SALOKE

Zelîxa ku herkesî jê ra digot Zelxo, li ber zayînê bû. Her ferdekî Mala Şehînê Salokê, hêvîya xwe bi zarokê di zikê dayîka reben de ye ve girêdabû. Ku keç be, malik wêran e; ku kur be, coş û seyran e.
Barê zikê Zelxo ya jina ducanî, li gor barê li ser milê wê siviktir bû. Wê baş dizanibû ku keç bizê wê rûreş be; ku kur bizê wê serfiraz û baş be.
Ji malbatê, zêdetir Saloke di nav kelecanekê de bû. Erd û ezman ew nedihewand. Helbet ditirsîya; le ku keçik be!
Li Deşta Surucê, li ser hespa tovrind, tufeng li piştê, rex li bejnê, bi bext û textê xwe got: “Gelî gundîyan! Bi soz û peyman, ger keçikeka me bibe ji xwe em korocaxin û ez ê vî gundî jî û xwe jî bişewitînim. Ger lawikekî me bibe, ez ê ev keŕîyê xwe ji we belav bikim, bila li we helal be.”
Xwediyê van gotinana jinek bû. Jêra digotin Saloke. Ji Eşîra Oxî bû. Koka Oxîyan ku heta Şedadîya diçe. Di salên 1870 an de tê dinyayê. Saloke, ji deh mêra mêrtir, xêrxwez, jêhatî û comerd, şêrejineka Kurd bû.
Wext temam dibe, destên her yekî Mala Şehînê Saloke li ser dilê wan li benda zayîna Zelxo ne.
Talî bi xebera, “lawekî Zelxo bû”, herkes digihêje rehetiyê. Bi hatina dinyayê ya vî lawikî, mîna ku ji malbatê re di zemherîyê de roj hilatibe. Hêvî ew bû ku, bi saya vî lawî, koka malbatê wê venemire.
Saloke soza xwe bicih tîne û kerîyek pez, wek mizgînîya lawik belav dike.
Navê kur Şehîn lêdikin. Navê bavê Şehîn jî Şehîn bû lê Şehîn bi serqorîya Salokê mezin dibe ku loma jêra dibêjin, “Şehînê Salokê.”
Saloke qet nazewice. Wek mêra dijî. Li civatên mêra rûdine. Ji mêran re dide û distîne. Mîna mêr keriyan diçêrîne. Dertê koçerîyê ligel suwarîyên xwe, çi li Binxetê û çi li Serxetê.
Saloke mîna mêran jî difikire, ne mîna jinan. Her çiqas bi xwe jin be jî, jineka hêzdar û dewlemend be jî, zayîna keçekê xirab, zayîna lawekî çê dibîne. Heta vê hebûn û tunebûn dihesibîne.
Saloke meta Şehîn bû. Bi xwe nazewice lê tam pênc cara Şehîn dizewicîne. Bona ku law pirr bin û koka wan xurt bibe û rîça wan xwe berde kûrahîya axa wan, wek çinareke kokdar.
Lawê Şehîn, Dehamê nod salî li ser Saloke digot, “Silehe li piştê bû, kincên mêran lê bûn, li hespê suwar bû. Me ew mîna peya didî, ne mîna jina.”
Ji Eşîra Oxî, mulkê Mala Şehînê Saloke, li Deşta Surucê tenê pênce şêşt donim erd bû. Ku Saloke gihîştê û dest bi koçerîyê kir, bû xwedan kerî, nav û dengê wê, li deştê wek bayekî payîzê belav bû. Sal bi sal erdê wan û hejmara gundên wan zêde bû.
Êdî li embara mêran şêrejinek jî hebû. Wê, karê ku bi dawî, barê ku sivik dikir, ne kar û barê her mêrekî bû.
Zemanekî li Marûtê Mistê Sor hebûye. Wê çaxê li ser û binê sînor, bi sedema çûyîn û hatina qaçaxiyê, carna şer û pevçûn diqewimin. Him qaçaxçî him jî leşker dihatin kuştin. Dîsa li qereqolekê esker tên kuştin. Bi hinceta, “hûn hevalên qaçaxçiyan in”, Mistoyê Sor û Şehîn digirin. Berê wan didine Mehkema Îstîklalê. Saloke diçe cem Xelîl Axa. Wê çaxê wesaît gellekî kêm in. Difikirin, em çi bikin çi nekin, radibin wesaîtekê dikirin. Didin şopa wan. Rêva Şehîn ji eskeran distînin û dibin bajêr. Derdixin mehkemê û Şehîn difilitînin.
Mistoyê Sor rêva tê kuştin.
Xelîl Axayê Gokî, ji Saloke re her gotîye, “xwişka min e.” Di navbera Xelîl Axa û Saloke de dostanîyeke qedîm hebûye. Xelîl Axa ku malmezinê eşîra Şedadîyan bû.
Saloke heval û hogirê axa bû. Şehîn hîn nebû xort, bi nexweşîyekê dikeve. Tê ber mirinê. Wê çaxê dixtor jî rindikî tunebûn. Radibin eyar meyaran li Şehîn dikin. Xelîl Axa di qisaweta Şehîn de dimîne. Xulamekî xwe dişîne ku here serîyekî li Şehîn bixe. Dibêje, “ka here ew kurikê xişka min çito bû.” Xulam tê dibîne ku Şehîn rehet bûye. Vedigere, mizgîniyê dide Xelîl Axa. Dibêje’ “Mizgîniya te bi xêr be. De îjar here wana dawet ke.”
Axê wehd kiriye ku Şehîn rehet bibe, ew ê çend qurbana bike. Saloke Şehîn digire û diçin cem Xelîl Axa. Xelîl Axa Şehîn ji hespê peya nake, qurbana serjê dike. Sê cara Şehîn ji ser xwînê re derbas dike. Tìne li kêleka xwe rûnişkandi dide.
Dipirsin, “te çima wiha kir?” Dibêje, “seba xwişka min Saloke. Ku lawik bimira wê koka wan biqediya. Kesek ji wan nedima.”
Wê wextê talanî mêranî bû. Carna talan pêk tên. Saloke şopa talankera dikeve, xwe bera Binxetê dide. Ku wê demê Sûrîye di bin desthilatdarîya Fransizan de bû, kerîyê xwe ji talanê difilitîne û tîne. Ne ku bi zorê, bi aqilî û jêhatîya xwe.
Wê wextê bi beyannameyan dewletê destûr dida koçera ku dakevin Binxetê, yanê alîyê Sûrîyê. Saloke jî dewar û kerîyên pezê xwe dibir wan derana, vedigeriya diçû ta alîyê Semsûrê, wan derdorana kon datanî.
Carekê ku dewar û kerîyên xwe dike ber Şehîn û dişîne Semsûrê, peywirdarên dewletê tên, hemû heywanên wê desteser dikin û dibine bajarê Rihayê. Hineka Saloke îxbar kiriye. Şehîn xeberê digihîne Saloke. Ew jî radibe diçe cem payebilinda. Dibêjin, “tu çûye Sûrîyê û te qaçaxî kiriye.” Saloke qebûl nake, belgeyên xwe nîşanî wan dide û wana qaîl dike. Bi vî awayî heywanên xwe ji ber lepê wan difilitîne.
Ji ber mesela qaçaxîyê, carekê jî Mala Şehînê Saloke surgûn dikin. Wana dişînine navçeya Çorumê Alacayê. Sê salan li wir dimînin. Piştî sê sala efû ji malbatê re derdikeve ku vedigerine cih û warê bav û kalên xwe.
Her tê gotin; Suruc embara mêran e. Saloke nîşanî beg û axelerên Deşta Surucê dide ku, embara jinan e jî. Roja ku koça dawî dike, wek mulkekî adan, navê xwe û gellek erd ji malbata xwe re berdide.
Saloke û Filê xişkê hev bûn. Saloke yeka reşik, Filê yeka sorik bû. Pismamekî wan Filê ji xwe re dixwaze. Wê wextê bavê wan Xelîl çûye rehmê. Brayê wan naxwaze Filê bide pismêm. Dibêje, “ez dike Filê bi xwe re berdêlî kim, ku tu bixwazî em ê Salokê bidine te.” Pismam dotmama xwe Saloke qebûl nake. Brayê wan Filê ji xwe re dike berdêl.
Dem û dewran derbas dibe, tê disekine îjar pismamê wan Salokeyê dixwaze, lê Saloke, çima ku wî ew berê nexwastibû, qebûl nake. Heta dawîya temenê xwe jî nazewice.
Saloke her reş lixwe kiriye. Tu car li şevînîyê jî kêm nemaye. Bi roj û şev, li ser suwarîyê xwe sekinîye û ji kerîyên xwe xwedî derketîye.
Rojekê bi suwarîyê xwe ve ji alîyê Xelfetîyê ji kêleka gundekî re derbas dibin ku, hawara gundîyan dibihîze. Saloke û suwarîyên wê berê xwe didine gund. Li gund dibînin ku şîn û fîgan e. Saloke fehm dike ku gund hatîye talan kirin. Dipirse, “ka axayê we?” Mala axê nîşana Saloke didin. Saloke diçe mala axê û dibîne ku axa tirsîyaye û xwe veşartî ye. Li rûyê axê dibêje, “gund û namûsa we talan bûye tu xwe vedişêrî. Heyf ku tu dibêjî ez mêr im. Xwalî bi axatîya te.”
Piştî Saloke ji gund derdikeve axa dipirse, dibêje “ew kî bû?” Dibêjin ew Saloke bû.
Carekê dîsa diçe li kêleka gundê Seîd Begê Badilî kona xwe vedigire. Berê da wana qedrê hev girtine. Saloke cehniyekê dîyarîya Seîd Begê Badilî dike. Çend wexta şunda Saloke dibîne ku ew cehnî bi darekê ve her girêdayî ye û rindikî êm jî nadine heywana bê ziman. Saloke radibe cehniya xwe werdigre. Seîd Begê Badilî dibêje, “ma ji te re çi, te da min, qe dikujim qe xwedî dikim.” Saloke, “na Seîdê bra, ne mîna te ye. Madem tu li hemberî heywanekî bê wîjdanî, ez cehniyê nadim te” dibêje û li cem wî bardike û diçe.
1974ê salê, Deham Şahînê ku Saloke meta bavî wî ye, diçe Curnîreş (Hîlvan) û rasta Bozanê Îzolî tê. Piştî xoş bêşê, Bozan Axa dibêje, “carê ez û çil suwarîyên xwe, em li Deşta Surucê bûne mêvanê Saloke. Wê şêrejinê em ezimandin û ceh rokir ber çel hespên me.”
Çi li Serxetê û çi li Binxetê, li temamê Deşta Surucê navê Saloke bi rindîyê, bi xêrxwezîyê, bi jêhatî, wêrekî û jîrekîyê belav bûye.
Li gorî salixdaba kurê Şehînê Salokê Deham Şahîn, Saloke nêzika heyştê salî umir dike.
Li pey xwe ji Mala Şehînê Salokeyê re heft gunda berdide.
Abdurrahman Benek

Derbar ziman

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply