Hevaltiyê Kew û Ço û Tizbîyê

Em sê heval bûn. Omerê Mem Çolê, Îmamê Mastê Çuçê û Xalê Keçê. Me çi kir, çi ne kir! 80- 90 sal umir. Me çavên xwe li Çiyayê Qizildaxê vekir, paşê dewr û dewranê li Çiyayê Spî. Gava ku em ji dest û pîyan ketin, em dîsa vegeriyan cîhê destpêka jîyanê xwe, Qizildaxê şewitî.

Em bi dest û lingên hevdu digerîyan. Dilê me bi hev re girêdayî bû, dilê me bi hev re diavêt.
Nan û xwêya me, zor û zehmetiyên jiyanên me, sarî û nediyarbûna mirinê me, dinya û axreta me, dojeh û bihuşta me tevlî hev bû.

Em sê heval bûn. Sê stêrkên bêxwedan, sê dilsoz, sê windabûyîn. Omerê kewê û Îmamê çoyê û Xalê tizbîyê. Tim di dest Omer de kewên rengareng, kewên bi her meqamî dixwînin hebûn. Tim di dest Îmem de çoyê şivaniyê hebû, çoyê di dest wî de bibû destek din. Tim di dest Xalê de tizbîyên cûr bi cûr hebûn, tizbîyên bêhna mala Xwedê jê difûrîn. Hevaltiya me hevaltiya kew û ço û tizbîyê bû. Kewê Omer, çoyê Îmem û tizbîyê Xalê. Ji bo wan, van her sê tişt pîroz bûn; ji bo wê jî tim ji hev re birêz bûn.

Dilê Omer bi kewan re difûrîya, yê Îmem bi ço re diçû û yê Xalê bi tizbîyê re diavêt. Çi dem û dewranên xweş bûn. Em bi gavekê ve digehîştin Çiyayê Spî. Me li hemû deşta Semsûrê û li çiyayê Semsûrê pez çêrandiye. Me mal ava kiriyê li ser pîya. Zar û zêçên xwe zewicandine. Me gelek şahî û bextewarî jî dîtiye, bi êş û azarên xwe ve. Jixwe di jîyana me de şahî û êş tim hevalcêwî bûn; yek bêyî yê din nedihat, yek bêyî yê din nedibû, yek bêyî yê din nedijîya. Mîna Çiyayê Qizildaxê û Çiyayê Spî. Lewra hemû umrê me di navbera herdu çiyan de bihûrîbû.

Me çavên xwe vekirin di destên me de zarokên me, li ber çavên me çûn dost û nasên me. Di yek cihokî de diçûn rir û razên me, li ber lingên me dişikêşt cêrê biranînên me. Qet kêm nedibûn ewrên xembar li ser sivingên çavên me. Qet nediçû teyrê mirinê li ser serê me. Dor bi dor dihat teyrê mirinê me.
Dema ku emirê Xwedê ji bo Îmamê Mastê Çuçê hat, hîn çoyê şivaniyê di destê wî de bû. Heman dû wî, Omerê Mem Çolê bi kewan xwe ve bar kir ü çû. Fûriya û çûbû Omer. Gava ku emirê Xwedê ji bo Xalê Keçê hatibû, dîsa destê wî de tizbîya nod û neh hebî hebû. Mîna bibêji ku ew bi wî şiklî hatibû dinyayê û bi eynî şiklî bar kir û çûbû.

Eger ku rojekê riya we li Çiyayê Qizildaxê keve, seriyekî li mezelên her sê hevalan xin. Lewra mezelên her sê hevalan jî di dorekê de li ba hev in.

Wan wasîyet kiribû û gotibû:

Li vê dinyayê em tim li ba hev bûn.

Daxwazê ji Xwedêya me ew ê ku em li wî alî jî li ba hev bibin.

Ji bo wê jî mezelên me her sê hevalan jî li ba hev çê kin.

Ma nan û xwêya me tevlî axa gora me bibe.

Ma dinya û alem bizane ku li vir mezela sê hevalên dilsoz heye.

Ma her kes bizane hevaltî û dostanî çawa dibe. Me her sê hevalan bi hemû jiyana xwe ve dostaniya rasteqîn îsbat kiriye.

Belkî Rabbîl Alemîn ji bo xatirê wê dostaniya rasteqîn me efû bike, deriye bihuşta xwe li ber me veke.

Belkî ji bo xatire kewên Omer, ji bo xatirê çoyê Îmem, ji bo xatirê tizbîyê Xalê em li bihuştê
jî bi hev re bijîn.Hîkmeta îş û karên Xwedê kes pê nizane.

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply