Danasîn

Ji sehabe Caban El-Kurdî heta murşid Ebu’l Wefayê Kurdî

Di lêkolîn û lêgerînên xwe de, qenaetek li min peyda buye ku di ser eşîra mezin a kurd a tarîxî; Cawaniyan re dikare peywendiyeka dîrokî-civakî di navbera Caban El Kurdîyê sehabeyê pêxemberê îslamê Hz Muhammed û damezrênerê terîqeta Wefaiyeyê; (murşidê hema hema hemu şaxên elewîtiya Anadoluyê û Kurdistanê yên kurd û tirk) Ebu’l Wefa el Kurdî de hebe. Helbet belgeyên xurt li ba min tunene. Lê …

Bêhtir »

ŞEREFNAME TEWARÎXÊ QEDÎMÊ KURDISTAN

Nivîskar: Şeref Xan Werger: Mela Mehmûdê Bazîdî (1797-1867) Amadekar: Seîd Dêreşî   Şerefname jêdereke esasî ya dîroka Kurdan e; ji aliyê dîrokzan û hikumdarê Mîrektiya Bidlîsê Şeref Xanê Bidlîsî ve di sala 1597an de bi zimanê Farisî hatiye nivîsîn. François Bernard Charmoy -ku wergêrê Şerefnameyê yê bal Fransî ye- derbarê girîngiya wê de wiha dibêje: “Rêbaza dîrokzaniya Şerefuddîn, ji uslûba …

Bêhtir »

Mela Musayê Celalî yê Bazîdî

Mela Musayê Celalî yê Bazîdî 1938-2021an de jiyaye û Şerha Mem û Zînê nivîsandiye. Zana û Nivîskar, şirovekerê fiqih û ziman yê kurd bi navûdeng Seydayê Mezin Mela Musayê Celalî yê Bazîdî 1938-2021an, Mela Mûsa li Bakûrê Kurdistanê û herêma Serhedê ji girîngtrîn çaremîn kesê li yê Bazîdê ye, piştî Ehmedê Xanî, Ûsibê Bazîdî û Şêx Mustafa Tanrîverdî ye. Ew …

Bêhtir »

Li derheqê gundê Comanîyê de çend gotin

Li ser gund çend gotin: Gundê me li ser Hawêl (Baykan)a Sêrtê ye. Bi xwezaya xwe gelek şên, xweş û geş e. Ne şaş bim nêzîkî 4 hezar şênîyên wî hene. Ji ber wê, şaredarîya wî jî heye ango “belde” ye. Ne çiya ye ne deşt e. Ne sar ne germe e. Digel gelek fêkî û darteaman bexçewanî û cotkarîya …

Bêhtir »

Îran Xanim: Hawarek Ji Ûrmiyeyê

Îran Xan yan jî Îran Xanim, di sala 1951an de li gundê Îçkeso, navçeya Somabira Dostê, ku li ser bajarê Ûrmiyeyê ye ji dayîk bûye. Vê jina Kurd a hunermend di dîroka dengbêjiyê de cihekî taybet girtiye. Vê jina berxwedêr û serhildêr, dema ku çi jinekê mafê xwe nedizanî li hember mêrên temen mezin dengê xwe derxîne, dengê dilê xwe …

Bêhtir »

PORTRE: Mamosteyeke Kurd li Oxfordê, OZLEM BELÇİM GALİP

Mamosteyeke Kurd li Oxfordê Kesên ku bi lêkolînên edebiyat û romana Kurdî eleqadar dibin teqez navê wê bihîstine. Lewre ew li Zanîngeha Oxfordê yekem kes bû ku dersên zimanê Kurdî da destpêkirin. Herwiha bi Abidin Parilti re kitêba bi navê “Kürt Romanı Okuma Kılavuzu” (Rêbera Xwendina Romana Kurdî) amade kir. Wê demê di rojname û kovarên Tirkî de li ser …

Bêhtir »

PoPirs: Berfîn Zenderlioğlu

Ji beşa Rexnegiriya Tiyatroyê û Dramatûrjiyê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bûye. Di kovara edebiyatê ya “Jiyana Rewşen” de xebitî. Ev kovar di bin banê NÇMyê de di navbera salên 1999-2003yan de derket. Demekê dersên deng, şan,tembûr û gîtarê girtin. Di navbera salên 2004 û 2008an de li Şanoya Seyri Meselê lîstikvanî, perwerdekarî û organîzatorî kir. Di 2008an de tevî Mîrza …

Bêhtir »

Helbestvanê Kurd Seydayê Gurdilî (Mele Îmadeddîn)

“Ruh û canêm bi qurban bin ji bo te xakî Kurdistan Ji bîra min tu naçî ez heta werbim di goristan.”   1. Cîyê jidayikbûn, malbat û perwerdeyîya wî Îmadeddîn kurê Mele Hesen e û Mele Hesen jî kurê Feqe Elî ye. Malbata wan ji gundê Kirîva ye û Kirîva jî bi girêdayî qeza Misircê (Qurtelanê) ye. Ew bi xwe …

Bêhtir »