BIZINA KURDÎ – Li Kurdistanê tê xwedîkirin li Kendavê guzîde ye

Bizina kurdî ango bi navê xwe yê din “bizina Şamê” li welatên Kendavê gelek tê ecibandin.

Cotkarê li gundên derdora Hewlêrê xwediyê baneyan Mesûd Mihemed Salih dibêje, welatên Kendavê li gor berê zêdetir daxwaza bizina kurdî dikin.

Mesûd Mihemed Salih ji Rûdawê re diyar kir ku piştî raperina 1991ê bi 3 bizinan dest bi ajaldariyê kiriye û her sala paştir bizinên wî zêde bûne.

Derbarê bezîna kurdî ango bizina Şamê de Salih wiha got: “Em jê re dibêjin bizina kurdî, lê li gorî hinek kesan welatê vê cureya bizinê ya rasteqîn Şam e. Lewma weke bizina Şamê jî tê nasîn. Bizina kurdî li cîhanê di nava 5 cureyên bizinên herî baş de ye. Ji aliyê goşt û şîr ve gellekî berhemdar e.”

Mesûd Mihemed Salih da xuyakirin ku cureyê vê bizine li Misir, Libnan, Ûrdin, Filîstin, Iraq û taybetî li Herêma Kurdistanê tê xwedîkirin û van salên dawîn taybetî welatên Kendavê dibin mişteriyê vê cureyê.

Salih da zanîn ku di van salên dawîn de zêdetirî hezar bizinan firotiye karsazên ji welatên Kendavê û wiha domand:

“Bizinên ku ez xwdî dikim derdora 110 kîlo goşt digirin. Rojanê jî 6 kîlo şîr didin û piranî her sal jî cêwî tînin.”

Bi gotina Salih bihayê vê curaya bizinê ji 500 dolarî dest pê dike heta 4 hezar dolarî diçe û got: Bizinek a min bi navê Zincîr hebû, min 10 hezar dolarî firot karsazekî Ûrdinî. Min piştre bihîst ku wî ew bizin firotiye 18 hezar dolarî.”

Bandora Şerî

Îbrahim Xedad ku li Herêma Kurdistanê bi awayekî zanistî ajalan xwedî dike û weke xwediyê bizinên herî baş tê nasîn wiha dibêje: “Ji ber şerî karê ajaldariyê kêm dibe û ji ber vê yekê jî êdî em bizinan hinardeyê Ûrdin û Iraqê nakin. Ji ber ku rewş xirab bûye, êdî li tevahiya Herêma Kurdistanê tenê 15 cotkarên bizinên kurdî xwedî dike mane.”

Mamosteyê Beşa Çandin û Ajaldariyê li Zanîngeha Selahadînê Dr. Omer Rauf jî ragihand ku wan li ser bizina kurdî 2 lêkolînên girîng pêk anîne û cureyê vê bizinê ji aliyê goşt û şîrî ve gellek berhemdar e lewma bihayê wê ji li gorî cureyên din zêdetir e.

Daneyên Wezareta Çandin û Ajaldariyê

Li gorî daneyên herî dawîn ên Wezareta Çandin û Ajaldariyê li temamiya Herêma Kurdistanê milyonek û 223 hezar û 949 bizin hene. Ji vê hejmarê jî tenê 500 bizinên kurdî ne.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Pakêtek Cîps Bi Qasî 5 Lître Rûn Zirarê Dide

Kesên ku rojane pakêtek cîpsên kartolan dixwin , weke ku salane 5 lître rûnê xwarinê …

Leave a Reply