Ferhenga Têgehên Bedenê

JI WEŞANXANEYA SÎTAVÊ BERHEMEKE NÛ!
Van salên dawî gelek xebatên girîng têne kirin li ser ferhenga kurdî. Her ku ew xebat têne kirin, dewlemendîya zimanê kurdî derdikeve pêş. Ev xebata li ber destê we jî yek ji wan xebatên girîng e ku li ser ferhenga kurdî hatîye kirin. Heta niha di kurdî de ferhengeke xweser li ser peyvên ku ji laşê mirov çêdibin nehatîye kirin. Nivîskar piştî xebata heft salan ev ferheng raberî xwîner û ferhengnasên kurdî kir. Ev ferheng bi deh hezaran peyvên ji laşê mirov çêbûne di nava xwe de dihewîne.
Yek ji girîngiya vê ferhengê ew e ku peyvên ji hemû zaravayên kurdî di xwe de digire.
Em di wê bawerîyê de ne ku ev ferheng dê sûdeke mezin bide zimanê kurdî û dê dewlemendîyeke bêhempa ji dewlemendîya zimanê kurdî zêde bike. Em hêvî dikin ev ferheng di warê zimannasiyê (languistic) de jî bibe sedema lêkolîn û lênêrînê.
Em dizanin di deryaya zar û zimanê Kurdî de, hê gelek peyv û bêje mane ku li çapên ferhengan zêde bibin. Di salên pêş de dê bi xebatên xemxurên zimanê kurdî gelek peyv dê lê zêde bibin, ji ber ku ev taybetmendî bi vê berfirehiyê tenê di zimanê kurdî de tê dîtin û ev jî kevnarî û kûrahiya zimanê Kurdî û gelê kurd nîşan dide li ser axa ku bi hezaran sale li ser dijî.
Ev ferhenga Qendîl Şeyxbizinî amade kiriye û berhem 1080 rûpel e.
Ji bo xwestinê Tel-Watsap: 0 544 559 28 03

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply