Mîrza Seîd – Kurdê Yekem Li Swêdê (1893)

Ev lêkolîna jêrîn ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem de jîyana Mîrza Seîd bi tevayî û di beşa duwem de mayîna wî ya li Swêdê tê nasandin. Wek sernivîsa vê lêkolînê jî nîşan dide armanca amadekirina vê xebatê zêdetir ronîkirina hatin û mayîna doxtorê kurd Mîrza Seîd (1863-1942) li Swêdê ye. Ew, dema di sala 1893an de tê Swêdê qasî sê mehan li vir dimîne. Wek em ê li jêr jî bibînin di vê dema kurt de ew çûye seredana gelek cîh û navendan. Ev agahiyên li ser mayîna wî ya li Swêdê hêvî dikim ji temamkiririna portreyeke wî ya giştî re jî bibin alîkar. Ev serpêhatiya Mîrza Seîd ya li Swêdê bona wan bi deh hezaran penaberên ku rêça Mîrza Seîd şopandine hatine vî welatê Ewrûpaya Bakûr jî bûye mijareke heweskar. Ev kurdan xwe wek peyketiyên Mîrza Seîd dibînin û li vê dîrokê xweyî derdikevin.

 

Rohat Alakom

 

Mîrza Seîd

Kurdê Yekem Li Swêdê (1893)

Wêneyê Mîrza Seîd dema li Swêd

 

 

Kurtejîyana wî

Mîrza Seîd kurê kesekî bi navê Resul bûye ku ji Kurdistana Tirkiyê çûye Sineyê (Senendec/j). Lê belê di çavkaniyan de derbas nabe gelo ew ji kîjan devera Kurdistana Tirkiyê çûye. Navê jina wî, Muhlîse bûye. Resul wek kesekî zane hatiye nasîn. Bi terîqeta Nexşîbendî re tê girêdan, zanyarî û agahiyên xwe yên di derbarê olî da pêşta dibe. Heyşt zarokên vê malbatê hebûne. Pênc heb ji wan li dû hev dimirin. Du kurên Resul dimînin, navê yê piçûk Seîd û yê din jî Keko bûye. Bavê wan ew bi perwerdeya oldariyê mezin kirine, erebî û farisî hînî wan kiriye. Seîd dema 12 salî bûye bavê xwe winda dike. Bi zên û zanebûne xwe xortekî gelek serwext û hişyar bûye. Dema bavê wî dimre şûna bavê xwe digre. Şêniyên herêmê hurmeta ku ji bavê wî re nîşan dane, ji wî re jî nîşan didin. Carekê jî di sala 1879an de keşekî suryanî bi navê Johanan (suryanî: Johannes) ligel du kesên pirtûkfiroş ji Urmiyê tên Sineyê. Dema Johanan dixwaze farisî fêr bibe, jê re Mîrza Seîd tewsîye dikin. Mîrza Seîd gelek di bin bandûra wan de dimîne. Dema belav dibe wekî Seîd derbasî ser ola xiristîyaniyê bûye êdî li Sineyê şansê mayîna wî kêm dibe û li hemberî wî dijayetîke mezin peyda dibe.

Mîrza Seîd di dawiyê de biryara xwe dide û koçberî bajarê Hemedanê dike. Ev bajarê dîrokî çawa tê zanîn wek paytexta Dewleta Medan hatiye nasîn. Berê navê bajêr Ekbatana bûye. Piştî rêwîtiya 6 rojên bi zehmet Seîd tê Hemedanê. Li vir êdî bi rehetî dikare tevbigere. Navê wî Mele Seîd li vir dibe Mîrza Seîd. Ew li wir rastî hin mîsyonerên amerîkayî tê. Mîrza Seîd li vir bi alîkariya doxtorekî amerîkayî perwerdeya pratîk û teorîk ya doxtoriyê (tip) dibîne, bi îmkanên xwe vî pîşeyî (meslek) pêşta dibe. Vê demê fêrî zimanê îngîlîzî jî dibe. Di nav demeke kurt de dibe wergêrê van kesên amerîkayî. Mîrza Seîd li Hemedanê qasî 12 salan wek mamosteyê ziman, berendamê doxtoriyê û doxtor kar dike.[1] Di sala 1883an de birayê wî Keko tê Hemedanê, li wir li hev tên û birayetiya wan ji nû ve jîndar dibe. Di roja 10/4 1887an de bi awayekî resmî tê waftîzkirin û dîn diguhirîne.[2] Dema Mîrza Seîd ji zarokên keşe Sîmon re li Hemedanê mamostetiya zimanê farisî dike, dilê wî dikeve keça malê. Piştî çend mehan bi keça Sîmon re dizewice. Navê wê Rebecka bûye. Li bajarê Urmiyê çûye lîseya keçan. Dema Rebecka xwendina xwe diqedîne li Hemedanê di dibistaneke keçan de dibe mamoste. Sê zarokên Mîrza Seîd çêdibin, du kur û keçek: Samuel, Lemuel û Sarah. Ji van Samuel bi salan li Îngîltereyê maye û li wir mihendisî xwendiye. Lemuel di sala 1927an, di 31saliya xwe de gelek zû dimire û wî li Îngîltereyê binax dikin. Keça wî Sarah paşê bi doxtorekî ermenî re mêr dike û li Hemedanê dimînin. Seîd piştî gera Swêdê (1893) payîza eynî salê bi keştiyekê di ser Behra Bakûr re diçe Îngîltereyê. Di destpêkê de di “Mala Hizûrê ya Deryevanên Skandînavî” de dimîne. Li Îngîltereyê doxtorekî bi navê Charles Warren alîkariya wî kiriye. Heta terîxa 30/11 1895an li vir qasî du sal û nîvan dimîne. Wek kurê malê li bal vê malbatê dijî.  Çawa em ji çavkaniyên dîrokî fêr dibin Mîrza Seîd paşê du caran dîsa di sala 1902[3] û sala 1913an de berbi Îngîltereyê rêwîtî kiriye. Di gera xwe ya sala 1902an de di warê doxtoriya çavan de perwerde bûye. Dema Mîrza Seîd çûye Îngîltereyê, di van seferên xwe de hin çavkanî û dokumenên kevn yên edebîyata kurdî jî li gel xwe biriye û li wir teslîmî rohilatnasan kiriye.[4] Mîrza Seîd dema li Îngîltereyê dimîne, nasiya xwe dide îranîst û rohilatnasê îngîlîz Edward Granville Browne (1862-1926) û têkiliyên xwe xurt dike. Mîrza Seîd berhemên dûrîdest yên doxtorê navdar Îbnî Sîna jî berhev kirine, bi xwe re biriye Îngîltereyê.[5] Yek ji wan helbestên kevin ku tê gotin Mîrza Seîd berhev kiriye paşê wek helbesteke kurdî ya yekem û nivîskî tê hesibîn. Ev helbest tê gotin ku li ser çerm hatiye nivîsîn. Niqaşên di derbarê vê helbestê de her berdewam in.[6] Belavbûna gotinên vê helbestê paşê di nav kurd û biyaniyan de kelecaneke mezin peyda dike. Helbest bala lêkolerên biyanî jî dikşîne, wek mînak helbestvanê swêdî Gösta Ågren dema di sala 1969an de di derbara zordestiyên li hemberî kurdên Iraqê nivîsekê diweşîne, berî nivîsa xwe van rêzên jêrîn yên vê helbesta dîrokî wek epîgraf bi kar tîne. Di binê epîgrafê de vê notê cîh girtiye: “Helbesteke anonîm ji sedsala 800an dema ereban Kurdistan zeft kiriye”. Ev helbesta bi navê Hurmuzgan zordestî û êrişên ku kurdan di dîrokê de dîtiye bi awakî vekirî radixe ber çavan:

Cîhên îbadetê wêranbûyî ne, ocax vemirîne

Mezinên mezina xwe veşartine

Erebên xwînxwar gundên paleyan nehiştin.

Heta herêma Şehrezorê hatin

Jin û keçên wan bi xwe re birin

Şervanên mêrxas di nav xwînê de can dan

Ayînên olî yên Zerdeşt zêde nayên şopandin

Kes nemaye êdî dilê Ahura Mazda pê bişewite.[7]

 

Dema Mîrza Seîd li Swêdê maye, di şeveke muzîkê de helbestên wî bi wergera Erik Nyström hatine pêşkeşkirin. Rojnameya Dagens Nyheter ku cîh daye vê nûçeyê Mîrza Seîd wek kesekî nivîskar daye nasandin. [8] Çavkaniyên din jî dîyar dikin ku wî hin helbest nivîsîne.[9] Têkiliyên Mîrza Seîd ligelkurdnasên navdar jî çêbûye. Minorski di lêkolîneke xwe de Mîrza Seîd wek “Saîd-Xan Kordestanî” dinavîne, di warê jîyana kurdan, ziman û kevneşopiyên kurdî de wî wek kesekî zane dide nasîn û wî wek hevalê xwe “hevalê min” dihesibîne: “Di sala 1917an de hevalê min Seîd Xan Kurdistanî mersîyeke (teksteke şînê) ku Ahmed Xan Komasî li ser jina xwe ya mirî nivîsîye gîhande min”.[10] Seîdê ku Minorski qala wî dike ji hin aliyan ve hinekî dişibe mamoste, informator û şêwirmendê Nikitinê ku di navbera salên 1915-1918an li Îranê maye û wek konsolosê rûs li Urmiyê kar kiriye, navê wî jî Mele Seîd bûye. Divê em li vir dîyar bikin ku ev herdu Seîd ji hev cihê ne. Ji ber hevşibandina nav, cîh û deman di hin çavkaniyan de carina navê van herdu Seîdan hatine tevlihevkirin. Seîdê ku Nikitin qala wî dike, ne doxtor e û ne jî ol guhartiye, oldarekî sade ye. Seîdê ku  Minorski qala wî dike ango “Seîd-Xan Kordestanî” û kesê ku mijara vê lêkolîna me pêk tîne di sala 1942an de bi hemdî xwe dimire, lê belê Seîdê ku Nikitin qala wî dike di sala 1918an de tê kuştin. Ev Seîdê ku tê kuştin wek Mele Seidê Şemdînanî jî hatiye nasîn.[11] Nikitin di xebata xwe ya li ser kurdan de bi sergirtî qala Mîrza Seîdê me jî dike. Dema ew qala nameyekê dike wek mînak di cîhekî de dibêje ku ev name ji aliyê “Xortekî ciwan yê kurd ku li Sineyê li bal mîsyonerên katolîk perwerde dibû” hatiye nivîsîn.[12]

Mîrza Seîd piştî ku li Îngîltereyê doxtoriya xwe pêşta dibe êdî gelek tê nasîn. Mal û cîhê karê xwe dibe Tehranê û gelek salan li wir dimîne. Di nav nexweşên wî de gelek kesên navdar hebûne. Havînan diçe aliyê Hemedanê, li wir çend mehan havîna xwe darbas dike. Mîrza Seîd piştî gelek salan diçe seredana bajarê kal û bavên xwe li Sineyê. Vê carê ji aliyê gel de bi kêfxwêşî tê pêşwazîkirin. Carekê di sala 1937an de ji ber şandina nameyeke serxweşiyê tê girtin qasî 99 rojan di zindanê de dimîne.

Di sala 1939an de jina wî Rebecka, di sala 1940an birayê wî Keko vefat dike. Mîrza Seîd êdî xwe tenê dihesibîne. Ew bi xwe jî di sala 1942an de, di heftê û neh saliya xwe de li Hemedanê can dide. Dema dimire li wir li dêrê bona bîranîna wî civîneke mezin çêdibe. Di bin dareke gûzê de li kêleka gora dostên xwe yan jî şagirtên xwe Hawkes û jina wî tê binaxkirin. Berî salan Mîrza Seîd ji wan re mamostetiya zimanê farisî dike. Di hin çavkaniyên kurdî de tê gotin ku Mîrza Seîd di sala 1925 yan jî di  sala 1939an de miriye ku ne rast e.

Zane, fîlozof û doxtorê navdar Îbnî Sîna (980-1039) ku bi latînî Avicenna hatiye nasîn ji Mîrza Seîd re dibe nimûne, mînakeke ku hertim çav daye wî. Çawa tê zanîn Îbnî Sîna dema miriye li Hemedanê hatiye veşartin. Mîrza Seîd gelek hewl daye bona vî mezinê mezina abîdeyekê li Hemedanê çêbike. Lê belê ew di vî warî de bi ser neketiye. Ev daxwaza Mîrza Seîd bes piştî mirina wî di sala 1954an de tê cîh.

 

Berbi Swêdê

Navê Mîrza Seîd cara yekem dema min di derbarê têkiliyên kurd û swêdiyan de agahî berhev dikirin, bala min kişand.[13] Min di pirtûka xwe ya ku di sala 2000an derket û çend cîhên din de li ser jiyan û kesayetiya wî hin agahiyên kurt pêşkêş kirin.[14] Çawa em li vir jî dibînin hatin û mayîna Mîrza Seîd li Swêdê ev cara pêşîn e dibe mijara lêkolîneke cihê û serbixwe. Kesê ku cara yekem bala xwendevanên swêdî kişandiye ser jiyana Mîrza Seîd mîsyoner  L.E. Högberg (1858-1924) ye. Wî di bîranînên xwe de beşek ji Mîrza Seîd re veqatandiye. Högberg di vê pirtûka xwe ya ku di sala 1920an de hatiye weşandin bi hûralî qala Mîrza Seîd dike. Wan di sala 1893an de li Îranê hevdu nas kirine.[15] Di hin nivîs û pirtûkên din yên Högberg de jî navê Mîrza Seîd derbas dibe. Di sala 1983an de li Swêdê pirtûkeke ku kurdan dide nasîn hat weşandin. Ev pirtûka piçûk jî ku ji aliyê Janne Carlsson û Börje Egfors li ser kurdan hatiye nivîsîn bi kurtî cîh dide jiyana Mîrza.[16] Piştî çend salan ji van nivîskaran Janne Carlsson bi serê xwe bîyografiya Mîrza Seîd ku di sala 1957an de hatiye nivîsîn, piştî 30 salan werdigerîne zimanê swêdî.[17] Ev xebata paşê bi zimanên din jî derdikeve, wek tirkî.[18] Teksta tirkî angorî ya swêdî dirêjtir e. Wisa xuya dibe ku teksta swêdî wek formeke kurtkirî hatiye weşandin. Ev bîyografîya ji aliyê du kesan ve tê nivîsîn. Ji van nivîskaran Jay M Rasooli biraziyê Mîrza Seîd e, kurê Keko ye ku li Lozanê tip xwendiye û bi salan li Amerîkayê wek doxtor kar kiriye û Cady H Allen jî mîsyonerek e ku qasî 44 salan li Îranê maye. Yek ji wan lêkolerên ku piştî salan di xebateke xwe de bi kurtî qala Mîrza Seîd dike jî John Hultvall e.[19] Di van salên dawîn de em ji çend nûçeyên di derbarê gera Mîrza Seîd ya sala 1893an li Swêdê de jî agahdar bûn. Bi saya van nûçeyên ku di çapemeniya swêdî de derketine bi kêmanî em fêr dibin ku ev kurdê yekem li Swêdê li kîjan herêmên vî welatê bakûr maye, çi kiriye û tevî çi çalakiyan bûye.

 

Nûçeyeke di derbarê Mîrza Seîd de

(Dagens Nyheter, 19/6 1893)

 

Yek ji wan cihên ku Mîrza Seîd li Swêdê zêde maye Vaxholm e. Di roja 3/9 2019an de ez bi keştiyê çûme Vaxholmê, çend saetan li wir mam û paşê careke din bi otobosê vegeriyame Stockholmê. Min bi rêya vê seyrana xwe xwest ku wan mekan û cîhên ku Mîrza Seîd berî salan lê maye û tevî çend çalakiyan bûye, bi çavên xwe bibînim. Ji wê salê 1893 heta niha 126 sal derbas bûne. Rêwîtiya min ya berbi Vaxholmê qasî saetekê ajot. Kelecana min dema ez nêzîkî vê giravê dibûm zêdetir dibû. Pêşiyê çûme Dêra Vaxholmê û paşê çûme devera Missionshus ku Mîrza Seîd li wir tevî şeveke muzîkê bûye. Ew avahiya bi navê Missionshus ku di sala 1886an de hatiye çêkirin, di sala 1967an de tê hilweşandin, li wir paşê xaniyên nû tên çêkirin. Ev avahiya bi pereyekî mezin di sala 1886an tê çêkirin, mirov ji wêneyên wê demê dibîne ku avahiyeke xweşik bûye, cîhê qasî 1500 kesî tê de hebûye. Yek ji wan kesên ku bona çêkirina vê avahiyê gelek hewl daye û pere berhev kiriye mîsyoner Carl Andersson bûye. Dema ez çûme Vaxholmê tavilê min xwest herim cîhê wê avahiyê ku Mîrza Seîd berî salan çûye seredana wê. Vaxholm di sedsalên kevin de bi keleha xwe wek bajarekî garnisonî (navenda leşkerî) hatiye nasîn. Keleha Vaxolmê di sedsalên kevin de wek girtîgeh jî hatiye bikaranîn. Paşê giringiya xwe ya leşkerî winda dike, di dawiyê de wek avahiyeke dîrokî û çandî ji turîstan re vedibe. Koka peyva Vaxholm ji du gotinan pêk tê. Vax- (şînbûna gîhayan) û ji peyva holm (giravok). Vaxholm wek bajarê komgirava Stockholmê hatiye nasîn. Li vê herêmê qasî 25 000 girav, giravok û zinargirav hene. Bajarê Vaxholmê xweyî qasî 5 hezar kesan e.  Dema ez li Vaxholmê bûm û çûm restoranekê bona navrojekê bixwim, min mêze kir xwediyê restoranê kesekî ji Îranê ye, kesekî hemwelatiyê Mîrza Seîd. Min jê re bi kurtî qala hatina xwe û serpêhatiya Mîrza Seîd kir. Em çûn dewrên berê.

 

Îlana ku axaftineke Mîrza Seîd li Örebroyê radigihîne

(Nerikes Allehanda, 30/6 1893)

 

Mîrza Seîd di dîroka kurdên Swêdê de cîhekî taybetî û giring werdigre. Çimkî ew wek kurdê yekem tê nasîn û hesibandin ku cara pêşîn gava xwe avitiye ser axa Swêdê. Mîrza Seîd li Îranê li bajarê Hemedanê rastî mîsyonerekî swêdî bi navê L.E. Högberg tê. Dema Högberg di roja 9/6 1893an de tê Swêdê, wî vedixwîne û li gel xwe Seîd jî tîne bona perwerdeya doxtoriyê. Ew qasî sê mehan li Swêdê dimîne. Dema Mîrza Seîd tê Swêdê li vir tevî çend çalakiyan dibe, derketiye pêşiya şêniyên swêdî, di derbara jiyana xwe û welatê xwe Kurdistanê de ew agahdar kirine. Högberg di bîranînên xwe de wiha qala van rojan û kesayetiya Mîrza Seîd dike:

 

Wî, çend sal li pey hev li bajarê Hemedanê li ber destê doxtorekî amerîkî kar kir û di warê pîşeya doxtoriyê de ji wî perwerdeya teorîk û praktik wergirt. Paşê demekê bi serê xwe praktîk kir. Li gel keça keşe Sîmon re zewicî, bû xweyê maleke dilşa û aram. Dema sala 1893an ez vegeriyam Swêdê, Seîd jî li gel min rêwîtî kir bona xwe di warê doxtoriyê de hîn jî perwerde bike. Wê demê me gelek ger bi hev ra li Swêdê pêk anîn û em di çend civînên havînê ku hersal vê demê dihatin çêkirin de amade bûn. Wî kiribû adet bi zimanê xwe yê sade dipeyivî, jidil, lêbelê di eynî carê de gelek tesîrker di derbarê wê evîna ku di Îsa de tecellî dikir, dipeyivî. Min wek wergêr xizmet dikir. Piştî vê gelek sal derbas bûn, lê belê ez bawer dikim tu kesê/kesa ku di civîna “Komeleya Ansgarii ya Dalarna” li Malungê sala 1893an de beşdar bûye û guh daye axafina wî, ew ji bîr kiriye yan jî şîretên ku li me dikirin. Demeke nejibîrbar bû. Gîyana Xwedê nêzîk bû û bandûra xwe li ser her dilî dihişt. Mirov tu çavekî zuha nedidît”.[20]

 

Dêra bi navê Vasakyrkan li bajarê Örebroyê ku Mîrza Seîd roja 1/7 1893an li wir tevî civînekê bûye

 

Ne tenê Stockholm, Mîrza Seîd çûye çend bajar û cîhên Swêdê yên din jî wek Malung, Jönköping, Kristinehamn, Örebro, Skagersbrunn. Rojnemeyên swêdî yên van salan jî di derbarê beşek ji van ger û çalakiyên Mîrza Seîd de agahiyên kurt pêşkêş dikin. Yek ji wan rojnameyên mezin Dagens Nyheter dinivîse ku Mîrza Seîd û L.E. Högberg roja 18/6 1893an li devera Vaxholmê ku wek perçeyekî Stockholmê tê hesibîn derketine pêşiya şêniyan û di derbarê gelek tiştan de axifîne. Mîrza Seîd di vê civînê de bi kincên xwe yên neteweyî beşdar bûye, gotinên wî ji aliyê Högberg de bi zimanê swêdî hatine wergerandin. Gelek kes ji bajêr û deverên derdorê tevî vê civînê dibin. Mîrza Seîd bi hevokên kurt û hêzdar ji beşdaran xwestiye çi ji destê wan tê bikin bona alîkariya gelê wî.[21] Eynî nûçe di rojnameyeke din de jî dubare bûye.[22] Du hefteyan şunda Mîrza Seîd vê carê diçe bajarê Örebroyê, beşdarî civînekê dibe. Em di derbarê vê civînê de di rojnameyan de rastî îlanekê tên ku berî vê rojê hatiye weşandin. Rojnameya herêmî Nerikes Allehanda ya bi terîxa 30/6 1893an dîyar dike ku “Doxtor Mîrza Seîdê ji Kurdistanê” di roja 1/7 1893an de li Örebroyê di dêra bi navê Vasakyrkan de dê beşdar bibe. Ketina hundir bi pere bûye: 25 öre (qurişê swêdî).[23] Angorî rojnameyekê Mîrza Seîd roja 6/7 1893an çûye bajarê Kristinehamnê jî.[24] Piştî çend rojan Mîrza Seîdê di terîxa 6/7 1893an de diçe herêma Dalarna, seredana bajarê Malungê dike. Rojnameyek dîyar dike ku Mîrza Seîd li vir di avahiya dêreke piçûk ya bi navê Bönhuset de bi kincên xwe gelek bala beşdaran kişandiye. Civîna Malungê piştî nîvro dema baran disekine li derve çêdibe. Dîsa wek berî nîvro Högberg û Mîrza Seîd li gel hev derdikevin pêşberî gel. Rojname dibêje ku axaftina Mîrza Seîd ji aliyê Högberg bi wergera swêdî hatiye pêşkêşkirin.[25] Ev seredana Mîrza Seîd gelek deng vedide. Piştî vê civînê qasî 25 sal derbas dibin wek me li jorê jî dît Högberg vedigere van rojên berê û vê axaftina Mîrza Seîd ya li Malungê bi bîr tîne.[26] Em ji nûçeyeke ji destpêka meha îlonê fêr dibin ku Mîrza Seîd hê li Swêdê ye. Cara duwem dîsa çûye Vaxholmê û di şeve ke mûzîkê de beşdar dibe. Di şevê de helbesteke Mîrza Seîd bi wergera Erik Nyström hatiye pêşkeşkirin. Erik Nyström (1842-1907) wek nivîskar, siyasetmendar, wergêr û oldarekî navdar hatiye nasîn. Rojnameyê di vê nûçeyê de Mîrza Seîd wek kesekî nivîskar daye nasandin. Stranbêj C. Cederstedt, kemanjen M. Månsson û pîyanîst L. Laurin tevî vê şevê bûne. Hatina şevê angorî rojnameyê bona çandin û çikandina fîdanan li Vaxholmê dê bê xerckirin.[27] Rojnameyeke din ku vê şeva muzîkê wek nûçe pêşkêş dike radigihîne ku bernameya şevê gelek dewlemend e, di navbera beşan de Mîrza Seîdê axafinekê bike.[28] Ne tenê rojnameyên swêdî yên van salan çavkaniyên din jî nîşan didin ku Mîrza Seîd dema li Swêdê maye gelek bala mirovan kişandiye. Wek mînak di bîyografîyeke di derbarê Mîrza Seîd de ew wiha tê nasandin:

 

Piştî çend rojan Högberg ji Vaxholmê[29] bi telefonê li wî digere bona bê bal wî û li gel xwe kincên xwe yên kurdî û xençere xwe jî bîne. Li pey vê ew û Högberg li Swêdê derdikevin rêwitiyeke dirêj. Hin caran bi trenê, hin caran bi keştiyê û hin caran jî bi peyatî ji qezayekê diçûn ya din. Kincên Seîd yên kurdî gelek bal dikişandin. Şaşika wî ya hevrişîm û bixêz, piştika wî ya dirêj ku bi nava xwe alandibû, tunika ku heta çoka wî dirêj dibû, cakêtê ku pêşiya wî vekirî bêmil bû, şalê wî, çarixên wî û berî her tiştî jî xençera wî ya kin û bikevena û destika wê bi diranên fîlan çêbibû ku xistibû ber kemera xwe bala mirovan dikişand. Bi rabûn û rûniştina xwe yekî bi şanaz bû. Vegotina mijarên wek derbaskirina jiyana di nav kurdan de û kirinên wî yên li Îranê hiş ji serê guhdaran dibir û gelek kêfa wan dianî”.[30]

 

Di çend nûçeyan de em dixwînin ku Högberg di havîna sala 1893an de bi tenê di hin civîn û çalakiyan de beşdar bûye. Mirov dikare bi rehetî texmîn bike ku wî, mêvanê xwe Mîrza Seîd tenê nehîştiye, ew jî li gel xwe biriye van civînan. Högberg di yek ji van axaftinên xwe de gotiye ku “ew di kon û çadirên kurdan de razaye” û li herêma Agiriyê maye.[31]

Em ji bîranînên xanim Sigrid Braune fêr dibin ku dema ew çûye herêma Värmlandê, li hêla cîhê germava bi navê Skagerbrunnê maye, ew li wir rastî Mîrza Seîd û Högberg hatiye. Mîrza Seîd gelek bala wê kişandiye.[32] Mîrza Seîd û Högberg li wir tevî civîneke mîsyoneran jî dibin.[33] Çawa rojnameyên vê salê dinivîsin Sigrid Braune eynî salê (1893) bi Högberg re mêr dike, jiyana xwe dikin yek. Högbergê ku gelek salan li Îranê kar kiriye li gel jina xwe, vê carê berê xwe dide Turkîstana Rojhilat ku li wir tirkên uygur diman, ji sala 1894an heta sala 1916an li wir kar kiriye. Dema Mîrza Seîd li Swêdê maye dostên wî xwestine ku ew jî li gel wan here Tirkîstana Rojhilat kar bike. Lê belê wî xêncî Îranê nexwestiye here li cîhekî din bixebite.

 

Avahiya Missionshusê li Vaxholmê ku Mîrza Seîd tê de helbest xwendiye (1893)

 

Dema Mîrza Seîd li Swêdê dimîne tendûristiya wî berbi nebaşiyê ve diçe. Ew li Swêdê rastî pir kesan û çehreyan hatiye, axaftinên cihê pêk anîne û zêdebûna rêwitiyan wî gelek diwestîne.[34] Doxtoran jê re qenckirina avê (hidropatîk) tewsiye kirine. Li ser pêşneyarên doxtorekî demekê diçe li ber behrê bona hinekî bêhna xwe vede.[35] Çawa me li jor jî dîyar kir Mîrza Seîd havîna sala 1893an çûye Skagersbrunnê ku bi germava xwe ve navdar bûye. Ev cîhê rehetkirin û qenckirinê li herêma Värmlandê dimîne. Skagersbrunn wek cîhekî bi xweşikbûna xwe ya şahane ve jî hatiye nasîn. Mîrza Seîd di nav daristanên Swêdê de pir gerên kurt pêk anîne û van geran gelek alîkariya wî kiriye bona hêdî hêdî bê ser xwe û silamet bibe.

Çawa me li jor jî nivîsî Mîrza Seîd carekê jî çûye li herêma bi navê Dalarna li wir li bajarê Malungê maye. Di sala 2017an de di rojnameyeke swêdî ya mezin Göteborgs Posten de di derbarê tîma futbolê ya kurd Dalkurd de nivîseke dirêj hate weşandin ku qala serfiraziyên tîmê dike. Tiştê herî balkêş nivîs dîroka swêdî bi dîroka tîma kurd ya futbolê Dalkurd û hatina Mîrza Seîd kurdê yekem li Swêdê re girêdide. Nivîskar Joel Tivemo dîyar dike ku ev tîma futbolê di sala 2004an de li herêma Dalarna li bajarê Borlängeyê saz bûye. Di cîhekî de ew xwendevanan dibe demeke din, xwe dirêjî kurahiya dîrokê dike, dûh û îro têkildar dike û bi hev ra girêdide. Nivîskar di destpêka nivîsa xwe de serfiraziyên tîma kurd dişibîne wê tekoşîna qralê swêdî yê navdar Gustav Vasa ku di sedsala 16an de li herêma Dalarna li hemberî Danîmarkayê serî hildaye û Swêd kiriye welatekî serbixwe. Paşê nivîskar gotinê tîne ser vê “tîma bêwelat” tîma kurd ku li eynî herêmê saz bûye û niha dixwaze “Swêdê bi dest bixe”, wek Gustav Vasa bike welatê xwe. Tiştê herî balkêş di orta nivîsê de qutiyek jî vebûye ku di derbarê kurdên Swêdê de çend agahiyên piçûk tê da cîh girtine. Yek ji wan agahiyan dîyar dike wekî kurdê pêşîn ku hatiye Swêdê kesekî bi navê Mîrza Seîd e ku bi belge hatiye îspatkirin.[36] Lê belê haya nivîskar Joel Tivemo ji rastiyeke dîrokî çênebûye! Divê em li vir careke din dubare bikin ku wek me li jorê jî got Mîrza Seîd hê berî sed salî hatiye wê herêma bi navê Dalarna ku Joel Tivemo qala wê dike. Mirov dibîne ku herêma Gustav Vasa serî lê hildaye û Dalkurd lê saz bûye hê berî 126 salan ji kurdê pêşîn ku hatiye Swêdê ango Mîrza Seîd re deriyê xwe vekiriye û jê re mêvandarî kiriye!

Mîrza Seîd di dawiyê de navê xwe di dîroka kurdên Swêdê de jî dinivîse. Îro wek kurdê ku yekem car hatiye Swêdê tê nasîn. Niha em êdî dikarin jiyana wan her pênc kurdên ku cara pêşîn hatine Swêdê di çavkaniyên nivîskî bi rehetî bişopînin: Mîrza Seîd (1893), Şerîf Paşa (1898)[37], Leyla Bedirxan (1925)[38], Silêmanê Kurd (1929)[39] û Selahaddîn Rastgeldî (1947).[40]

 

Rohat Alakom-Bitlisname.com

[1] Jay M Rasooli & Cady H Allen, Vittnesbörd från Kurdistan, Sådd och Skörd Förlag, översättning: Janne Carlsson, 1987, rûp.38.

[2] Jay M Rasooli & Cady H Allen, Vittnesbörd från Kurdistan, rûp.33

[3] Anthology of Gorani Kurdish Poetry. Compiled by A. M. Mardoukhi (1739-1797). Edited by Anwar Soltani. Soane Trust for Kurdistan, 1998, rûp.7-8.

[4] Gösta Ågren, Irak mördar kurderna, Expressen, 22/3 1969.

[5] Jay M Rasooli & Cady H Allen, Doktor Sait, rûp.1952-153.

[6] Aso Zagrosî, Pîrşalyar, Hurmuzgan Şiiri ve Dr. Saîdxan Kurdistanî,

https://www.alayekiti.com/pirsalyar-hurmuzgan-siiri-ve-dr-saidxan-kurdistani/ (6/2 2017).

[7] Gösta Ågren, Irak mördar kurderna, Expressen, 22/3 1969.

[8] En musikstund i Vaxholm, Dagens Nyheter, 2/9 1893. Angorî agahiyên rojnameyê ev şev wê di roja 3/9 1893an de çêbibe.

[9] Janne Carlsson & Börje Egfors, Kurderna -det glömda folket? Sådd och Skörd Förlag, 1983, rûp.10

[10] V. Minorsky, The Guran, Bulletin of the School of Oriental and African Studies, Vol. 11, nr 1/1943, rûp.96.

[11] Ergin Öpengin, Mola Said Şemdinani’den I. Dünya Savaşı Esnasında Kürtlere Alternatif Bir İttifak Önerisi, Kürt Tarihi, nr 26/2016, rûp.4-6.

[12] Basil Nikitine, Kürtler, Örgün Yayınevi, 2010, rûp.203

[13] Di çavkaniyan de hin caran navê Mîrza Seîd wek “Mele Seîd”, “Seîd Xan” yan jî “Seîd Xan-i Kurdîstanî” derbas dibe.

[14] Rohat Alakom, Svensk-kurdiska kontakter under tusen år, Apec, 2000, rûp.181-182.

[15] L.E. Högberg, Bland Persiens Muhammedaner, Svenska Missionsförbundets Förlag, 1920, rûp.178-193.

[16] Janne Carlsson & Börje Egfors, Kurderna -det glömda folket?, rûp.7-10.

[17] Jay M Rasooli & Cady H Allen, Vittnesbörd från Kurdistan, Sådd och Skörd Förlag, 1987.

[18] Jay M Rasooli & Cady H Allen, Doktor Sait, Yeni Yaşam Yayınları, 1997.

[19] John Hultvall, Mission och vision i Orienten-Svenska Missionsförbundets mission i Transkaukasien och Persien 1882-1921, Verbum, 1991, rûp.115-117

[20] L.E. Högberg, Bland Persiens Muhammedaner, rûp.193

[21] Missionsmöte, Dagens Nyheter, 19/6 1893.

[22] Ett större missionsmöte, Stockholms Dagblad, 19/6 1893.

[23] Predikoturer i Vasakyrkan, Nerikes Allehanda, 30/6 1893.

[24] Värmlands ansgariiförening, Bergslagsposten, 8/7 1893

[25] Mötena i Malung, Dalpilen, 7/7 1893.

[26] L.E. Högberg, Bland Persiens Muhammedaner, rûp.193.

[27] En musikstund i Vaxholm, Dagens Nyheter, 2/9 1893. Angorî agahiyên rojnameyê ev şev ê di roja 3/9 1893an de çêbibe.

[28] En musikstund, Nya Dagligt Allehanda, 1/9 1893.

[29] Di bîyografiya Mîrza Seîd de ku pêşiyê bi îngîlîzî û paşê bi zimanê tirkî hatiye weşandin navê vî cîhî bi xeletî wek Oxholm derbas dibe. Jay M Rasooli & Cady H Allen, Doktor Sait, rûp.74.

[30] Jay M Rasooli & Cady H Allen, Doktor Sait, rûp.74.

[31] En missionärs erfarenheter, Jönköpings Posten, 7/8 1893

[32] Fru Sigrid Högberg, Öst-Turkestan, Ansgarius, 1915, rûp.45.

[33] John Hultvall, Mission och vision i Orienten, rûp.117

[34] Jay M Rasooli & Cady H Allen, Doktor Sait, rûp.74.

[35] Jay M Rasooli & Cady H Allen, Doktor Sait, rûp.76

[36] Joel Tivemo, Dalkurd-Ett lag utan land, Göteborgs Posten, 1/7 2017. Lê pir mixabin di vê nivîsê de sala hatina Swêdê ya Mîrza Seîd li şûna sala 1893, bi şaşî ”1913” hatiye nîşandayîn.

[37] Rohat Alakom, General Şerîf Paşa li Stockholmê, Nûdem, nr 16/1995, rûp.13-26.

[38] Rohat Alakom, Leyla Bedirxan li Stockholmê, di pirtûka: Rohat Alakom, Dîroka Kurdistanê di Çapemeniya Swêdî de, Apec, 2016, rûp.251-260. Herwiha vê çavkaniya tirkî binêre: Leyla Bedirhan Stockholm’da (1925), Toplumsal Tarih, nr 259/2015, rûp.86-88.

[39] Rohat Alakom, Silêmanê Kurd li Swêdê, Apec, 2019.

[40] Rohat Alakom, Selahaddîn Rastgeldî, Apec, 2016.

 

Derbar ziman

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply