Abê Boyax Bikim?

Rojek ji rojên septê bû. Serê sibehê bû, bi xurandina nava serê xwe şiyar bûm. Min çavên xwe vekir û min nerî dayika min li ber serê min e û dibêje:

-Berxê min rabe ser xwe, taştêya xwe bixwe û rahêje sindoqa xwe ya boyaxê û li sûkê bigere, belkî hema tu heqê sulehîkî ji me re derxînî. Sulehiyê me şikestiye.

Ez rabûm ku ez taştê bixwim, min nerî li ser sifrê mast tenê hebû. Min jî ji xwe re firdika çayê çêkir û min xwar. Min rahişt sindoqa xwe ya boyaxê û min berê xwe da sûka Nisêbînê. Ez giham kîjan dikanê min got, “Ez boyax bikim.” Heta cihê ku ez lê disekinîm.

Cihê ez lê disekinîm miqabilî xeraca Mêrdînê bû. Em çar kes li wira disekinîn. Daro, Wedo, Merwîto û Ez. Daro û Wedo birayên hevdu bûn û timî pevdiçûn. Merwîto jî diranê wî yê pêş yek jê ketibû û tolaz bû. Kîjan qîz di ber re diçû Merwîto digot, “Ev heyranê min e ha!”

Min derbekê serê xwe rakir û min nerî li miqabilî me qîzek bejin zirav û dirêj dimeşe. Merwîto lê nerî û got:

-Ha vêna teklîf dabû min lê min ew qebûl nekir.

Hema min nerî qîzikê berê xwe da me û bi ser me de hat. Berê xwe da Merwîto û got:

-Biner diranketiyo, ev bû sê car tu teklîfan ji min re dişînî heger tu careke din bişînî û tu bidî pey min ez ê firtonê li ser serê te rakim.

Merwîto beloq ma û deng jê derneket heta ku qîzik dûr çû. Dû re Merwîto got:

-Jixwe nexweşik bû ez poşman bûbûm.

Daro got:

-Lawo Merwîto wê kî li diranên te yê kilot binere.

Min got:

-Kuro Merwîto ev qîz ji mala xezebê bû. Weleh xezaban li serê mirov radikin.

Hema Merwîto rahişt sindoqa xwe ya boyaxê û ji derdorê wenda bû. Min got:

-Ooof off. Divê îro ez heqê sulhîyekî derxînim, sulehiyê me yê malê şikestiye.

Daro got:

-Erê lawo ê min jî ca min ji min re gotiye heta tu heqê kîloyek şekirê çayê dernexînî neyê malê. Qondereyek maye ku ez boyax bikim ez ê heqê kîloyek şekir derxînim. Ew ê bibe heft lîre û kîloya şekir jî bi hefta ye.

Min got:

-Daro, li qahwê zilamekî bi bedil heye ji min re got, were boxay bike lê min gotê, na. Ji ber ku rengê qondereya wî kesk bû min nexwest.

Rengê boyaxên me sê reng bûn. Reş, sor û sipî bûn. Kesî xwe nedida ber boyaxkirina wê qondereyê. Daro min nema wî dît çû wê qondereya kesk bîne. Li dora zilêm dihere û tê dibêje, “Ez boyax bikim.” Zilam dibêje:

-Ma ji vî rengî li cem te heye?

-Erê

Daro radihêle qondereyê û tîne ku boyax bike. Danî ber Wedo. Wedo lê nerî û got:

-Ev çi reng e laaaaaw ka em ê vî rengî çilo derxînin?

-Rehet e. Sipî û piçikek reş têxe navê temam e.

Wedo û Daro dest bi boxaya qonderê kirin. Wê kêlîkê zilamek di ber wan re çû, cixare pêxist û Wedo lê nerî û got:

-Eeeehew cixareya ûzûn malboro pêxist laaaaw. Xwezî bi dilê wî.

Hingî Wedo lê nerî kezeba wî şewitî û boyaxa reş zêde xist nava boyaxa sipî û rengê qonderê xera bû. Daro ket nav xeberan de. Kirin û nekirin rengê wê yê berê lê venegeriya. Daro got:

-Wedo tu qondereya zilam jê re bibe.

-Na law te aniye tuyê bibî jê re!

Daro rahişt qondereyê bir û çavên me li deriyê qehweyê ye, bê ka Daro ew ê çawa ji derî derkeve. Hema me nerî Daro li bin guhê derî ket û revî revî bazda. Herdu şimik jî li pey firiyan. Daro hat cem me û got:

-Law ew  çi pelqînî bû eyn wek qemyonek li bin guhê min keve. Çawa bi qawet bû sebavo. Wedo qurban hema here wan şimikan bîne.

Wedo çû li dora şimikan çû û hat xwe zer kir şimikan û revî revî vegeriya. Wedo ji Daro re got:

-Aniha li mala me mêzîn heye?

-Na.

-Em ê bi bihayê şeş lîrayan şekir bikirin û bibin malê ma diya me ew ê newezinîne.

-Erê lawo ma çima heta niha te nedigot. Ew şîmaqa wek qamyon li bin guhê min keve min nedixwar. Rabe zû em herin malê Wedo.

Ez jî rabûm li nesîbê xwe geriyam ji bona ku ez heqê sulehiyekî derxînim. Ez ketim qehwê min nerî yekî çakêtê şîn lê û li dora wî çar hevalên wî devê wan gazkê vekirî maye. Bi ecêb lê dinerin. Ew jî ji stenbolê hatiye û wesfê xwe ji hevalên xwe re dide. Dibêje, “Li stenbolê hemû kes ji min re dibêjin, ‘Fexredîn abê û Fexredîn baba” û ez jî ji wana re kibaban dixwazim, dibêjin, ‘Em di bin emrê te de ne qiral Fexredîn.’ Forsa xwe li hevalên xwe dike.

Min lê nerî û min di dilê xwe de got, “Min zilamê xwe dît,” û ez tûj çûm balê. Min jê re got:

-Hoooooo Fexredîn abê tu ji stenbolê heta vira li ser çavan hatî. Ka ez qondereya te boyax bikim bavê feqîran.

Min nerî milên Fexredîn hingî çûn paş, min hingî wî werimand, min got, “Ev dike bi paş de bikeve law!” Min rahişt qondereya wî bir boyax kir û min danî ber lingên wî. Deh lîra ji bêrîka xwe derxist û da min. Fexredîn got:

-Ustu qalsin.

Min di dilê xwe de got, “Ez bi qurbana ustu qalsin bim, ma çiqas gotin a ustu qalsin xweş e!”

Ji wira çûm dikana sulhiya min sulhiyek kirî min berê xwe da malê. Êvarî li ber xwarinê diya min dew çêkiribû. Min texmîn kir ku dew di sulhiyê nuh de çêkiriye. Min got:

-Îro tahma dewê me tiştekî ecêb xweş e law!

Abê Boyax Bikim / Ferit Akdeniz

www.avanivisgeh.wordpress.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rê û rêbazên zewaceke demdirêj çi ne?

Li welatê me her ku diçe jinberdan zêde dibe. Zewacên ku bi xewn û xeyalên …

Leave a Reply