Dibêjin, lawikekî sêwî yê heşt-neh salî hebûye. Bêkes û bêxwedan bûye û tiştekî wî jî nebû ku xwe pê xwedî bikira.
Rîspiyekî got Lawikê Sêwî:
– Lawikê delal, here li gundekî ji xwe re golikvanî yan gavanî bike. Lê yekcaran here Medresê bixwîne jî.
Lawikê Sêwî rojekê dema berbangê ji xewa li ser milikê tenûrê şiyar bûye û berê xwe daye rê, çûye li gundekî rast hatiye.
Mezinê gund li ber deriyê koçka xwe rûniştî bûye û xulam û rêncberên wî jî li dorê ger vedane. Lawikê Sêwî rast çûye ba wan û silav daye civatê.
Axayê gund bala xwe dayê ku lawikekî piçûk e, lê silava wî wek ya mezinan e û silava wî vegirtiye, bixêrhatin dayê û jê pirsiye, gotiye:
– Tu çi kes î, ji kur ve têyî û dê bi kur ve herî?
Lawikê Sêwî gotiye:
– Axayê min, ez sêwî me, bê kes û kilûs im û tiştekî min tune. Ez ji xwe re li gavaniyekê, li golikvaniyekê yan li berxvaniyekê digerim…
Axa hema rabûye ser nigan û gotiye:
– Lawo, em jî li gavanekî digerin, dewarên me mişemir mane, hema bibe gavanê me. Lê ji ber ku tu piçûk î, em serê dewarê elbek genim nadin te, tenê nanoziko tu yê gavaniya me bikî. Navê te çi ye?
Lawikê Sêwî di ber xwe de sêwiriye, ji sihûda xwe bawer nekiriye ku dê kar wisa zû jê re derkeve. Piştre gotiye:
– Axayê min, navê min Silo ye. Ji min re dibêjin Siloyê Sêwî.
Siloyê Sêwî hema wê gavê dest bi gavaniyê kiriye û her şev li malekê xwarin xwariye, li wê malê ra û razaye û xwarina roja din jî, wergirtiye.
Êdî navê Siloyê Sêwî, bûye Siloyê Gavan.
Siloyê Gavan heft sal nanoziko gavaniya gundê Cibran Axê kiriye.
Êdî bejna Silo hilkişiyaye, simbêlên wî xwîdan dane, temborîka wî li hev qelibiye, çavên xezalî, birhên qeytanî, ruyê hinarî geş û xweş bûne.
Keçikên gundiyan dil ketine Siloyê Gavan, lê Silo li tiştekî din sêwiriye û dilê xwe nexistiye faqa wan.
Ferfûra keça Cibran Axa jî, yek ji wan keçan bû ku dil ketibû Siloyê Gavan.
Dema Silo dewar ji nava gund kom dikirin, piraniya keçan dixwestin ku pê re bipeyivin, lê Silo xwe bi xwe digot: Ez sêwî me, bê kes im, bê xwedan im, min ne dê heye, ne bav heye û ne mal û hewyek min heye. Ez ê çewa bizewicim û jinê çewa xwedî bikim.
Ferfûra keça Cibran Axa, rojekê gotiye Siloyê Gavan:
– Ez li ser te dîn û har bûme. Şevekê were mala bavê min û min bixwaze…
Ew dengê Ferfûrê ji dûr ve çûye guhên Cibran Axa û Axê xwe bi xwe gotiye:
– Errrik, pepûk, reben… Keça min dil ketiye gavanê gundê me. De îcar ez ê çewan bikim…
Cibran Axa çûye ser banê koçkê û çûye, hatiye û kulpîn daye cixarê, piştre qelûn dexistiye û tije titûna Xursê kiriye, pizotek agir danîye serê û mij lê xistine. Piştre jî bangê keça xwe Ferfûrê kiriye, gotiye:
– Qehweyeke tehl ji bavê xwe re çêbike û zû werîne…
Piştî vexwarina qehwê, Cibran Axa xwe bi xwe sêwirîye û gotiye:
– Ray û çare li dilketinê nabe. Xuya ye ku keça min dilketiye Siloyê Gavan. Eger rast be û ez bibim asteng, Xwedê zane wê li pey wî bikeve. Hah wê hingê ya min bi min dibe. Lê heke ez mêrantiyekê bikim û bi xwe keça xwe bidimê, wê hinek bêjin baş kiriye û wê hinek jî bêjin, mala wî xirabe, çû keça xwe da gavanekî sêwî…
Ew roj berêvarkî dema Siloyê Gavan garanê anîye nava gund, Cibran Axa çûye pêşiya Silo û gotiyê, îşev were mala me şîv bixwe…
Siloyê Gavan çûye koçka Axê û li jûra mîvanan rûniştiye. Piştî şîvê, Cibran Axa gotiyê:
– Silo, lawê min, rabe were destê min maç bike, ez ê keça xwe Ferfûrê bidim te.
Siloyê Gavan gotiye:
– Axayê min, ez qurbana te, tinazên xwe bi min neke. Jixwe ez bûme benîştê devê xelkê û her kes dibêje Siloyê Sêwî.
Cibran Axa gotiye:
– Lawê min, sêwîtî ne eyb e û ne jî şerm e. Pêxemberê me jî bi sêwîtî mezin bûye. Were destê min…
Dîsa Siloyê Gavan gotiye:
– Axayê min, rica dikim, tinazê xwe bi min neke…
Cibran Axa lê vegerandiye û gotiye:
-Lawo, tinaz di vê gotina min de tune. Were destê min, ez ê keça xwe bidim te.
Siloyê Gavan ji şerman di nava xwîdanê de maye û hema rabûye çûye destê Axê maç kiriye. Lê devê wî hatiye radan û herwekî behitî be, peyv ji devê wî derneketine.
Cibran Axa bangê Binefşa jina xwe kiriye û gotiye:
-Zû were virê.
Binefş dema hatiye û Axê gotiye wê:
-Min keça te da Siloyê Gavan.
Piştre Axê gotiye Silo:
-Rabe destê xesuya xwe jî maç bike.
Îcar Axê gotiye Binefşê:
-Zû here şîranî hazir bike…
Û Axê bang li serxulamê xwe kiriye, gotiyê:
-Rabe ser banê koçkê û bêje, bila gundî tev werin virê….
Serxulamê Axê derketiye ser banê koçkê û bi dengekî bilind gotiye:
-Gelî gundiyaaaan… Hayhêêêê… Tev werin koçka Axê…
Gundî, yê dengê banga serxulamî sehkiriye, tev rabûne çûne koçka Axê. Hinekan gotiye gelo xêr e, yan şer e? Hinekan gotiye, gelo dîsa wê me cirm bike, yan wê me vê şevê bişîne deverinan?..
Zilamên gundî tev li koçka Axê rûniştine, jinên gundî jî tev çûne li eywana Binefşê rûniştin.
Zilam li jorê mereq dikin ka wê Axê çi bêje wan. Jin jî li jêrê pistepist dikin, ka wê jinaxe çi bêje wan.
Axa jî ketiye nava bêdengiyê û hema li zilaman dinihêre, Siloyê Gavan jî serê xwe berjêr kiriye û ji fihêtan li kesî nanihêre.
Pistepist bi zilaman ketiye û bi dizî ji hev pirsîne, gotine: Gelo xêr e? Yan Siloyê Gavan xirabiyekê kiriye?..
Di wê navê re Cibran Axa gotiye zilaman:
-Hûn zanin ku çima min hûn vexwendine virê?
Kalekî gundî bi dilekî wasewas û derdnak gotiye:
-Axayê min, Weleh em nizanin… Fermo bêje…
Cibran Axa gotiye:
-Min ji bo şîraniya keça xwe hûn vexwendine.
Dema zilaman ew gotin seh kiriye, tev bişirîne û gotine:
-Li ser xêrê be, bi xweşî û şadî be. Gelo zava kî ye?
Axê gotiye:
-Zavayê min Silêmanê Gavan e!
Hirrînî û wirrînî ji hin zilaman hilatiye û di ber xwe de gotine:
-Ma xort nemabûn ku Axê wê keça xwe ya delal daye Siloyê Gavan?..
Ha ku dîtine, birek qerwaşên Bineşê digel hin xilaman sifreya şîraniyê raxistine û gûz û helîl, bastêq û şaran, digel şerbeta dimê rast kirine.
Ew şev heta berdestî sibehê goven û reqs û dîlan hatine gerrandin û çepik û şabaş û lotik avêtine.
Roja dinê gundiyan nehiştiye ku Silêman here ber garanê.
Cibran Axa xaniyekî xwe ji Silêmanê zava re raxistiye, Melê gund mehra Ferfûr û Silêmanî birrîye û herdu ketine xaniyê xwe. Roja din sibehê keça Axê gotiye mêrê xwe:
-Silêman Axa, de rabe em herin taştiya xwe bixwun…
Dema Ferfûr û Silêman çûn ser sifra xwarinê, bala xwe danê ku
Du qerwaş û sê xulam li salona jêrîn ketine kemerbestê û li ser nigan rawestiyane.
Silêmanê zava xwe bi xwe sêwirîye û gotiye:
Hey felekê… Ez sêwî bûm û tu hertim bi min dikeniyayî. Te navê min jî kiribû Siloyê Sêwî. Piştre te navê min kir Siloyê Gavan. Piştretir te navê min kir Silêman Axa. Gelo ev ji kurê dest pê kir û wê li kurê biqede?
Ferfûra keça Cibran Axa, hema dibêje Silêman Axa û Silêmanê min axa ye…
Êdî her ku çûye Cibran Axa ji axatiyê averê dibû û desthelatiya xwe dewrê zavayê xwe dikir.
Navûdengê Silêman Axa jî li herêmê belav bûye. Mêvan û rêwî tev diçûn dîwana Silêman Axa û xwarina xwe sêdan dixwarin…
Li herêmê kalekî pir zana û pispor hebûye. Wî herêm bi ta û derzî rakiribû û her kesî dinasî, serpêhatî û çîroka wan dizanibû. Rojekê rabûye çûye dîwana Silêman Axa û wî bi tenê kiriye, gotiyê:
-Ez dixwazim serpêhatiya te ji devê te bi xwe seh bikim. Tu sêwî bûyî, navê te Siloyê Sêwî bû. Piştre navê te bû Siloyê Gavan. Niha jî tu Silêman Axa yî. Ev çi hikmet bû û çi huner ciriya?
Silêman Axa bangê jina xwe Ferfûrê jî kiriye û weha gotiye Kalo:
-Mamê hêja. Ez hêj di pêçekê de bûme, diya min miriye û demekurtek piştre jî bavê min miriye. Jinên gundiyan ez bi dorê mijandime. Lê dema ez bûme pênc-şeş salî, êdî kesî ez xwedî nekirime. Rojekê te bangê min kir û gote min:
“Lawikê delal, here li gundekî ji xwe re golikvanî yan gavanî bike.” Ez jî hatim û li gundê Cibran Axa qefiyam. Ez bûm gavan, navê min danîn Siloyê Gavan. Piştî heft salan, Cibran Axa bangê min kir û got: Were destê min, min keça xwe da ne. Pêşî min digot, belkî tinazên xwe bi min dike. Dema min destên wî maç kir, di wê şevê de şîraniya min xwarin, xaniyekî ji min re raxist û mehra me birîn. Eynî şevê ha vê hermetê gote min Silêman Axa. Piştre axatiya min kete ser zimanê her kesî û gotin min Silêman Axa û Silêman Axa…
Ha Wele axatiya min û ev navûdengê min, tev bi xêra vê jina qenc dest pê bûye…
(ji dengê Mele Elî)
Zeynelabîdîn Zinar
Blackeberg 26/ 04/ 2019