Forum

Adar, 2022

  • 12 Adar

    Hevaltiyê Kew û Ço û Tizbîyê

    Em sê heval bûn. Omerê Mem Çolê, Îmamê Mastê Çuçê û Xalê Keçê. Me çi kir, çi ne kir! 80- 90 sal umir. Me çavên xwe li Çiyayê Qizildaxê vekir, paşê dewr û dewranê li Çiyayê Spî. Gava ku em ji dest û pîyan ketin, em dîsa vegeriyan cîhê destpêka jîyanê xwe, Qizildaxê şewitî. Em bi dest û lingên hevdu …

  • 11 Adar

    Şîneşahoyekê Spî

    Êvareke hezîranê saet dora heştan bû. Devî û daristan jixwe di bin siyê de mabûn; û roj diçû ber ava. Keçikeke piçûk çêleka xwe -ajaleke hêdî dilivî û westiyayî xuya dikir lê dîsa jî rêhevaleke hêja- dajot malê. Ji aliyê roniya tavê ber bi tariya daristanê ve dimeşîn. Piyên wan nasî rêya qrêj bûn, ne grîng bûka çavên wan qrêjî …

  • 10 Adar

    Keskesor

    Ez xwediyê heft pênûsan im. Pênûsên min di navbera mor û sor de diçin û tên. Ger nivîsa wan şîn dibe ger zer ger caran kesk dibe lê tu carî reş û sipiyê ji bîr nakin. Ez bi van pênûsan reng didim jiyana xwe. Dema ez tî dibim ava min a vexwarinê ne, dema ez birçî dibim xwarina min a …

  • 9 Adar

    Ez û Alî Gurdilî û Roja Felsefeya Kurdî

    Ev nivîsa min ji berî çend salan ve ye. Ji dema ku mamoste Alî Gurdilî xwediyê malpera (Felsefevan), ji min xwest ez tiştekî li dor 9ê Adarê wek (Roja Felsefeya Kurdî), binivîsim.. Wê hingê çendî ponijîm, min nas nekir çima wî 9ê Adarê wek roja felsefeya Kurdî bijartiye?! Pêre pere jî, vê roja 9ê Adarê koça dawî a hunermendê kurd …

  • 8 Adar

    Yekemîn Rêxistin û Rêxistibûna Jinên Kurd

    Yekemîn rêxistina jinên kurd, berîya 97 salan hate damezirandin. Di hejmara 26ê Nîsana 1919yê rojnameya Serbestîyê de, bi navê “Sazîyeke nû ya kurdan” nûçeyek hatîye belavkirin û di vê nûçeyê de agahdarîya damezirandina Cemîyeta Tealîya Jinên Kurd [Komeleya Pêşketina Jinên Kurd-KPJK] hatîye belavkirin. Dema em li kovar û rojnameyên wê demê binêrin, em dibînin ku nivîs û nûçeyên li ser …

  • 8 Adar

    Jina Kurd û Edebîyat

    Edebîyata Îslamî û  Jina Kurd Dîroka jina kurd wek gencînîyek weşartî maye.  Taybet di warê edebîyatê de gelek kes wîsa dihesibîne,  wekî ku qet muhedis, helbestvan romanûs û zimanzanên jin tune ye. Di vê nivîsê de min xwest ez li gor zanebûna xwe bersiva pirsa gelo jina kurd ji dîrokê heta niha di warê edebiyatê çi xebat kiriye” bidim. Jinên  …

  • 8 Adar

    Dibistana We Heye!

    (ji bo zarokan) Dema li Cizîrê Dibistana Kurdî Vebû   Mizgîn bo we zarokna Dibistana we heye Çiqas hûn xweysiûd in Dibistana we heye   Rabin, rûnên, kêf bikin Hem roj û hem şêv bikin Polê xwe ta dêv bikin Dibistana we heye   Li ser masê xwe rûnin Pirtûkên xwe bixînin Navê Kurdistan bînin Dibistana we heye   Ji …

  • 7 Adar

    Menzûma Dilbirîn

    Ev menzûma li ser îlmê ûsûl ul hedîsê hatîye nivîsîn. Di zimanê kurdî de nivîsa herî ewil e di derbarê ûsûl ul hedîsê de hatîye nivîsîn. Hemd û senayê pir cuda Ji bo Ellahê yek xweda Selat û selam û hem silav Ser Muhemmedê bê dirav Ev ‘ilmê hedîs e bizan Guh nede wanên nezan Ewil sehîh e ey bira …

  • 7 Adar

    Hevpeyvîna Ferîd Mîtan bi Xerzî Xerzan ra

    Ferîd Mîtan: Di berhevkirina agahîyên dîroka kurdî de herî zêde xwe disipêrî çi jêderan? Xerzî Xerzan: Di der barê dîroka Kurd û Kurdistanê de gelekî manîpûlasyon û berovajîkirin hene. Û tev jî bi beloqî li ber çavan in.  Ji ber vê ye ku, kesê bi zanyarî nêzî lêkolîn û lêgerînên dîroka Kurdî bibe,pêşî di warê dîtin û peydakirina jêderk-çavkanîyan de, divê pir …

  • 7 Adar

    Nivîskarekî Swêdî ê Xelatgirê Nobelê Per Lagerkvist (1891 – 1974)

    Nivîskarê navdar ê swêdî û herweha xelatgirê Nobelê Per Lagerkvist li başûrê Swêd – Vexjö- ji dayik bû. Di Universîta Uppsalayê de salek xwend û paşê çû Parîsê. Demekî dirêj li Ewrûpayê geriya. Wexta vegeriya welatê xwe Swêdê, dest bi nivîsandina helbest û tiyatroyê -şanoyê- kir. Per Lagerkvist digel roman û çîrok, çend pirtûkên helbestan jî nivîsiye û weşandiye. Pirtûkên …