Jina Kurd û Edebîyat

Edebîyata Îslamî û  Jina Kurd

Dîroka jina kurd wek gencînîyek weşartî maye.  Taybet di warê edebîyatê de gelek kes wîsa dihesibîne,  wekî ku qet muhedis, helbestvan romanûs û zimanzanên jin tune ye. Di vê nivîsê de min xwest ez li gor zanebûna xwe bersiva pirsa gelo jina kurd ji dîrokê heta niha di warê edebiyatê çi xebat kiriye” bidim.

Jinên  malbata Eyûbîyan. Malbata Eyûbiyan, ne tenê bi kesayatîyên xwe ên sîyasî ve tên naskirin.ew malbata pîroz di heman demê de, di warê îlmê taybet îlmê îslamî de jî gelek pêşketîne. Helbet jinên wan jî ji van îlman bêpar nemane.

Fatime, nevîyê Sultan Selahaddîn Eyubî ye. keça Melîk Muhsîn Ehmed e. di sala 1201an de hatîye dinyayê. Fatime Xanim ji gelek aliman Hedis rivayet kirîye.  Muhadîs e.

Xanima Kutlumek, ew jî ji malbata Eyubîyan e. Di sala 1344an de hatiye dinyayê.

Zumrut Xatun, keça Necmeddin Eyubî û Xwîşka Seleddîn Eyubî ye.

Sittî-ul Irak, kijan sal hatiye dinyayê ne dîyar e. Melîke xatun, navek wê jî ummul Muzaffer e. 1219 de vefat kirîye. Niseyb Xatun, di sala 1269an de vefat kirîye. Muhediseke di heyema xwe de gelek bin av û deng bûye. Gaziye Xatun… Disa çend xanimên ji heyema Eyibîyan lê ne ji malbata wan. Evna du xwîşk ji herema Culemêrgê ne. Xwîşka mezin Cewrîye, di sala 1305 de ji dayik bûye. Xanima Cewrîye, ders daye gelek alîman. Îbnî Hacer askalanî ji boy wê dibêje: “Gelek seydayên me ji Cewrîyê hedîs bihîstne. Xwîşka Cewrîyê Esma xanim ew jî di sala 1316an de hatiye dinyayê. Wê him ji xwîşka xwe Cewrîye him jî ji mezîz el Hamavî ders girt. Ders daye gelek aliman.

Fahrunnîsa Şuhde Dinorî,  ev xanima hêja jî pîştî sala 1018 tê mîladî li Bexdayê hatiye dinyayê. Keça Ebu Nasir Ahmed El Baxdadî ElÎberî ye. ji bavê xwe îlmê hedîsan fêr bûye.

Zeyneb, xwîşka Şuhde ye. Ev xanima hêja jî, di sala 1389 de hatiye dinyayê. Kurê wê Muhammed yek ji alîmên wê demê ê herî navdar bûye. Zeyneb Xanim di îlmê hadîsê de gelek serkeftî bûye û ji gelek aliman îcazet girtîye.

Ummul Kiram, ev xanima jî di rêça Xanima Şuhde de çûye û mûhedîse.

Zeyneb Xanim, Bavê wê ji bajarê Sêrtê ye. Xanima Zeyneb, ji gelek aliman ders girtîye û bi xwe jî ders daye kurê xwe.

Ummî Muhhamed (dayika Muhammed) Ev xanima hêja jî di  sala 1315 de ji alime mezin Abdullah Muhammed û Necib Abdullah ders girtîye.

Emmetullah Xanim, di sala sedsala 9 min ya hicrî de jiyaye. Emmetullah xanim, îcazet daye çend aliman.

Li vir xala herî giring ew e ku, jinek alim xwedî îlm îcazet dide zilaman.

Xanima Alime ( Xwîşka ustad Beddîûzeman Saîdê Kurdî ye) Zilamê wê ji alimek bi navê Mele Seîd e. Ev Xanima hêja, tevê zilamê xwe demek li şamê jîyaye. Tê gotin ku dema ji Mele Seîdê zilamê wê tiştek îlmî bihata pirsin û wî nizanibûya ji feqîyên xwe re digot; “Ez ji Alime Xanimê bipirsim paşê bersiva we bidim.

Edebîyata Klasîk û Jina Kurd

Mahşeref Xanim

Mahşeref xanim,  Pirtuka fikih, helbest û pirtûkek li ser diroka Mîrektîya Erdalan nivîsîye.

Di sala 1804an de li bajarê Sineyê hatiye dinyayê. Mesture xanim di helbestên xwe de xwe weha dide naskirin

Ey Mesture helbestên te di herdem de

Xemla cenga qobat û Perhîz e ( şahê sasanî ; Qobat kûrê Perhîz e.)

Her weha di helbestek di de weha dibêje

Mestûre wek genca Qarûn

Li cihanê meşhur e tu car xerab nabe

Him bavê wê him kalikê ehle terîqetek mezin bûne. Malabata Mesturê xwedî pirtukaxaneyek gelek dewlemend bûye. Mesture jinek dindar xwedî tekwa û neteweperwer bûye. Wê baş zanibûye ku dindarîya wê li hember neteweperwerîya wê nabe asteng. Her weha neteweperwerîya wê jî li hember dindarîya wê nabe asteng. Hêjayê gotinê ku helbestên Mestur herî zêde li ser evîndaryê ye.

Û di wî warî de jî gelek wêrek bûye. Helbestên ku li ser mêrê xwe Xusrev xan anîye ziman giştî bi vî rengine:

Eger bayê peyamek ji Xusrev xan bianîya

Minê canê xwe yê şêrin diyarîya wî bikira.

Diwana Mesture

Xwedê re şikir ku inyata dijminan re

Ji ber be min nameya Xusrevê Cemşît xwend.

Ew zilamê xwe di ciwanîya xwe de bûne evîndar, lê ji ber ku bavê Xusrev xan dixwest deshilatdarîya xwe xurt bike kurê xwe bi keça şah re zewicanndîye.

Li piştî zewaca Xusrev xan ew dîsa jî dizewicin. ( lêkolîner Cemal Ehmedê Ayin ku nêzî deh salan li ser jîyana Mesture xebat dike. ) disa helbestek xwe de weha dibêje:

Ax ji ber cewra yarê û cefaya felekê

Pûç bû wek bayê çû cîwanîya min

Mestûre, wek şevê hicran jî çû

Hat roja wusletê û Xusrev Malik li kêleka min

Rihan Xanima Loristanî

Rihan Xanim, di sedsala XIan de  li loristanê li herema Yaftê jiyana xwe bûrandîye. Peyrewa şa Xweşînê Loristanê ye.

Liza Xanima Caf

Liza xanim, di sedsala XIan de jiyaye ji malbata Caf e. Li Şrezorî hatîye dinyayê. Lê paşê çûye Lorîstanê li wir jîyana xwe borandîye. Peyrewê şa Xweşînê Lorîstanê ye.

Hatu Mey Zerd

Hatu Mey Zerd, di sedsala XIan de li Loristanê jîyaye û hê 12 salîy xwe de bûye Şa Xweşîna Loristanê. Li ser şa helbest nivîsandîye. Hatu Mey Zer li çîyayê yaftê vefat kirîye.

Dayê Xêzana Serkeftî

Daye xêzana serkeftî di sedsala XIan de jîyaye. Li Hewremanê li gundê Serkeftî hatîye dinyayê û li wîr vefat kirîye.

Hatun Dayrakî Remzbarî

Hatun Dayrakî Remzbarî şex Îsayê Berzencîye û diya sultan Sahak e. Li Helwanê hatiye dinyayê û di sala 1345an de li  Şexanê vefat kirîye.

Yay Hebîbeya Şarezorî

Navê wê şex Hebîbeya Şex Hebîbşah e. Keça  Şex Sedreddînê Şarezorîye. Di sala 1282 de li şarezorê li gundê yawa yê hatiye dinyayê. Piştî li bal bavê xwe perwerdeya seretayî xilas kirîye, li gel birayê xwe re çûye helwanê û li wir jî du salan xwendîye. Piştî vefata bavê xwe çûye Hewremanê li wir bi cih bûye. Hebîba Xanim qet nezewicîye di sala 1334an de li şexanê koçî dawî kirîye. Ango 42 salîya xwe de.

Semen Xanima Devdanî

Semen Xanim, di sedsala XVIan de jiyaye. Di sala 1530’i de li dewdanê intisaba baba celîl kiriye.

Di sovyeta berê de jinên kurd ên nivîskar, kurdolog  û lêkolîner

Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje di sovyeta berê de gelek jinên kurdan di warê edebiyat û hûnerê de xwe pênûsek gelek xurt bûne.

Cemîla Celîl

Keça niviskar, lêkolîner kurdolog Cesimê Celîl e. Di sala 1940an de li Yêrivanê paytexta Ermenistanê de hatiye dinyayê. Ew ji wekî hemû endamên malbatê li ser kurdî xebitîye. Lê wê herî zêde li ser muzika kurdî lekolîn kiriye. 30 sal bê navber radyoya Erîvanê de stranên gelerî tomar kiriye.  Wan xebatên xwe di 14 pirtukan de berhev kirîye. Her veha pirtukek bi navê “ kudolojî û malbata Celîl “ nivîsandîye.

Firîda Hecî Cewarî

Firida Xanim, di sala 1934 de li Yêrîvanê pextexta Emenistanê tê dinyayê. Keça Hecîyê Cindîye. Metametikzan, fîzîkzan, Pedegog, rewşenbîr û nivîskar e.

Firda Xanim 50 salan mamostetî kirîye. 30 salan serokatîya beşa fizikê û metamatîkê kirîye. Firida xanim, hê 22 salî bûye, tevê bavê xweyê rehmetî tevlî xebata elifba û zimanê kurdî dibe.

Ku wekî kitêbên hazirkirina dersên kurdî tên naskirin.

Siya Semend. Çîrokbêj pirtuka wê bi navê xezal di 1961 de kurdî lê bi alfebeya krîlî hatiye nivisandin.

Çend Nav Jî Ji Başûr

Şukrîye Resul akademîsyen, nivîskar û sîyasedmedar e.

Mahabat Qeredaxî, lêkolîner çalakvanê mafê jinan bi giştî 34 berhemên wê hene pirtûkek bi navê “afretîzîm” li ser têkoşîna jinên pêşmerge hvd  nivisandîye. Mixabin qerejdaxî sala çûyî ji ber nexweşîya covit koçî davî kîr.

Dr Kurdistan Mukrîyanî. Kurdistan Mukrîyanî keça Giv Mukrîyanîye. Lêkolîner akademisyen e. Perwerda xwe li ser filîlojîyê kiriye. Di sala 1977 de li zankoya Silemanîyê dest bi xebatên akademîsyenîyê kiriye. Li ser rêzimanîya kurdî pirtûkên wê hene. Malbata Mukrîyanî li ser çapemenîya kurdî xebatên gelek hêja kirine.

Mizgîn Hesko, selwa Gulî. Kejal Ahmed, Gulnar Elî, Şîlan Doskî…

Çend Nav Rojava /Kurdên Surîyê

Diya cîwan, Evîn Şîkakî  (pirtukek bi navê fixana pênûsên nazik, antolojîya helbestvanên jin nivisiye) Jana Seyda, Bêrî Bihar, Axin Welat, Çîmen Murad û gelek navên dî…

Li nav kurdên Turkîye jinên niviskar ên nûjen

Suzan Samanci berî tîrkî, paşê kurdî nivîsandîye. Yildiz Çakar, Çîgdem Baran, Gulgeş Deryaspî. Gulistan Çoban ew jî berê tirkî paşê kurdî nivîsîye romanên wê herî zêde li ser şexsîyetên dîrokîne. Yekemîn romana Gulistan Çoban ya Kurdî bi navê “Sînem” li ser evîna Feqîyê Teyran û Sînemê hatiye hatîye nivîsandin. Eyşana Beravî, Ruken Çaliştiran. Kirîstîn Ozbey Roza Metîna, Sultan Yaray. Gulîzer, Lorîn Doxan, Kiristîn Ozbey, Fatma Savci. Rojbîn Ozkan. Faxrîye Adsay. Reyhan Sarhan.  Nivîskarên Bakûrê Kurdistanê ( Turkiye) herî zêde helbest, çîrok û roman nivîsîne. Hîn kes jî wekî Faxrîye Adsay karê wergerê dikin. Fexrîye Adsay heta niha bi dehan pirtûkên hêja ên zimanê bîyanî wergerandîye Kurdî.

Çavkanî:

-Ji pîrtûka Abdurrahman Atak: Destpêka edebîyata Kurdî ya klasîk.

-Pirtûka Evîn Şîkakî Antolojîya helbestvanên jin. (Pîxana pênûsa nazik)

-Ji nivîsek Xalîd Sadinî û çend nivîsên ji malperên cûda.

Nîşe: Min ev agahî di bernemeya TRT Kurdî ya bi navê Zumruda Enqa bi pêşkeşvanîya Prof. Nesim Doru de ku bibûm mêvan pêşkeşkir.

Rojbîn Ozkan
7.8. 2021 Mûş

Derbar Rojbîn Ozkan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply