Tenduristî

Stres

Stres bûye parçeyek ji jiyana mirovan, parçeyek ne baş û xerab. Bi taybet li bajarên mezin stres meriv ji taqat dixe û dibe sedema nexweşîyên mezin. Giranbûna şertên jiyanê, çûn û hatina kar, mezinkirina zarokan û kişandina derdê wan, pirsgirêkên malbatî û civakî, gava ev tev dikevin ser hev meriv bike neke di nava stresê de dixeniqe û ji taqat …

Bêhtir »

Reng û Tenduristiya Ruh

Dibêjin reng û bandora rengan di tenduristîya ruhê meriv de rol û bandorek mezin dilîzin. Li gora ku pisporan lê kolaye û derxistie holê, rengê ruh û hissîyeta merivan jî heye. Pispor û zanyarên psîkolojî û tenduristîya merivan, derxistiye holê ku lesên saxlem û zînde rengên germ û zînde hildibijêrin û kesên ku di bohranê de ne rengên sar û …

Bêhtir »

Testeke teze a ku tespîtkirina vîrusê

Testeke teze a ku tespîtkirina vîrusên mîna ebolayê hêsan dike hat kewşkirin Bi testa VîroCapê ve her cure vîrusên di însên û heywên de dê bên tespîtkirin. Zanyarên ji Amerîkayê testeke nû ya ku tespîtkirina vîrusên mîna ebolayê hêsan dike û beriya ku belav bibe rê lê digire, kewş kirin. Lêkolînerên Zanîngeha Washingtonê ya li Missouriya eyaleta DYAyê daxuyandin ku wan …

Bêhtir »

Her sal 2,1 milyon jin ji diyabetê dimirin

Nexweşiya diyabetê di nav gel da wek nexweşiya şekir tê zanîn. Hat ragihandin ku li dinyayê her sal 2,1 milyon jin ji vê nexweşiyê dimirin. Endamê Hîndekariyê yê Şaxa Zanista Endokrinolojî û Metabolîzmayê ya Fakulteya Tibê ya Zankoya Hacettepeyê Prof. Dr. Okan Bulent Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku diyabet nexweşiyeke ciddî ye. Yildiz got ku bi taybetî jî …

Bêhtir »

Darçîn

Darçîn, (cinnamomum) navê darekê ji famîleya qaran e ku li Kurdistanê jî ji aromaya wê sûd tê wergirtin. Bi hezaran salan in, wekî biharbêhn (biharat) tê zanîn û bikaranîn. Ji sedsala 16em heya 18em biharata herî biha bû li Ewropayê. 300-350 cureyên vê darê hene. Qalikên darê tên bikaranîn. Qalikan hişk dikin. Biharbêjn ji nava qalikan tê çêkirin. Bêhna wê …

Bêhtir »

BIZINA KURDÎ – Li Kurdistanê tê xwedîkirin li Kendavê guzîde ye

Bizina kurdî ango bi navê xwe yê din “bizina Şamê” li welatên Kendavê gelek tê ecibandin. Cotkarê li gundên derdora Hewlêrê xwediyê baneyan Mesûd Mihemed Salih dibêje, welatên Kendavê li gor berê zêdetir daxwaza bizina kurdî dikin. Mesûd Mihemed Salih ji Rûdawê re diyar kir ku piştî raperina 1991ê bi 3 bizinan dest bi ajaldariyê kiriye û her sala paştir …

Bêhtir »

Hevnegirtina Xwînê (İncompatibility Rhesus)

Hokarê Rhesus (factor Rh) proteîneke taybet a li ser şaneyên sor ên  xwînê ne (sorglorik). Ger di xwînê de ev proteîn hebe, cureya xwînê Rh+ tê gotin û pirahî kesan de Rh erênî ye. Ger ev proteîn tunebe, cureya xwînê Rh- tê gotin û li gor Rh+ vê  gelek kêmtir e. Ev cureya xwîna me,  di jiyana me de ji …

Bêhtir »

Sîstema Gerra Xwînê

indemar:  Atardamar Sordemar: Toplardamar 1.       Şîndemara serî  (V. carotis comunis) 2.       Sordemara serî  (A. coritis comunis) 3.       Şîndemara pîl  (V. brachialis) 4.       Sordemara pîl  (A. brachialis) 5.       Sordemara mezin a zik  (Aorta abdominalis) 6.       Şîndemara mezin a zik (Vena cava inferior) 7.       Sordemara zikê piçûk 8.       Sordemara qor (hêtê)  (A. Femoralis) 9.       Şîndemara qor (hêtê)  (Vena Femoralis) 10.   Şîndemara zikê …

Bêhtir »

Organên Hundir

Kurdî Türkçe 1 . Soricik, Sorsorik Yemek borusu 2. Made (Aşik, ûr) . Mide 3. Pankreas Pankreas 4. Rûvîya zirav (bimbar) İnce bağırsak 5. Rûvîya stûr (sincaq) Kalın bağırsak 6. Apendîk(Rûvîya kûr) Apandis 7. Ziravîk (Zefran) Safra kesesi 8. Kezeba reş Karaciğer 9. Sipil, fatereşk Dalak

Bêhtir »