ziman

Rêbendan, 2020

  • 31 Rêbendan

    Razên rengan

    Navên rengan di her zimanî de hene. Navên rengan herwiha hinek ji peyvên herî bingehîn yên her zimanî ne. Sebeb ew e ku piraniya rengên bingehîn – eger ne hemû – li her dera dinyayê hene. Reng ne tenê bi sinayî / pîşesazî tên çêkirin lê ew herwiha di tebîet û xwezayê de jî peyda dibin û herdem hebûne jî. …

  • 29 Rêbendan

    Xebatên Komelayetî û Perwerdeyî di Komara Kurdistanê de

    Di hengameya îlankirina (ragehandina) Komara Kurdistanê de, di nav demeke kurt de hinek saziyên civakî û kulturî yên girîng hatin avakirin; ji alîyê weşan, çapemenî û perwerdeyî ve pêngavên girîng hatin avêtin. Ev cûre xebat û çalakîyên rewşenbîrî, di bernameya PDKê de jî weha hatine destnîşankirin: “Ji bo armanca pêşxistina dereceya xwendewarîyê û jîyana şaristaniyetê, dê gelek merkezên zanistî, kitêbxane, …

  • 28 Rêbendan

    Li Komeleya Nûbiharê Semînera “Hetê Nasnamayê Etnîkî ra Edebiyatê Kirdkî”

    Li navenda Komeleya Nûbiharê ya Amedê bi sernavê “Hetê Nasnamayê Etnîkî ra Edebiyatê Kirdkî” semînerek hat lidarxistin. Nivîskar û lêkolîner Roşan Lezgînî semîner da û behsa nasnameya etnîkî ya berhemên edebî yên bi kurdîya zazakî kir. Ji ber ku beşdarên semînerê hem kurdên kurmanc hem kurdên zaza bûn lewre Roşan Lezgînî jî axaftina xwe bi her du zaravayên kurdî kir. …

  • 25 Rêbendan

    Google zaravayê Soranî jî li ser beşa wergerê zêde dike

    Piştî zaravayê Kurmancî Kurdî ku li ser zimanên Google hate zêdekirin niha jî amadekarî tênekirin ku zaravayê Soranî jî li ser beşa Google Translate (Wergera Google) de bê zêdekirin. Xortekî xelkê Helebçe ji aliyê kompanya Google ve bi awayeke fermî hatiye vexwendin ku li destpêka meha şûbatê da beşdarî li konferansa lûtkeya salaneya Google da li Singapurê bike. Bokan Hesen …

  • 24 Rêbendan

    Li Amedê ‘Komeleya Wêjekarên Kurd’ hat avakirin

    Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bi armanca pêşxistina wêje û zimanê Kurdî “Komeleya Wêjekarên Kurd” hat avakirin. Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Hogir Berbir ji Rûdawê re diyar kir ku her çiqas komeleya ku niha hatiye damezrandin, weke li dewsa Komeleya Nivîskarên Kurd ku hatiye girtin bê xuyakirin jî, lê di eslê xwe de komeleyeke nû ye ji bo nivîskar …

  • 23 Rêbendan

    Mîrza Seîd – Kurdê Yekem Li Swêdê (1893)

    Ev lêkolîna jêrîn ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem de jîyana Mîrza Seîd bi tevayî û di beşa duwem de mayîna wî ya li Swêdê tê nasandin. Wek sernivîsa vê lêkolînê jî nîşan dide armanca amadekirina vê xebatê zêdetir ronîkirina hatin û mayîna doxtorê kurd Mîrza Seîd (1863-1942) li Swêdê ye. Ew, dema di sala 1893an de tê …

  • 20 Rêbendan

    Ji Avestayê Pirtûkek Nû: Kurdên Merwanî

    Lêkolîna Ahmet Seyari a bi navê “Kurdên Merwanî / Di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu’l-Ezreq el-Fariqî de” derket. Kitêba Îbnu’l-Ezreq ya bi navê Tarîxu Meyyafariqîn çavkaniya yekem e ku bi berfirehî der heqê kurdên Merwanî de agahiyên girîng dide. Beşeke serbixwe ya pirtûkê der heqê kurdên Merwanî de hatiye nivîsîn. Tarîxu Meyyafariqîn ji aliyê Îbnu’l-Ezreq ve di sedsala XIIan de hatiye …

  • 18 Rêbendan

    La Fontaine û Kelîle û Dimne

    Gotina çîrokan, ji bo zarokan jî bi giştî ji bo mirovan jî ne tenê wekî kêf û dembihurînê hatiye qebûlkirin. Çîrok bi giştî metnên dîdaktîk in. Hem ji bo hînkirina zarokan, hem jî ji bo ya mezinan hatine bikaranîn. Çîrokên em nas dikin ji aliyê pisporan ve li kategoriyan hatine dabeşkirin û hema hema tevahiya çîrokên dinyayê di nava qalibên …

  • 2 Rêbendan

    Seyda Goyan: Dengbêjî dengê dîrokê ye

    ûnerê Enstîtuya Kelepûra Kurdî li Bakurê Kurdistanê û lêkolîner Seyda Goyan derbarê dengbêjiya Kurdî de dibêje deng û awaza herêman, li gorî erdnîgariyê form girtiye. Seyda Goyan diyar kir ku li deverên çiyayî li gorî forma sirûşt, xwezaya erdnîgariyê; fonetîka dengê ji gewriyan tê cuda ye û got: “Erdnîgarî çi qas sar be, lerizîna pêlên dengan a li ser gewriya …

Îlon, 2019

  • 22 Îlon

    Ji Paşa Amedî kitêbek nû: ÇÎN Û MAÇÎN

    Çîn û Maçin di edebiyata rojhilat de bi nav û deng e. Herdu kelîme ge bûye nav, geh bûye navên welata… carna jî bûye navê warê nenas û cihê dûr; weka çiyayê Kafê ne heye ne jî nêz e. Çi awayî dibe bila bibe di nav me Kurdan de jî bi awayeke çîrokî jî hatiye gotin û di çîrokê gelêrî …