Her sal 2,1 milyon jin ji diyabetê dimirin

Nexweşiya diyabetê di nav gel da wek nexweşiya şekir tê zanîn. Hat ragihandin ku li dinyayê her sal 2,1 milyon jin ji vê nexweşiyê dimirin.

Endamê Hîndekariyê yê Şaxa Zanista Endokrinolojî û Metabolîzmayê ya Fakulteya Tibê ya Zankoya Hacettepeyê Prof. Dr. Okan Bulent Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku diyabet nexweşiyeke ciddî ye.

Yildiz got ku bi taybetî jî dema ku jin ducanî dibin, ev nexweşî hem ji bo dê hem ji bo dergûşê talûke ye û wiha dewam kir: “Li dinyayê ji 60 milyonî zêdetir jinên ku dema wan a zaranînê ye ku ev jin bi nexweşiya diyabetê ketine. Her sal 2,1 milyon jin ji ber nexweşiya diyabetê dimirin. Di nav 20 salên pêş me da li Rojhilata Navîn û Efrîqayê dibe ku rêjeya jinên bidiyabet ji sedî 90î zêdetir bibe.”

Yildiz got ku şekirê ducaniyê kifş nabe, bes bi kontrolê kifş dibe, divê teqez di vê heyamê da kontrol were kirin.

trtnuce

Derbar Çand Name

Check Also

Li Ser Penceşêra (qanser) Malzarok û Memikan

  Çavkanî: hawarnet.org

Leave a Reply