Circireke li rehetiya xwe mêze dikir; li her kulîlkê digeriya li ser her çîçekê vedinişt xwarina xwe dixwar. Ji şahî û kêyfxweşiya xwe pirhez dikir. Ev circirka di rojên xweş de her tim saza xwe lê dida û kilam digot, dibû circira wê. Her rojên xwe bi vî awayî derbas kir. Lê rojên germ û xweş qediya serma dest pê kir.
Demsala zivistanê de circirk pir birçî bûbû, li kelmêş û kêzikan geriya, li her quncik û qulikê mêze kir xwarin nedît ku zikê xwe têr bike. Bi xemgînî vegeriya kuna xwe. Ji sermana dileriziya û pir birçî bû. Lê qet qûtê wê tunebû ku bixwe, çimkî havînê neşûxulîbû û haziriya xwe yê zivistanê nekiribû. Di rojên xweş û germ de her tim li kêfa xwe digeriya, çirçira wê bû. Gêle jî dixebitî, sekin tunebû her tim dişuxulîya, kar û barê xwe dikir qutê xwe berhev dikir.
Birçîbûnê zorê dabû kezewê, ketibû fikarê û diponijî ji sermayê dileriziya ji carekê ve şuxula gêleyê cîran hat bîra wê, ji xwe re: “Ez ê ji ciranê xwe yê gêle bi deyn qût bistînim ku bibe havîn ez ê deynê wê bidimê.” Çûye ber deriyê gêle. Li derî da, gêle derî vekir, dît ku circirk ji sermana dilerize û ji birçîbûnê taqeta wê nemaye.
Gêle gotiye:
—Circirkê çi dixwazî?
Circirkê gotiye:
—Xweşka gêle hewa serma ye, ez ji sermana qefilîme û pir birçî me, qutê min tune ku bixwim, karibî çend heb genim bi deyn bide min? Sozê didime te di meha Tebaxê de ez ê deynê te bidim.
—Çima qet xwarina te tune, te havînê çi dikir?
Circirkê ji şerm û fediyê nizanibû ku çi bibêje;
—Ewk, ewk, min havînê her tim stran got û saz jenand. Min ji bo zivistanê qet hazirî nekir.
—Madem ku havînê te tu kar nekir, her tim circira te bû; saz jenand û kilam got, niha jî ji birçîbûnê bilerize.
Gêle li rûyê wê derî dada û girt.
Nivîskar: La Fontaine-Wergêr: Paşa Amedî