EKOLÊN EDEBIYATÊ

Di nav pêvajoya dîroka edebiyatê de, gelek herikandinên bizavên edebî hatine holê. Van tevgerên edebî gelek tesîra xwe li ser nivîskarên cîhanê yên cure cure welatan kirine.

 

Ez dixwazim van ekolên edebî bi kurtahî bidime danasînê. Û hinek li ser Romantîzm û Sembolîzmê bisekinim. Niha em yek bi yek li van herikandinên edebî binêrin.

 

KLASÎZM

 

Berhemên klasîk ji bo her neteweyî şeref , rûmet û dewlemendiya ziman û pirtûkxaneya wî neteweyî ye. Li cîhanê nivîskarên klasîk û berhemên wan bi piranî yên ku di sedsala şanzdeh, hivdeh û hijdan de jiyane tê bikaranîn. Nivîskarên klasîk yên kurdan jî  di van salana de jiyîyane. Her wekî Ahmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Elî Herîrî, Melayê Cizîrî û hwd.

 

Damezrevanê ekola klasîzmê nivîskar Boîleau ye. Berhemên nivîskarên klasîk yên wekî Shakespeare, Mollîêre, Dante, Racîne, La Fontaîne hêj jî bi dilweşî têne xwendin. Nivîskarên klasîk yên Rusan; Tolstoy, Dostoyevskî, Çexov, Turgenyev, Gogol, Çernîşevskî, li cîhanê bûne navdar, navûdeng dane.

 

FÛTÛRÎZM 

 

Fûtûrîzm di nav guhartina cîvakê de, qala wê jiyanê dike ku di nav çalakiyan de ye. Fûtûrîzm li dema derbasbûyî girtiye, ji dema dahatû -dema pêşerojê- re vekiriye. Prensîbên Fûtûrîzmê yên bingehîn ev in: dûrketina ji taklîtçîtiyê. Qalkirina aliyên bûyeran yên girîng. Derketina li dij hunera rêz û qaîdeyan. Fûtûrîzm wek reaksiyonek li dij bêdengî û bêtevgera kevneşopiya derbasbûyinê derketiye holê. Hinek nivîskarên Fransayê yên navdar û nivîskarê Rusî Mayakovskî Fûtûrîst bûne.

 

NATÛRALÎZM 

 

Natûralîzm herikandinekî edebî ye ku di dema 19’an de li Fransayê dest pê kiriye. Ji herikandina realîzmê pêştetir çûye. Birêvabirê herikandina Natûralîzmê nivîskarê navdar Emîle Zola ye. Natûralîzm û realîzm wek hev tên hesibandin. Lê di hinek waran de jî jê ferqîyet nîşan dide.

 

Li gor Natûralîzmê, mirov-însan- wek bûyerên xwezayî-tebîat, natûre- hebûnên hoyên pêwîstî ye. Divê nivîskar kesê ku digire destê xwe, bi kûrahî binirxîne. Rewşa jiyana wî ya cîvakî bikolîne. Nivîskar, divê tîpên-şexsên- ku dixûlqîne, diafirîne ji rastiya zanîstiyê-ji îlmê- feyde -sûd- bigire. Ev ekol di hêla felsefî de li ser bingeha Materyalîzm û Determînîzmê bilind bûye.

 

EKSÎSTANSÎALÎZM – Hebûnvanîtî 

 

Birêvebirê vê herikandina edebî, Abert Camus û Jean – Paul Sartre bûn. Ev herikandina edebî di dema şerê dûyem yê cîhanê de di Fransayê de derket holê. Li gor herikandina Eksîstansîalîzmê; mirov-însan- di nav buhranê-krîzê- de ye. Sedemên vê krîzê jî ev e ku; mirov xwe nizane, dinyayê-cîhanê- nas nake, bi kurtahî bi hebûnbûyintiya xwe nizane. Ji bo vê jî mirov-însan- bextiyar nîne, bêzar û belengaze.

 

Nivîskarên vê herikandinê dixwazin ku mirov-însan- xwe nas bike, bi hebûna xwe bizanibe. Wexta ku ew bi hebûnbûyintiya xwe fêr bibe, wê gavê mirov-însan- azad û bextiyar dibe.

 

REALÎZM 

 

Realîzm herikandina edebiyatê ya ku bi rastiyê ve girêdayî ye. Realîzm dixwaze ku jiyan her wek xwe bê pêşkêşkirin. Bêyî guhartinan jiyan bê biriqandin. Li gor Realîzmê divê nivîskar objektîf be. Li ser hîmê rastiyê tev bikere, nekû li ser xeyalan. Balzac, Flauber, Stendhal, Zola, Maupassant, Duranty, M. Gorkî û hwd, gelek nivîskarên navdar pêşeva û parastvanên herikandina Realîzmê ne.

 

Duranty bi navê “Rêalîzme” kovarek weşand û di vê hêlê de gelek xizmet kir. Di nav berhemên realîst de, romana bi navê “ Madame Bovary” li cîhanê bi navûdeng e. Ev roman li gor qaîde, fikr û şêweya pozîtîf romana herî serekeye ku hatiye afirandin. Flaubert di nameyeke xwe de dibêje “Ma qey hêj dema ku mirov rastiyê têxe nav hunerê nehatiye?” Çawan ku dîrokzan rastiyên dîrokî pêşkêş dikin, romannîvîserên realîst jî rastîyên civakî yên dema niha pêşkêş dikin. Bûyerên rasteqîn bi şêweya çîrok û romanê lihevûdu dihonin. Ji xwe prensîba bingehîn a realîzmê ji rastiyê dûrneketin e. Di romana serke ya realîst de, yanê di “Madame Bovary” de, tu tişteke xeyalî tuneye, hemû bûyer rasteqînin, hemû kes û fîgurên romanê jiyane. Nivîskarê romanê Flaubert, biyografiya tu kesekî ji eqilê xwe lihevûdu nehonaye. Biyografiya wan ji jiyana wan a rasteqîn wergirtiye. Loma jî realîzm ekolekê edebî ya objektîfîye.

 

SÛRREALÎZM

 

Ev jî şiklekî ekstrem yê tûj a Realîzmê ye. Sûrrealîzm di dema me de ji alî nivîskarê Fransî Andre Breton ve hatiye pêkanîn. Bingeha Sûrrealîzmê digihîje teoriya Freûd.

 

Sedsala bîstan, sedsala surrealîzmê ye. Di vê sedsalê de ekola edebî ya ku cihê xwe girt û pêş ket ev ekol bû. Di vê demê de “Dadaîzm” jî wek ekoleke edebî ji ber bê hêvîtiyê wek serhildanek derket û zû temirî. Pêşevayê ekola Dadaîzmê T. Tazara ye. Paul Eluard jî demek Dadaîzmê parast. Lê, ew kesên ku di serî de Dadaîzmê parastin paşê dev jê berdan û ew jî bûn Sûrrealîst.

 

Di sala 1924an de Andrê Breton pirtûkek bi navê “Manîfeste du surrêalîzme” weşand. Ev pirtûk bû bingeha vê ekola edebî. Di sûrrealîzmê de fantazî ciheke girîng digre. Piştê Andrê Breton, Louîs Aragon, Paul Eluard, Renê Crevel, Benjamîn Perret jî mil dan vê ekola edebî û ekol xurt bû, pêş ket, li cîhanê belav bû. Gelek nivîskarên Ewropî, Latîn Amerîqî, asyayî û yên Rojhilata navîn vê ekolê parastin.

 

Damezrevanê ekola sûrrealîzmê Andrêa Breton ji bo sûrrealîzmê vê gotina balkêş dibêje: “ Sûrrealîzm otomatîzmiya ruhî ye. Bêyî çavdêriya eqil, li derveyê hemû cure şikên exlaqî, nivîsîna ramanê ye.” Ev ekol otomatîzmê difikire û xewnê ji ser hişyarbûyînê ve dibîne. Girîngî dide hay û heşê bin şiûrê. Min li jor gotibû: “Bingeha Sûrrealîzmê digihîje teoriya Freûd.” Ev jî ji mesela bin şiûrê tê.

 

Andrê Breton ji bo xewn û xeyalê tiştên gelek balkêş dibêje. Ew dibêje: “ Tenê xewn, azadiyê dide mirov ku mirov çawan bixwaze bi wê tewirê pêk tîne. Xewn û mirin êdî mana xwe wenda dikin û mana jiyanê serîhildide… Ji niha ve otomat pir dibin û dikevin xewê, diramin.”

 

Nivîskarên ekola sûrrealîst di bin tesîra teoriya Freûd de gelek mane. Freûd dibêje: “Ji zarûkiyê ve însan westek û daxwazên xwe di xewê de -di bin şiûrê de- pêk tîne. Derûnî, henav, dil û nefsê mirov di xewê de xwe dide nîşandan.” Xewn ji bo sûrrealîstan alemekê xarîka ye.

 

ROMANTÎZM 

 

Romantîzm, li Ewropayê, di sedsala 18’an de wek reaksiyona li dij klasîzmê derketiye holê. Bingeha Romantîzmê hest û xeyal e. Nivîskarên parastvanên Romantîzmê di berhemên xwe de gelek cîh didine hest û xeyalan. Ew bûyeran ji nav jiyana gel digrin û bi hest û xeyalan dewlemend dikin. Di berhemên wan de bedevbûn û xweşikbûna xwezayê-natûrê- cihekî girîng û fireh digire.

 

Romantîzm dixwaze bi riya hestan li ser xwendevanan tesîr bike, bandor dayne. Bingeha wê jî, ji dilşewatbûnê tê. Li gor parastvanên Romantîzmê, kesên ku dilşewat bin ji wan xirabî çê nabe. Dîsa li gor wan, heger li dinyayê-cîhanê- xirabî tûnebe, dê dinya-cîhan- gelek xweş be, wê demê jî dê mirov-însan- bextiyar bibin.

 

Nivîskarê navdar yê Alman W. Gothe, yê Îngilîz Lord Byron, yê Fransî Vîktor Hugo, pêşevanên herikandina Romantîzmê ne. Romantîzm ji peyveke Almanî “Dîe Romantîk” hatiye pêkanîn. Di salên 1800 dan de wek ekoloke edebiyatê derketiye holê û heta dema me hebûna xwe domandiye û didomîne. Di nabeyna salên 1800 û 1900î de ev ekol bûye hêzeke gelek xurt û pêşve çûye. Di Fransayê de Vîktor Hugo bi afirandina berhemên xwe yên edebî hêza romantîk hîn xurtir kiriye.

 

Romantîzm gelek girîngiyê dide hest û hîsên mirovan. Mirov ne tenê bi eqil, bi hest û hîsên xwe jî hareket dike, tevdigere, difikire. Romantîzm serketina kesayetiya, yanê şexsiyeta azad e. Romantîzm ji xwezayê -naturê-, gol, çem û behrê, ji bêdawîbûna ezmanan, ji leylan û serapan, ji sî û tîrêjên ronahiyê, ji roj û hîvê, ji hatin û çûyina demsalan, ji çiya, kendal û newalan gelek hez dike.

 

Zewqên romantîk balkêşin û tehm û lezetek didin xwendevanan. Ruhên/giyanên romantîk nemir in. Ev ruh bi tevger e/hareket e, aktîv e, bi aktîon e. Li hemberê tiraliyê û felsefeya nermîtiyê, felsefeya bizavê ye, pêşveçûna tevgerî ye. Ekola romantîzmê rêz û hurmeteke giranbiha dide hestên netewî û rengên netewî derdixe pêş. Dramên romantîk wek xwezayê bi harekete, bi jiyanê ve girêdayîye. Romantîzm, rindiyê, bedewiyê, spehîbûnê tesvîr dike, rave dike. Lehengên romantîk di alemeke îdeal de dijîn. Xeyalên xwe ji xwezayê, ji rindî û spehîbûnê werdigrin. Ew li tabloyên teng yên felaketê nanêrin, li tabloyên fereh yên jiyanê dinêrin. Û di jiyanê de jî heşerîne, bi coşin.

 

SEMBOLÎZM 

 

Sembolîzm, yan jî bi navekî din sîmgecîtî, sîmgevanîtî. Ev herikandina edebî bi pirranî li ser şiklê helbestê tête pêkanîn. Nivîskarên sembolîst ji eşkeretiyê direvin. Ew girîngî didin ser qalkirina mecazî. Li gor wan bedevbûnî -rindî- ji eşkeratiyê hez nake, loma jî divê bi mecazan bê nixumandin, bê xemilandin.

 

Li gor Sembolîstvanan divê her feraset bi sembolek, sîmgeyek, bê nîşankirin. Wek “al” sîmgeya-sembola- welat e, “pênûs” jî sembola zanînê ye. Pêşevanê herikandina Sembolîzmê Charles Baudlaîre, Jean Morêas, Mallarmê, P. Werlaîne û Rîmbaûd in.

 

Rîmbaûd di bîst saliya xwe de berhemeke edebî ya bi sembolan hatiye nexşandin afirand. Yê ku peyva “Sembolîzm”ê avêt holê Jean Morêas bû. Ev peyv di nav ekolên edebî de cihê xwe girt û heta dema me jî tê bi kar anîn. Di nabeyna salê 1890 û 1902an de gelek nivîskarên Amerîkî, Belçîkî, Fransî, Yunanî ekola sembolîzmê parastin. Ev bizava sembolîzmê xurt bû û tevgerekê/hareketekê kozmopolît pêk anî. Hunera sembolîst herî baş xwe di berhema Arthur Rîmbaud ya bi navê “Illuminastions” de da nîşandan.

 

Nivîskarên sembolîst li gor felsefeya îdealîst, bedbînî û bi sir li tiştan nêriyan. Li gor subjektîvîzmek kûr, bi ruhên xeyalî tiştan tasvîr kirin. Dekorên xeyalî pêk anîn. Bi hestên melankolîk cîhana bi xewn û siran, bi tiştên neyênî dan cirisandin. Xewn û xeyal û neyêniyên sirî bi sembolan û bi ekola sembolîzmê cihên xwe di nav edebiyatê de girtin. Hîs û xeyal bi sembolan hatin nîşandan.

 

Di berhemên sembolîst de bûyerên mîstîk û sirî ciheke girîng digrin. Her der bi sir anku tiştên neyênî yên ku nayên zanîn ve hatiye rapêçandin. Berhema M. Maeterlinck “Prenses Maleîne” bi elametên neyênî yên sirî ve tije ye. Dengên ku eşya derdixin bi îşareta alemeke sirî ye. Cihê bûyerên ku li wir pêk tê, yan qesrên sirîne, yan mixare ne.

 

Lokman Polat

Didome…

Di nivîsa bê de,

”Di Hîndîstanê de derbendek û sembolîzm”

Û nivîsa li du wê jî,

”Di edebiyata kurdî de romantîzm û sembolîzm”

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply