Melayê Bateyî Nasbikin!

Melayê Batê yan jî Mela Hesenê Bateyî helbestvan, wêjevan û nivîskarekî klasîkê kurd e. Navê Melayê Bateyî yê rastîn Hesen e.Melayê Batê, sala 1417an li gundê Batê ya ser bi Colemêrgê ji dayîk bûye . Navê bavê wî Mistefa ye û ji malbatên koçer in. Di sala 1491an de jî koça dawî kiriye.(rehma xwedê li wî be)
Mela Bateyî her wekî ji navê wî tê zanîn mela û seyda bûye. Mirovekî oldar û Xwedêtirs bûye. (li malbateke oldar çavên xwe vekiriye) Di zanîna edebiyat, dîrok, hedîs, tefsîr, fiqih û kelamê de jî mahir bûye. Pêşi li cem birayê xwe destpê xwendinê kirîye, dûre li medreseya Mîr Zeynel beg xwendinê domandiye.
Berhemên wî ev in:
-Mewlûda Melayê Batê (Mewlûda Kurdî)
-Dîwana Bateyî
-Destana Zembîlfiroş
Mewlûda Melayê Bateyî berhemeke girîng a edebiyata Kurdî ya klasîk e. Mewlûda Kurdî helbesta Melayê Batê ye, ku di hemî mihrîcanên rojbûna Mihemed Pêxember de tê xwandin. Ev helbest dîrokî û wêjeyî ye.
Heta dema nivîsandina mewlûda Bateyî kurdan, mewlûdên Erebî bikar dianîn.Di nava gelê Kurd de xwendina mewlûdên Kurdî bi Melayê Bateyî dest pê kirîye. Îro jî mewlûd bi Kurdî tên xwendin. Di mewlûdê de mijar Muhammed aleyhîselam e. (kengî zarokek çêbibe, kengî kurek bê sinetkirin, roja dawetekê, yek ji hecê hat hwd. neha jî tê xwendin)
Mewlûd bi awayê helbestê (Mesnewî) hatîye nivîsandin. Weke mewlûdên din, Bateyî jî mewlûda xwe bi besmele destpê kiriye. Ez bawer im û dizanim ku; armanca Melayê Bateyî, dewlemendiya zimanê şêrîn eşkere kirin bû. Ji ereb, faris û tirka ra peyamek girîng dişand. Di got zimanê kurdî dewlemend e û em dikarin bi zimanê xwe mewlûd binivîsin û bixwînin. Mewlûd di nav kevneşopiyên me de cihê kî girîng digire.
Mînak;
Hemdê bêhed bo Xudayê ‘alemîn
Ew Xudayê daye me dînê mubîn
Em kirîne ummeta xeyr-ul beşer
Tabi’ê wî muqtedayê namiwer
Ew Xudayê malikê mulkê ‘ezîm
Daye me mîrasa Qur’ana Kerîm
Mijarê helbestên Bateyî; tesewuf, evîn û hezkirin in.
Di helbestên evîn û hezkirinê de motîfên tesewuf baş xuya dike.
Mînak;
Bê mey û bê dewayekî
Bê def û ceng û nayekî
Dîn diketin Melayekî
Cezbeyê dilrûbayê zulf
Bateyî gelek evîndar e. Lewra bê mey serxweş dibe û di helbestên xwe de şanî me dide. Di edebiyata klasîk de aşiq ji saqî mey dixwaze û bi mey serxweş dibe.
Mînak;
Bê bade lew serxweş im…
Helbestên Melayê Bateyî bi nav û deng in. Ez bi taybetî ji helbesta “qiblegaha aşiqan” hez dikim. Jixwe min Melayê Bateyî bi vê helbestê nas kir. Bandora vê helbestê li ser min zêdeye. Wek helbestên wî yên din watedar, bi qafîye û ji dil e. Ez dixwazim pariyek ji vê helbestê binivîsim.
“subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu
çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî
tu bo xwudê key bêje min kanê şepala kê yî tu
dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu
Du keçên wî û kurek wî hebûne. Navê kêçen wî; Asmîn û Zilfê, navê kurê wî jî Tahir e.
Melayê Bateyî bi taybetî navê keçên xwe, di helbestên xwe de nivîsîne.
 (bo Zilfê)
“Aşiqê zulfa reş im
Aşiqê şeyda ye zulf
Bê bade lew sexweş im
Serxweşê şeyda ye zulf “
(Bo Asmîn)
“Meşa selwa me ebdalan
Xwihê avête alalan
Şepala taze asmîn e
Ji asmîn û terazîm bû
Bi naz û işwe mezin bû
Xirêna toq û bazin bû
Guhar şor bûn li ser sîne”
 ev nivîsandinên Mela; qedrê ku didê keçên xwe eşkere dike…
Pir tişt hene ku binivîsim lê naxwazim zêde dirêj bikim.Tiştên ku di dilê mirova de derbas dibe bi tenê Xwedê dizane.Qasî ku min nenivîsiye jî di dilê min de mane. Armanca min ev bû ku ez Melayê Bateyî bi we bidim nasîn. Ger hûn piçek jî wî nas bikin ez ê şa bibim û ez ê bêjim mala Xwedê ava.
Melayê Bateyî jî wek birêz Ehmedê Xanî li ser zimanê kurdî sekiniye. Melayê Bateyî berhemên xwe bi zimanê Kurdî û bi alfabeya Erebî nivîsandine.Di nav Mewlûd û helbestên Mela de peyvên erebî, tirkî u farisî zêde ne.Lê dîsa jî berhemên wî ji bo me girîng in. Berhemên Melayê Bateyî deriyê edebîyatê vekiriye û pêşiya gelek kesan ronî kiriye.
Kesên ku mezinên xwe nas nekin nikarin pêşiya xwe ronî bikin.
Dixwazim nirxandinê, bi helbestek xilas bikim:
“el wefayî wesla canan xemzîdara min nehat
ya tu qelbê asiqan î, gulnîgara min nehat
mam di qeyda derd û daxan xemgusara min nehat
subhe nabit wê şevê dengê menara min nehat”
Ji bona çewtiyên xwe lêborîn dixwazim.
Mesut Özdil 
Twitter: @ozdlll21

Derbar Çand Name

Check Also

Pirtûkeke Nû Ya PDFyî; Antropolojîya Kurd, Kurdî û Kurdistanê

Derheqê pirtûkê de; Ev berhem encama deh salên xwendin û lêkolînan e ku me di …

Leave a Reply