Şanê

Wê rojê jî wekî her roj bêhna wê teng dibî .

Wê ???

Biborîn in , navekê wê jî heye. Şanê, erê Şanê , Şanê ya rûheyv , Şanê ya ku rûyê wê di şevên sar û seqem, tarî û zulmat de  ji mirovan re dibû rêber û ronahî.

Şanê, di wê rojê li ber dîwarê qenterê bêdeng rûniştiyî bi tena serê xwe lîstik dileyist.

Erê bi tena serê xwe. Di wê qelebalixa malê de dîsa ew tenê dileyist, bi kesekê re xweş xeber nedida. Di xeyalên bêdawî, kûr û dewlemend de cîhanek cuda bi xwe re avakiri bû.

Zehf ji gûzan hez dikir, wekî sîworekekê bû. Di destên wê yên spî, destên wekî berfa yekşevî spî de her wext gûz hebûn. Lê belê wê rojê destên wê yên biçûk û spî vala bûn , gûzên wê winda bûbûn.

  • Ew kê gûzên min hilgirtineeeeeeeeeeee , kaaaaaa , ku derê ne gûzê min ??????

Mal kir dengek, lê dîsa jî kesekê guhdarîya wê nedikir. Herçiqas dest bi girînê kiribe jî, çu feyde nîn e. Li ber balqona qentera wan çiqên dara gûzê heta ber banî dirêj dibûn.

  • Hûn guhdarîya min nakin ez jî dê biçim bo xwe hinek gûzan jê bikim.

Bi kerb û girîn ve wisa dibêje. Ji xanî derket û çû li ber dara gûzê

  • Wahhh çiqas mezin e ev dara gûzê .

Şanê Nêrîneke bi tirs ve li darê nihêrî bû. Lê dîsa jî pêngava ewil avet û dest bi serketina darê kir. Heta nîvîyê hat, hinek gûz li ber destê wê ketin .

  • Evqas bes in, têra min dikin, hê bavê min û diya min ez nedîtim divê bêm xwarê.

Ji dûr ve dengê bavê wê hat.

  • Şanêêê !! Ka tu ku derê yî ? Were te çima gûzên xwe hilnegirtine ?? Şanêê!!

Ax ax ! Şanê çawa ku dengê bavê xwe bihîst wekî ku birûsk nav dilê wê bikeve, tirsê dilê girt, bi tirs û kelecan ve;

  • Bavoo ! Û gummm

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply