Yekemîn Rêxistin û Rêxistibûna Jinên Kurd

Yekemîn rêxistina jinên kurd, berîya 97 salan hate damezirandin. Di hejmara 26ê Nîsana 1919yê rojnameya Serbestîyê de, bi navê “Sazîyeke nû ya kurdan” nûçeyek hatîye belavkirin û di vê nûçeyê de agahdarîya damezirandina Cemîyeta Tealîya Jinên Kurd [Komeleya Pêşketina Jinên Kurd-KPJK] hatîye belavkirin. Dema em li kovar û rojnameyên wê demê binêrin, em dibînin ku nivîs û nûçeyên li ser jinên kurd, berîya Serbestî jî di nav rûpelên weşanên wekî Rojî Kurd, Hetavî Kurd, Jîn, Kurdistan û wd. de jî hatine belavkirin. Herweha berîya wê jî di çavkanîyên cur bi cur de li ser jinên kurd gelek nivîs hatine belavkirin, lêbelê xusûsiyeta vê nûçe û pêngavê ev e ku têkoşîna jinên kurd, cara pêşîyê digîje dereceya rêxistina xweser a jinan di daîreya têkoşîna neteweyî ya milletê kurd de.

Komeleya Pêşketina Jinên Kurd, bi Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTKê) ve girêdayî bû. Di daxuyaniya wan de meqseda cemîyetê bi vî awayî hatîye beyankirin: “Pêkanîna pêşxistina jinên kurd bi zîhnîyeteke hevdemî; pêkanîna esasên jîyana malbatî û zêdekirina hilberîna wê ya di jîyana sosyal de; ji ber tehcîr û kuştinê, gelek zarokên kurd sêwî û jinên wan jî jinebî mane, divê xweyîtî û alîkarîya wan bête kirin û karibin wan ji vê sefaletê xelas bikin.”[1] Edîtoriya Serbestî di berdewamîya nûçeyê de dibêje: “Em damezirênerên cemîyetê tebrîk dikin û hêvî dikin mexseda wan a bilind pêk bête… Ji bo wergirtina destûra fermî, cemîyet di demeke nêzîk de beyannameya xwe pêşkêşî hikûmetê dike û ji erêkirinê şûn ve, wê dest bi qeydkirina endaman bike.”[2]

Du roj piştî belavkirina vê nûçeyê, ji alîyê edîtoriya Serbestî ve nivîsek bi navê “Kurd û Kurdistan: Jinên Kurd” hatîye belavkirin û di naveroka vê nivîsê de, damezirandina Komeleya Pêşketina Jinên Kurd, bi memnûnîyeteke bêsînor hatîye pêşwazîkirin û li ser vê hewldanê gotîye:

“Ji bo pêkanîna rizgarî û paşeroja Kurdistana me ya ezîz û xoşewîst, xîret û xebateke zêde pêwîst e. Di vê xebatê de îştiraqkirin û beşdarbûna jinên me yên necîp, bêguman zewqeke bilind a însanî û wijdanî dide mirov.

Ji alîyê her kesî ve malûm e ku ji bo pêşkevtin û gihandina milletan, tesîreke kûr û gewre ya jinan heye.

Di welatê me de, delîlên muxtelîf hene û didin dîyarkirin ku ev heqîqeta esasî bi şayesteyî hatîye îdraqkirin. Çawa ku jinên kurd di malbatê de xwedîyê rêzgirtin û mewqîyek bijarte ne, dayikên kurd jî di navenda jîyana neteweyî de cî digrin û ji alîyê mêrên kurd ve bi hîsseke bilind û pîroz têne dîtin.

Li Kurdistanê jin, endameke rêzdar a malbatê ye. Mêrên kurd îhtîmameke mezin didin jinan û baş dizanin, destên ku hêlekanê bihejînin wê hukmê cîhanê jî bikin.”[3]

Roja 21ê Gulana 1919yê, nûçeyeke nû hatîye belavkirin û dibêje: “Berî niha hatibû aşkerekirin ku wê roja pêncşemê, vekirina Komeleya Pêşketina Jinên Kurd bi awayekî fermî bête ragihandin. Lêbelê vekirin, ji bo demeke nedîyar hatîye paşvexistin.”[4]

Ji nivîsa Memdûh Selîm Begî dîyar dibe ku çend roj piştî vê daxuyanîyê, bi awayekî fermî KPJK hatîye vekirin. Memdûh Selîm di 26ê Gulana 1919yê de, bi munasebeta damezirandina vê komelê, di nivîsa xwe ya ku bi navê “Du eserên xêrdar” de, pîrozbahî li damezirandina komelê dike û nêrîna xwe ya li ser vê babetê bi kurtahî weha tîne ziman: “Jinên milletekî, pîvana dereceya pêşkevtina wê milletê dîyar dikin… ”[5]

Tuzûka (peyreva) komeleyê di Çapxaneya Cîhana Jinan de hatîye çapkirin ku xwedîyê vê çapxaneyê rojnamevanê navdar Mewlanzade Rifat bû û hevjîna wî Ûlvîye Xanim jî serpereştîya kovara Kadinlar Dunyası [Cîhana Jinan] dikir. Di tuzûka komeleyê de li ser rêbaz û awayê pêkanîna mexsedê weha hatîye gotin:

“Komeleya me ji bo ku mexsedên xwe pêk bîne dê rojnameyan, mecmûayan, pirtûk û rîsaleyan neşir bike, şûbeyan, mutaalexane û pirtûkxaneyan veke, konferansan saz bike û dersên serbest bide.”[6]

“Yekemîn çalakîya KPJK, di 20 Hezîrana 1919yê de mewlûdekê li taxa Sultanehmedê dide xwendin û di vê mewlûdê de armanca komeleyê ji alîyê Encûm Yamûlkî[7] ve tête ragihandin.”[8]  

Li gorî benda 15. a tuzûka komeleyê, “Heyeta îdarî; ji serok, du wekîlên serok, şeş endam û muhasibek pêk tê.”[9]Lêbelê li ser navê seroka komeleyê nedîyarîyek heye, li gor hinek çavkanîyan Encûm Yamûlkî seroka vê komelê bû. Lêbelê li gor nûçeyeke rojnameya Îstiqlal a roja 09.07.1919yê, Emîne Xanim a hevjîna Şerîf Paşa wek seroka KPJK hatîye hilbijartin.[10]

Abdurehman Rehmî yê Hekkarî di nivîsa xwe ya navborî de dibêje: “Dilgermîya neteweyî ya jinan û bi taybetî jî ya jinên kurd, dê ji gelek birînên Kurdistanê re bibe derman. Ev hewldan, wê di hizura cîhana medenî de nîşan bide ku kurd xwedîyê fikiryatên hevdemî ne.”[11]

Seîd Veroj- Peyamakurd

Li ser xebat û çalakîyên KPJK, agahdarîyên berfireh li ber dest nînin. Ji ber ku KPJK bi Cemîyeta Tealîya Kurdistanê ve girêdayî bû, bi îhtimaleke mezin serûvena herduyan bi hev ve girêdayî bûye.  Piştî damezirandina KPJK, ji demekî kurt şûn ve Cemîyeta Tealîya Kurdistanê pêşîyê parçe dibe û paşê ji alîyê hikûmeta Stenbolê ve biryara girtina wê tête dayin. Wisa xuya dibe ku di vê pêvajoyê de xebatên KPJK jî hatine rawestandin.
[1] Serbestî, Yeni bir Kürd müessesi: Kürd Kadınları Teali Cemiyeti, no: 477, 26ê Nîsana 1919
[2] A. Rehmîyê Hekkarî, Kürdler ve Kürdistan: Kürd kadınlarımız [Kurd û Kurdistan: Jinên kurd], Serbestî, no: 479, 28ê Nîsana 1919
[3] Serbestî, Kürdler ve Kürdistan: Kürd kadınlarımız [Kurd û Kurdistan: Jinên kurd], no: 479, 28ê Nîsana 191
[4] Kürd Kadınları Teali Cemiyeti, Serbestî, no: 498, 21ê Gulana 1919, r. 2
[5] Memdûh Selîm Begî, İki hayırlı eser [Du eserên xêrdar], Jîn, no: 20, 26ê Gulana 1919, Wergera M. Emîn Bozaslan, weşanxaneya Deng, Sweden, 1998
[6] Kürt Kadınları Teali Cemiyeti Nizâmnâmesi, Toplumsal Tarih, sayı: 111, Mart 2003
[7] Encûm Yamûlkî, yek ji rêvebirên komeleyê ye û keça Mustefa Paşayê Yamûlkî ye. bn. j. b., Shahrzad Mojab, r. 91
[8] Encûm Yamûlkî, Bir Konuşma [Axaftinek], Jîn, no: 22, Wergera M. Emîn Bozaslan, weşanxana Deng, Sweden, 1998
[9] Kürt Kadınları Teali Cemiyeti Nizâmnâmesi, Toplumsal Tarih, sayı: 111, Mart 2003
[10] Shahrzad Mojab, Devletsiz Ulusun Kadınlar [Jinên Neteweya Bêdewlet], Avesta Yayınları,2005, Stenbol, r. 91
[11] A. Rehmîyê Hekkarî, Kürdler ve Kurdistan; Kürd hemşirelerimiz [kadınlarımız], Serbestî, no: 479, 28 Nisan 1919

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply