Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha
Qedrî Sipranî
çûkeke çiyayî me ez
min ba diye baran diye
berf û bapûk û tofan diye
li deşt û naverastan nihêriye
rojê pênc caran bangî xwedê
hezar û pênc caran bangî dinê kiriye
dinê xwe kerr û ker kiriye
xwedê tenê xwedê zane ku çi kiriye!
ISBN: 978-625-6605-03-9
Ebat: 13.50*21.00 cm
Rûpel: 104
Kapak: Karton Kapak
Kategorî: Şiir
Ziman: Kurdiya Kurmancî
Weşanxane:Nûbihar
§§§§§§
Risteyên Kaptan
Pablo Neruda
Wergêr: Talat İnanç
Ev stranên Pablo Nerûda ji nav bayên hêşîn û bagerên sor û qemirî bilind dibin. “Evîn”,
“Xwez û Vîn”, “Qehr û Xeyd” û “Jîn”!
Evîn şeng û şad e, Xwez û Vîn dibe kemîn û êrîş û tinekirin û pişavtin.
Qehr û Xeyd bi rik û behc û xişm û xezeb û hêrs û hewom difûre, li bers û hesaban dipirse.
Û Jîn di aramiya hiş û hidam de diherike, dimeşe, pêş ve diçe.
Pesn in ev stran, bi sosin û bûkikan mişt û tije ne; bîhna garis û nanê germ, beza hespan,
pêlên zîv û xirpûkan, gil û lajwerd, tilisma asîman û sîber û roj û behr û birq û bihar û ba û
rûbaran, gaz û bêlan, şiverêkên nepen, can û ten, bejn û beden, ar û pêt tê de ne.
Talat İnanç, vî agirê bi şewt û şewatê di tendûra xwe ya xumxumî de dadayî bi zimanê
Kurmancî dubare dike û bi me digîne.
ISBN: 78-625-6605-04-6
Ebat: 13.50*21.00 cm
Rûpel: 112
Kapak: Karton Kapak
Kategorî: Şiir
Ziman: Kurdiya Kurmancî
Weşanxane:Nûbihar