Şîneşahoyekê Spî

Êvareke hezîranê saet dora heştan bû. Devî û daristan jixwe di bin siyê de mabûn; û roj diçû ber ava. Keçikeke piçûk çêleka xwe -ajaleke hêdî dilivî û westiyayî xuya dikir lê dîsa jî rêhevaleke hêja- dajot malê. Ji aliyê roniya tavê ber bi tariya daristanê ve dimeşîn. Piyên wan nasî rêya qrêj bûn, ne grîng bûka çavên wan qrêjî didît an na.

Heçkû demsala havînê her êvar Sylvia divê çûbûna û demeke drêj li çêlekê geriyabûna heta wê dîtibûna. Xweveşartin di nav devîyan de kêfxweşiyeke mezin bû ji vê çêlekê re. Zingila di stûwê wê de kêm caran lê dixist ji ber ku ew mexluqet têgihîştibû ku bêlivîn raweste, zingil deng dernaxe. Sylvia ser vê yekê divê mîna nêçîrvanekê lê geriyabûna heta wê dîtibûna. Lêgerîn zehfê caran bêhn li keçikê diçikand û sebr pê re nedihişt. Sedem çêlekê şîrekî xweş û zehf dida xwediyên wê hizir dikirin ku ew hayjêhebûneke baş heq dikir. Ji bilî çêrandina çêlekê wextê Sylvia pirr bû. Lê gelek tişt tunebûn ku bên kirin. Carinan wextê asîman bêewr, ba hînik bûna Sylvia lêgerîna çêlekê wek texlîtek leystik didît. Ji bela ku tu zarok tunebûn bileyize bi wan re, Sylvia bi vesihîn beşdarî vê leystikê dibû. Wê rojê jî hêdî hêdî di nav erd û devîyan de geriyabû heta zingilê çêlekê lêxistibû. Sylvia ber bi comaqê ve nêzî wê bû, Sylvia kenî û bi şiveke piçûk berê wê da malê. Ji mêrga şîn derketin, derbasî rêya kêlgehê bûn, çêlek amade bû ku bê dohtin.

Sylvia diheyholî ka wê dapîra wê çi gotibûna, loma hewqas dereng mabûn. Saet pênc û nîvan ji malderketibû lê helbet herkesî zehmetiya dîtina çêleke di demeke kurt de zanibû. Mrs. Tilley -dapîra wê- gelek êvarên havînan çûbû, bixwe li çêleka pîr geriyabû, û nedixwest ji bo ku dereng hatibû malê li erza wê bixe, a rast dapîra wê, bi hebûna Sylvia ku arîkarîya wê dikir di gelek karûbarên kêlgehê de, dilgeş bû. Jinika pîr guman dikir ku derenghatinên keçê her car ne ji ber çêlekê, lê ji ber ku Sylvia dixwest li nav daristanê bigere, bûn. Tu caran zarokeke hewqasî hes ji derve dikir tunebû! Herkesî digot çûna ji bajarekî pîşeger baş bû bo keçika piçûk; herweha bo Sylvia bi xwe jî heçkû berî were kêlgehê tu car nejiyabû. Mrs. Tilleya pîr a biryar dabû ku ji bajêr dere û vegere kêlgehê gotibû “tirsa ji mirovan”. Ji zarowên malektijî ên keça xwe, Sylvia pejirandibû ku bi wê re here kêlgehê, “heke ji mirovan ditirse” Mrs. Tilley domandibû “divê here kêlgehê wê li wir tu kesî nebîne”. Gava piştî rêwîngiyeke drêj gihatine mala kêlgeha tenya, Sylvia ji xwe re gotibû “çiqas dereke şêrîn e ku meriv lê bijî, ez ê tu car nexwazim vegerim bajêr”.

Sylvia û çêlek li ser rêya sîber dimeşîn; çêlek bi gavên hêdî, Sylvia bi ên leztir. Wextê çêlek li ber cokekî ji bo qurtek av sekinî, Sylvia jî mit şipya ma û rawestîya, hişt pîyên wê ên rût di nav avê de hînik bibin. Di nav avê de çû û hat hew dî ku çêlek livîya, Sylvia bi havildarî dengên ji şaxên mezin ên ji banî dihatin dihesand. Dar tijî çûk û dehbeyên hişyar û livînok bûn ên ji hev re digotin êvar baş berî vegerin hêlînên xwe bo şevê. Sylvia vebirrkî da dûv çêlekê, xewa wê dihat wextê ser kevîya rê de diçû. Herwiha ji malê re ewqas nemabû ku bigihinê û hewa jî şen û paqij bû. Li daristanê hewqasî dereng nedima zehfê caran weke vê carê, wî wextê rojê xwe parçeyek ji sîyên tarî û pelên dilivîn dihesiband. D’anî bîra xwe ku berî salekî hatibû kêlgehê, meraq dikir ka gelo her tiştên di wî bajarê galegotî de heman weke dema ew lê dijîya bû? Kurikekî rûsorî li bajêr carê li dûvê diçû û wê ditirsand, hat bîra wê. Nişka ve fîrkeke dîyar û bilindî nezehf dûr seh kir. Ne fîrka çûkekî bû ku herdem dengekî dostane bû, lê fîrka merivekî, a ku wê li bajêr seh dikir, bû. Sylvia dev ji çêlekê qeriya û bi lez çû xwe veşart nav devîkî, lê dereng ma, hatibû dîtin. Dengekî geş bangî wê kir “merheba keçika piçûk! Rêya sereke çiqasî dûr e?”. Bi
lerzîn Sylvia besiv da “hê dûr e”. Newêrîbû rast li merikê ciwanê ku jê pirsîbû meyzêne, lê ji nav deviyê
derket dîsa da dûv çêlekê dema mêrikê ciwan li nik wê dimeşî. Dît ku mêrikê ciwan çivteyek li ser milê xwe hildigirt. Ê biyanî bi nermahî got: “Ez hinek çûkan nêçîr dikim û tê xuyan ez winda bûma, netirse” Herçendî Sylvia wî bernesivand jî biyanîyo axaftina xwe domand: “gelo ez dikarim şevê li mala we bibûrînim, û seharê berbangê dîsa herim nêçîrê?” Hê jî bersiv tune, vêce careke dî xwe ceriband ku wê bide xeberdan: “tu navê xwe ji min re nabêjî?” Sylvia bêhtir tirsiya lê di dawîyê de hêdîka go “Sylvia”.

Mrs. Tilley li ber devê derî disekinî wextê hersêk -Sylvia, çêlek û mêrikê ciwan- hatin dîtin. Gava nêzî malê bûn orînek ji çêlekê hat. Mrs. Tilley ji çêlekê re got: “belê va dawîna dawîn we li mal dibînim” berê xwe da keçikê: “te vê carê wê li kû dît Sylvy?” Sylvia bêdengiya xwe domand, bawer bû ku dapîra wê tênegîştibû grîngiya rewşê. Ji dapîra wê dihat ku ê biyanî paleyekî ji kêlgehên hawîr e. Mêrikê ciwan çivta xwe danî ber derî û tûrikek êxist berê. Paşî ji Mrs. Tilley re got êvarbaş, û çîroka windabûna xwe a li daristanê jê re dubare kir û pirsî ka dikaribû şevê li wir bibûrîne. “Kû der bê ez karim lê binivim, sibehî berî roj biavêjê divê ez herim; vêga ez gelekî birçî me belkî hûn dikarin hinekî şîr bidin min…”

“Belê, helbet hûn ê cehekî çêtir bibînin ser rêya sereke, mîlekî dî ji vir ve; lê dîsa jî hûn bi xêr hatin mala me heke hûn bixwazin li vir bimînin, ez ê niha çêlekê bidoşim û tu xwe li mala bihesibîne. Sylvy keça’m cehekî li ser mase ji bo vî camêrî amade bike.” Sylvia di ceh de biya dapîra xwe kir, dilgeş bû ku tiştinan bike û ew bi xwe jî birçî bû. Tirs jê çû gava dît ku dapîra wê ji ê biyanî natirse. Mêrikê ciwan, ser dîtina maleke piçûka weha paqij û xweş li vî alîyê hov ê New England şaş ma. Zehmetiyên kardariya malî, bikêrhatinên nûjen zanîbû. Û rêz, ji bo vê asta civakî a hogiriya bi mirîşkan re piçûk nedidît, şanî dida.

Bi hişyarî guhdarî ravekirina jina pîr, a jîyana wan a li vî alîyê dûrî welêt kir, li rûwê spîçolkî ê Sylvia û çavên wê ên reş û çirûskî bi havildarîke mezin temaşe kir û pelp kir ku ev şîva herî baş e ku mehek e xwariye. Vêce dûv re hevalên nû nêzî derçikê rûniştin û peyivîn dema heyv bi jor ve dihilta.

Dapîra Sylvia got ji wextê tûtirk û drehan re hindik ma û Sylvia tûtirkan bi nayabî diçinî. Dohtina çêleka sernerm hêsan bû. Tu gazinên wan ji çawanî û çiqasîya şîr nebûn. Mrs. Tilley got çar zarowên wê mirî ne, dêya Sylvia û kurekî wê (belkî ew jî mirî be) li California tenê mane ji wan. Bi xembarî anî zimên: “Kurê min Dan li nav van rêlan diçû nêçîrê, wextê ew li mal bû herdem gelek sûsk û sior hebûn ku bên xwarin. Dan gerokê malbatê bû û tu caran nameyan nedinivîsî. Gava ew demên drêj ji mal dûr dima ez tu car li gel wî ranedibûm. A rastî ger çêbûnbar bûna ez bi xwe diçûm dinê bibînim.”

“Sylvia weke Dan e.” Dapîra wê axaftina xwe domand piştî rawestîna çirkekî. “Sylvia her deverê daristanê zanê herweha zîndewarên lê dijîn jî. Sior tên û ji destên wê dixwin, çûk jî. Ger min lê çavdêrî nekirana wê ew bêxwarin bimana bo wan têr bikê. Ji bilî qijikan, ez jê re dibêjim; ez qayîl im xwedî bikim ji bilî qijikan. Dan carekî qijikek kehî kiribû û li hawîrdor ma heta piştî Dan çûbû jî, me digo qê êdî ê hew dev ji me berde. Dan û bavê xwe qet li hev nedikirin, axir Dan çû û hew vegeriya.” Mêhvan bi dengê kesertijî ê jina pîr nehesiya. Tiştinên dî di hişê wî de bûn.

“Naxwe Sylvia derbarê çûkan de her tiştî zane” Nêçîrvan serî zîvirand ku li keçika piçûk a li ber taveheyvê bêlivîn dirûnişt, a çavên wê xewînkî bûn, meyzêne. “Ez sulusateke çûkan çêdikim, hê ez kurikekî piçûk bûm min destpê kir (Mrs. Tilley bişkurî). Dido anjî sisê texlîtên kêm hene ku ez nêçîra wan dikim.”

Mrs. Tilley pirsî: “tu wan dixê rekehan?” “Oh, na, dagirtî û parastî ne, bi dûzînan ji wan.” Bersiva xwe weha domand: “Û her yekê wan, min bi xwe kuşt û girt. Min roja şemmiyê sê mîlan dûrî vir şîneşahokî spî dît û li dûvî bi vî alî ve hatim. Şîneşahoyên li vî şeqê welêt qet nehatine dîtin” û dîsa zîvirî ku li Sylvia meyzêne bi hêvîya ku ew çûkê kêm, yek ji hevalên wê ên pirtikî be. Lê xuya bû ku Sylvia gweh nedida tiştên mêrikê ciwan digot. Mêrikê ciwan bi perûşkî dom kir “heke te şîneşaho dîtibe, tu wê pê zanibî; çûkekî spî î drêj î ecêb bi pirtikên hilû û lingên drêj û zirav, hêlîneke wî ji qirşan heye li ser serê darên bilind.

Pirtepirta dilê Sylvia zêde kir, wê ev çûkê spî î ecêb zanibû. Carekî li alîyê dî ê daristanê, li mêrgeke avî ye kesk heta berê bi çalepkan çûbû. Evşeke fereh hebû ku li wir tav sor û dijwar bû, lê zil, çîtikên dirêj şîn dibûn, dapîra wê jê re gotibû “neçe wir de ku tu di herîya reş a caboqanî de neteqinî”. Ji vî ciyî wir ve derya hebû, derayaya ku Sylvia di xewnan de didît û xeyal dikir, lê a ku qet nedîtibû. Di şevên bahozî de dengên boş ji deryayê dihatin, fêhm dikir ku ew ne gelek dûr e.

Ê biyanî: “Çiqasî ez dixwazim hêlîna wî şîneşahoyî bibînim, kî hêlîna wî şanî min dabûna; min ê deh dolar bidanê.” û ser vê jî got :” ger pêwîst be ez ê di hemû pişûwa xwe de lê bigerim Mrs. Tilley bi guhdarîke nedabeşkirî li gotinên wî hesand. Lê Sylvia tu nîşana havildarî bo xeberdanên derbarê çûkan de neda. Li gel vê jî Sylvia her peyva hatî gotin seh kiribû û wê şevê tiştên nayab ku karibû bi deh dolaran bikire di hişê xwe de bir û anî, bir û anî.

Roja dî nêçîrvanê ciwan û Sylvia vegeriyan daristanê. Tirsa wê, a vî hogirê baş ê ku dilawerî û camêrî a xwe drûv kir, tev çûbû. Wî gelek tişt di derbarê çûkan de jê re got, li kû dijîn, çi dikarin bikin. Û çeqokek da wê. Hemûwê rojê carekî jî nekir ku keçik endîşe bigire û bitirse ji bilî wextê wî bi çivta xwe berda hinek zîndewaran. Bê wê çivtê Sylvia wê gelek zehftir kêfa xwe ji wî re bianîna. Tiştekî bi taybetî wê şaş dihişt: diyar bû ku camêr pirr hezkirî e çûkan bû; lê êdî çawa dixwest wan bikuje? Lê dema roj diborî wê bi heyranî wî temaşe dikir, tu caran yekî ewqasî bedew û xoş nedîtibû. Carnan dirawestîn, guh didan çîwçîwka çûkan dûv re dîsa dimeşîn, şaxên pêşiya xwe ên rê li wan digirtin ji hev diveqetandin. Kêm caran bi pistepist pev re dipeyivîn. Mêrikê ciwan li pêş diçû, Sylvia jî bi çavên reş ên hê bi çend gavan li dûv bû.

Xemgîn bû Sylvia. Sedem dîtina şîneşahoyê spî zor bû, lê pêşekiya mêhvan nekir, tenê li dûv çû û qet pêşî neaxivî. Awaza dengê wê, wê wê bi xwe tirsandibûna – bersivdana bi erê anjî na, wextê pêdivî hebûna, têra xwe zor bû-. Axir êvarê danî û pev re çêlek anîn mal. Mêrikê ciwan biryar da ku şeveke dî jî li cem mala Mrs. Tilley bimîne. Sylvia bi şahî bişkurî wextê, ji ciyê ku êvara dî fîrka ê biyanî bihîstibû, bûrîn.

Ji malê nîv-mîl dûr, li kevîyeke daristanê dera erd herî bilind, darkajake mezin hebû, mînaka dawîna texlîtê xwe, hêj mezin dibû. Tu kesî nikaribû gotibûna ka çawa ew dara kajê a tenê li wir bû. Darvanên ku darên dorûberê birrîbûn zû ve mirî anjî çûyî bûn; daristanek xwerû ji pêlav wan ên birrî mezin bûbû. Serê vê dara kaja mezin ji ên darên mayî tevan bilindtir bû, û jê bi mîlan dûrahî dihat dîtin. Sylvia vê yekê baş zanîbû. Bawer bû kî hilkişê serê wê karibû zeryayê bibînê. Gelek caran destê xwe danîbû ser qurmê wê ê hişk, û li wan şaxên tarî ên bi bayê herdem dihejîn – her çiqas hewa xwarê germ û bêlept bûwa jî- dimeyzand. Vêga dar bi kêfxweşiyeke nû di bîra wê de bû ji bo ku heke di spêdê de hilkişiyabûna serê wê; çima hemû dinya nedîtibûna û bi hêsanî cîyê hêlîna şîneşahoyê spî hîn nebûbûna. Li gorî rêhevalê wê ê nû, şîneşaho şeveqê zû bi zeraqên pêşîn ên rojê ve çûbû.

Çi serpêhatiyek! Çi şahiyek! Çi melhezek nayab bo pêderxistina nepena hêlîna şîneşahoyê spî! Wextê nêçîrvanê ciwan û mazûvana wî heft xewn didîtin wê şevê Sylvia hê jî baş şîyar bû, xew ji bîr kiribû. Şeva qut a havînê wek tarîya drêj a zivistanê dihat jê re. Axir biryar da ku wextê çûnê ye. Bi dizî derket derve, bi nav daristanê ve bi evşa wî alî ve da lezê. Carekî tirsiya ku şeveq zû were û çûk çûyî be, lê gava dara mezin xuya kir hê heyva spî bi tu deverî ve nerevîbû. Bi gihatina binê darê, derketina ser serê wê hizir kir, pîk û telîkên wê ên rût weke pencên çûkan wê, bi sêlmeke ku digihat banî û banî heme bêje heta bi asîman, bi xwe girtibûna. Pêşî divê hilkişiyabûna ser darberrûwa spî a di ber darkajê re mezin dibû.

Di nav şaxên tarî û pelên kesk ên ku bi xunavê giran û şil bûbûn rêya xwe divekir. Çûkek tirsand kir ku ji hêlîna xwe firrî, siorekî sohr wek ji neyarekî birevê da revê. Sylvia bi hêsanî rêya xwe didît. Zehf caran hilkişiyabû wir û zanîbû ku li bilindahiya darê şaxên wê ên jor li qurmê darkaja mezin diketin. Li wir wextê ew ji darekî derbasî dara dî bûna, wê hingî maceraya wê a mezin destpêkiribûna. Sylvia hilkişî ser çiqilê dawîya darberrûwê û gavakî wêrek avet nav dara pîr. Hilkişîna ser darkajê çetîntir bû; divê banîtir herana û xwe pê ve jidandibûna. Çiqil li cilên wê û pora wê dialiqîn, wek striyan çermê wê dixeritandin û dixwerandin. Beytik û çûkên dî ên jêr şîyar dibûn û bi nav daran ve dest bi firrê dikirin. Zarokê fêhm kir ku divê lez bike. Çiqasî bi banî ve hildikiya tu dibê qî dar bilindtir dibû, lê wê domand hilkişe ser qurmê darê jortir û leztir. Wextê şaxê dawî ê bi strî li pey xwe hişt, rûwê wê mîna stêrek spî. Lerzokî û westehayî radiwestî li serê darê. Erê, wa derya bû û li ser wê jî şewqa tavê û li alî rohilat ve dido şahbazên difrîn didît Sylvia. Çiqasî nizm xuya dikirin ji cehê ew lê disekinî! Bi roava ve bi mîlan daristan û kêlgeh hebûn, dêrên piçûk û gundan didît Sylvya me.

Çûk bêhtir çîwçiwîn, axir tav bi ronahîyeke awarte hilta. Sylvia babirrên spî ên keştiyên ser deryayê didît û ewrên pêşî mor û sohr û zer vêce spî dibûn. Hêlîna şîneşaho di nav waqas şaxên şîn de gelo li kû bû? Xelata hilkişîna bilindahiyek wiha, tenê ev dîmena nayab a deryayê bû? Çavan li xwe bell kir û li dera ku cara pêşî şîneşahoyê spî dîtibû, pingeke spî mîna pirtikekî dît. Xwe hilta banî û nêztir bû, dûv re ji darkajê bi perên vekişî bûrî. Kêlîkeke dî dît ku şîneşaho divegere, li ser şaxekî nezehf xwarî wê danî. Sylvia bêlivîn ma, telîkek jî nedilepitand. Paşî çûkên din danîn ser darê, şîneşaho ji çîwçîwa wan adiz bû hilfirî. Sylvia, li çûkê xwe diberda nav şînahîya jêrê, temaşe kir. Êdî nepena çûk zanîbû û qayîl bi vê zanînê, xwe berda bi xwar ve. Meraq dikir ka wê ê biyanî çi jê re gotibûna û çi fikirîbûna wextê wê ji wî re gotibûna çawa hêlîna şîneşaho bibînê.

Dapîra wê a pîr bangî kir: “Sylvy, Sylvy!” lê tu kesî wê bernesivand, textê piçûk ê xewgehê vala bû, û Sylvia winda bûbû. Mêhvan ji xewnekî şîyar bû, şahiya rojê a pêşîya wî hat bîrê û lez kir ku cilan li xwe bikê. Fikirî “helbet vê keçika piçûk a şermokî çûkê spî dîtiye, daristanê fena wan zîndewarên hov ên li wir dijîn zane, divê ez pê bidim gotin.” Dûv re wî wê dît. Ji her carî zerokîtir bû, cilên lê di dernan de qetiyayî, mil û lingên wê xwînî û brînî. Dapîrê û nêçîrvano rawestîn û wê dane ber pirsan, hingî wextê axaftinê bû.

Herçendî dapîra wê li erza wê da û herçiqasî çavên narîn ên mêrikê ciwan rast li nav ên wê rêntin herweha Sylvia neşitexilî. Wî karibû wan bi peran zengîn bike; peyvbir dabû, û ew jî feqîr bûn. Tişta ku anîbûna ziman wê wan pirr bextewar bikira. Na, divê bêdeng bimana! Nikaribû peyvekî jî bêje. Xişxişa şaxên şîn ên darkajê hê jî di guhên wê de bû. Hate bîrê ka çawa şîneşaho ji asîmanên şîn bi firîn hat, û wan derya û hiltana tavê pev re temaşe kirin; Sylvia nikaribû biaxive, nikarîbû cehê hêlîna şîneşaho bêje û jîyana wî bibexşîne wan.

Berêvarkî mêhvan hêvîşkestî çû. Dilrastî bo hevalên wê ên hov li daristanê, bi ser hijkirin û heyranîya wê bo mêrikê ciwan ketibû. Lê veqetîn serpêhatiya dilgîrtirîn bû di hemû neh salên jiyana wê de; dixwest xizmetî wî bikê, li dûvî herê, û hijî bike wek seyekî hij xweyîyê xwe dikê. Gelek şevan Sylvia fîrka wî a wextê di ser rê de ew û çêleka pîr hêdî hêdî dihatin malê dianî bîra xwe. Ew kesera ku, gava teqîn ji çivta wî dibihîst û dema didît ku çûk bêdeng dikevin erdê, wextê lorîn û stranên wan dihişîn, wextê pirtikên wan ên rind bi xwînê gemarî dibûn, dikişand jî, ji bîr kir. Çûk hevalên çêtir bûn ji nêçîrvanan? Kî zane?

Ax daristan! Giyandarên kovî ên daristanê! Şabaşên xwe bînin û nepeniyên xwe ji vê zaroka tenê a daristanê re vebêjin.

Sarah Orne Jewett
Wergera ji Ingilîzî: Tamazxaa Maloox

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 1em

Derbar Çand Name

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply