Pirtûka Doktor Jîjo-2 Derket

Çûndina doktor hem ji bo zarokan hem jî ji bo malbatên wan meseleyeke dijwar e. Çimkî
çûyîna doktor ji bo zarokan wekî travmayekê ye. Doktor Jîjo dixwaze vê travmayê
mînîmalîze bike û di binhişê zarokê da çûyîna ser doktor normalîze bike. Zarokê ji fikra “kesê
ku mirov dêşîne” dûr bixe û fikra “kesê ku mirov ji êşê xelas dike” pê bide hîskirin. Bi vê
armancê Doktor Jîjo bi şêwirmendiya şêwirmendê psîkolojiyê hatiye amadekirin. Honandina
metnê di çarçoveya pîvanên pedogojiyê da hatiye kirin.

Di Doktor Jîjo da Çûndina doktor bi sê merheleyan hatiye vegotin û her merheleyek bi
armanceke xwe heye. Di merheleya yekem da zarok, doktor, hemşîre, muayenexane û amûrên
muayeneyê yên sereke nas dike. Di merheleya duyem da zarok gaveka çûyîna doktor a
komplekstir nas dike. Zarok rastî fîlm kişandin û xwîngirtinê tê û bi tirsa xwe ya li hember
kişandina fîlmê û xwîngirtinê ra rû bi rû dimîne. Merheleya sêyem merheleya herî dijwar e ku
îhtîmal e zarok pê ra rû bi rû bimîne. Di vê merhelê da zarok emeliyatê dibihîze û emeliyatê
nas dike. Ev her sê merhele gav bi gav di 3 rêzepirtûkan da tên zimên. Ji ber ku di rêzepirtûkê
da hiyarerşiyek heye, xwendina wê jî bi rêzê bibe wê ji bo zarokan sûdewartir bibe.
Her du pirtûkên ewil ên vê rezepirtûkê li Weşanên Na’yê hatine çapkirin û hem li fuarên
pirtûkan hem jî li pirtûkfiroşan rastî eleqeyeke mezin jî tê. Pirtûka sêyem jî vê gavê ji bo çapê
tê amadekirin.

Her çiqas armanca Doktor Jîjo şikandina pêşdarazî û tirsa zarokan a li hember doktoran be jî,
hem nirxên edebî hem jî yên perwerde û pedagojiyê nehatiye piştgokirin. Di vê çarçovê da
zimanekî sade hatiye bikaranîn, xewn û xeyalên zarokê, tirs û kêfa zarokê, dinyaya zarokê
carinan bi absurdiyan carinan jî bi nakokiyan bi afirînerîyeka xurt daye der.
Nivîskar di pêvajoya afirandina Doktor Jîjo da ji dinyaya keça xwe gelekî sûd girtiye û çîrok
li ser zarokên derûdora 4-6 salî jî ceribandiye û li gor bertekên wan çîrok vehonandiye. Mirov
dikare bêje çîrok ji dinyaya zarokan hatiye lewma jî bala zarokan dikişîne û li ser zarokan
bandoreke baş dike.

NIVÎSKAR:SÎYA SÎTAV
WÊNEXÊZ:ESMA AK
ZIMAN:KURDÎ
22X24 EBAD
135 GR MAT KÛŞE KAXIZ

LI SER ÇÎROKÊ Û WÊNEYAN BI PSÎKOLOG Û PEDAGOK ŞÊWIRÎNE

nayayinlari.com

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply