Soma'daki maden faciasında hayatını kaybeden işçilerden 11'inin cenaze namazı, Savaştepe Zafer Meydanı'nda kılındı. Cenaze namazını, Diyanet İşleri Bakanı Mehmet Görmez kıldırdı. (Uğur Ulu - Anadolu Ajansı)

Di 119 Saliya Rojbûna Apo Osman Sebrî de Helbestek Cegerxwîn

Bi helkeftina ku di roja 5.1.2024an de, 119 sal di ser rojbûna lehengê Kurd Apo Osman Sebrî re derbas dibe, bi min xweş e ku, ez wî bi van gotinan û vê helbesta ku seydayê Cegerxwîn di pesnê wî de gotiye, bibîr bînim.. Ew ne yê jibîrkirinê ye..

Gelo! Osman Sebrî kî bû ta ku ez wî wek lehengekî ji lehengên gelê kurd dibînim? Ew navekî sereke û belû ye di nav tevgera rizgarîxwazî gelê Kurd de li Suriyê û di tevayî Kurdistanê de. Mirovekî Kurd bû û di tevayî Kurdistanê de wek; têkoşerekî, torevanekî û rewşenbîrekî hatiye naskirin. Ji mafê wî û zarokên me ye ku em wî bi bîr bînin, da ku nifşên nû ji nêzîk ve wî nas bikin.

Vî lehengî bi tev şiyanên xwe bervedêrî di ber mafê gelê Kurdistanê de kiriye… Ji destpêka xortaniya xwe ve û ta rojên xwe yên dawî. Anku di 88 buharên xwe de, bi vîneke ku nayê tewandin li ber xwe daye û ranewestiya ye.. Ew jî li ser vê rêbazê, gelek caran ji rex dagirkerên Kurdistanê ve hatiye girtin û surgûnkirin û tev jiyana xwe di mişextî û zîvariyan de derbas kiriye.

Herwiha wî li dor hezkirina Zimanê Kurdî wiha gotiye:

(Ev ji bextê me yê reş e. Bav û kalên me gunehkariyeke mezin kirine ku bi zimanê xwe mijûl nebûne. Di welatê me de Ermenî hebûn, Sûryanî hebûn, hindik bûn, lê wan bi zimanê xwe dixwendin. Me diçû bi zimanê Tirkan û Ereban dixwend. Ev hemî sûcê bav û kalên me ne, em hîn nekiribûn. Heye ku rehmetî Celadet nebiwa, dibû ku me bi xwe jî guh nedabiwa vî karê ha. Ji ber ku em ne xwediyê vê fikrê bûn, ev fikir ji wî derket, mala wî hezar carî ava..).

Seydayê Cegerxwîn jî, ev helbesta xwarê bi navê (Ji Osman Sebrî Efendî Re) pesnê wî daye:

Bigorî bim ji bo te ey birayê min tu kanî

Ji dûrî ve te destê xwe di nîv destê min danî

Bi min û te du destên bê çep û rast ey birader

Belê herdu qewî jarin di yek laşê giranî

Me pirsî derdê Kurdmancan ji çerxa etlesa jor

Nezanî bo tevan derde belê lê me xizanî

Belê zêre belê zêre belê zêre belê zêr

Xwedanê wî cîhangêre bela ker bit dixanî

Ji bo me ne eqil fêde dikî ne xwendina pir

Ji bo me ço divêtin da ji tirsan bidne banî

Feke va ye mirim îro ji dinya ez hilat im

Bi gera xwe bi çerxa xwe te daxwaza me nanî

Cegerxwîn im mirim ez çûm ji bo we Sebriyek ma

Erê himberî Kurde welê bê wehya esmanî.

Cegerxwîn

Konê REŞ

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply