAN
Dema zarok hinekî mezin dibe û hêdî hêdî didanê wî derdikevin , xwediyê zarokî xwarina danûgan çêdike û li der û cîranan belav dike da ku didanên wî bi hêsanî û xweşik derkevin.
3-KOSTEK QETANDIN
Dema êdî zarok hewl dide ku rabe ser xwe û bi nigan here ango bimeşe , bangî der û cîranan dikin û kesek zarokê di hemêza xwe de dide rûniştikandin û deziyekî zirav digire û her seriyekî wî bi tiliyekê wî ya girikê ya nigan ve girê dide , yanî zarokê kostek dike . Kesekî din jî bi nava wê deziyê digire kaş dike diqetîne û dezî digire û direve û kesekî din jî dide pey wî . Ye kostek qetandiye wî deziyê dibe diavêje çêm an coa kaniyê an bîra avê û dîsa direve ber bi zarokê ve û yê din jî bera pê wî dide da ku wî bigire û ev rewş hetanê yê kostek qetandiye tê digihêje cem zarokê didome.
Dû re jî tiştên wek leblebî, şekirê nok, gûz û findiqan, yanî xwarin an çerezên golover yên gêr dibin belav dikin.
Axa Kurdikî

Etîket: belavkirina danûgan, civak, Civakî, folklor, kevneşopî, kostek, kostik, navik avêtin, Polylang KMR

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Pênaseya Serkeftinê: Pere, Keyfxweşî an jî Tiştekê dî?

Di Çarçoveya Postkolonyal de Xwendina Tivinga Bavê Min: Zarokatiyeke li Kurdistanê

Edebiyata Berxwedanê Çi ye?

Di Dîroka Dijî-Mêtingeriyê de, Çirûskeke Netemirî: Steve Biko

Bi Nêrînek Marksîst Li Ser Evîn û Trajedîyê Çend Gotin

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle