Nivîskarekî Swêdî ê Xelatgirê Nobelê Per Lagerkvist (1891 – 1974)

Nivîskarê navdar ê swêdî û herweha xelatgirê Nobelê Per Lagerkvist li başûrê Swêd – Vexjö- ji dayik bû. Di Universîta Uppsalayê de salek xwend û paşê çû Parîsê. Demekî dirêj li Ewrûpayê geriya. Wexta vegeriya welatê xwe Swêdê, dest bi nivîsandina helbest û tiyatroyê -şanoyê- kir.

Per Lagerkvist digel roman û çîrok, çend pirtûkên helbestan jî nivîsiye û weşandiye. Pirtûkên wî yên helbest, çîrok û drama; ”Tirs”, ”Welatê Êvarê” û drama ”Nependiya Ezmên”, û çîroka ”Serbir” e. Romanên wî “Qambihost-Cuce” , ”Barabas” , û ”Cellad” berhemên klasîk in. Bûyera romana “Cellad” di qesrekî sedsala navîn de derbas dibe. Di “ Qambihost – Cuce” de wahşeta mirovahiyê tîne ber çavan. Di “Barabas” de li ser moral disekine. “Barabas” li kurdî jî hatiye wergerandin.

Om Pär Lagerkvist | Pär Lagerkvist-samfundet

Per Lagerkvist di  romanên xwe de jî zimanekî taybetî bi kar aniye. Wî li ser pirsên jiyanê, pêkhatina xweza û pirsên bêbersiv yê rûhanî gelek nivîsiye û ew li bersiva pirsan geriyaye. Wî dîtin û ramanên xwe, berhemên xwe bi zimanekî edebî û bilind, bêyî ku sînoran û tirsê nas bike aniye zimên.

Per Lagerkvist Serokê berê ya Akademiya Swêd bû û herweha ew doktorê felsefeyê bû û wî di sala 1951 an de xelata Nobelê girtiye.

Wergêrê kurd Serkan Brûsk, berhema Lagerkvist a bi navê ”Aftonland” Welatê Êvarê, di bin navê ”Warê Êvarê” de, li kurdî wergerand. Kurdiya navê pirtûkê ”Welatê Êvarê” ye, lê wergêr vî navî guhertiye û kiriye ”Warê Êvarê”. War û welat heman tişt nînin.

Pirtûka Per Lagerkvist di 1953 de li Swêdê, bi Swêdî çap bûye. Wêrgera wê ya bi kurdî ku ji aliyê Serkan Brûsk ve hatiye kirin, weke pirtûk di dawiya tebaxa 2011 de di nav weşanên ”Înstîtuya Kurdî li Stockholmê” belav bû. Pirtûk 60 rûpel e û pirtûka helbestane. Helbestên wî gelek baş in.

Ez li jêrê beşeke ji romana wî ya bi navê ”Qambihost/Cuce” bi wergêra kurdî pêşkêşê xwendevanên kurd dikim.

 

ÇÎROKA PRENS Û QAMBIHOST

Qama min 26 înç e. Sipehî me. Serê min belkî hinek mezin e. Porê min wek yên Qambihostên-cuceyên din reş nîne, li ser soriyê ye. Eniya min fireh e. Riyê min tune ye, kose me. Birûwê min gurr e. Hêz û qûweta min li cih e. Wexta ku min û Jehoshaphot gulaşê girt, bîst deqîqe derbas nebû, min pişta wî danî erdê û min wî xeniqand. Ji wê demê pêve Qambihostê/ Cuceyê qesrê tenê ez im.

Gelek Qambihost/cuce soytarî ne, qeşmer in. Ji bo ku efendiyê xwe û mêvanên wan bidin kenînê qeşmerî û hoqabazî dikin. Min qet bi tiştên weha xwe piçûk nekir. Kesek jî ji min tiştên weha nexwest. Rûqalê min ji bo henekan pêwîst nîne. Ez qet nakenim. Ez qeşmer nînim. Ez Qambihost im, başqe tu tiştek nîn im.

Pär Lagerkvist - Vikipedi

Zimanek min wek jehrê heye. Rûyê min wek rûyên mêran e. Ez mezin hatime afirandin/xulqandin. Yên din weha ninin, ma ez çibikim, tiştek ji destên min nayê.

Çiqirê rûyê min, ez mezin didim xuyakirin. Lê, ez ewqas kal nînim. Min bihîstiye ku em Qambihost/cuce ji nîjadek herî kevn ku di riyê dinyayê de dijî, hatine. Ji bo vê, em hêj wexta ku ji dayik dibin kal in.

Efendiyên min ji min re baş in. Bi taybetî jî Prens gelek baş e. Prens mirovekî bi qûwet û mezin e. Dizane çi dike. Mirovê livbaziyê ye. Zana ye jî. Ji bo hemû tiştan wext dibîne. Ji dinyayê munaqeşe dike. Ew têkiliyê her tiştî dibe. Belkî ji bo ku Prenses e loma têkiliyê hemû tiştan dibe. Westayê her tiştî ye. Ji hemû tiştan fêm dike. Li dinyayê yê ku ez wî piçûk nabînim ew e.

Lê gelek xaîn e.

Ez wî baş nas dikim. Ruhê kî wî yê tevlîhev heye. Ji serî hetanî binî wek xaçepirsê ye. Fêhimkirina wî gellek zor e. Carna ez jê fêm nakim. Û ez nizanim çima ez wek kuçikek girêdayî wî me. Ew jî min fêm nake.

Wek ku tesîrê/bandorê li yên din dike, li min nake. Ez înkar nakim ku ew ne mirovekî mezin e. Ew mirovekî mezin e. Lê kesek jî wek Qambihostê/cuceyê wî mezin nîn e.

Ji pirtûka “Qambihost/Dvärg

Wergêr : Lokman POLAT

 

Têbinî – Qambihost bi swêdî dvärg e. Bi îngilîzî dwarf e. Almanî zwerg e. Tirkî cuce ye. Bi kurdî Qambihost, bizdûr, bejnkurt, bejnkin, ango mirovên ku bejna wan zêde kurt e re tê gotin. Bi kurdî 4 nav. Ev jî dewlemendiya zimanê kurdî dide nîşandan.

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply