Seyda Goyan: Dengbêjî dengê dîrokê ye

ûnerê Enstîtuya Kelepûra Kurdî li Bakurê Kurdistanê û lêkolîner Seyda Goyan derbarê dengbêjiya Kurdî de dibêje deng û awaza herêman, li gorî erdnîgariyê form girtiye.

Seyda Goyan diyar kir ku li deverên çiyayî li gorî forma sirûşt, xwezaya erdnîgariyê; fonetîka dengê ji gewriyan tê cuda ye û got: “Erdnîgarî çi qas sar be, lerizîna pêlên dengan a li ser gewriya mirovan ew qas teng dibe. Lerizîna pêlên dengên herêmên germ û deştan, bi dîrêj û aheng in. Gewrî nerm dibe û ji hev diçe, dirêj dibe.”

Goyan dibêje: “Dengbêj; dengmêjû ye, yanî dengê dîrokê ye; ragihênerê devkî yê dengê dîrokê ji bo nifşên paşerojê ye.”

Lê kolînerê Kurd destnîşan kir ku erotîzma di stranên evîndarî û xoşewîstî de, bi qasî kurdan ti kesî bi hunereke ferhengî û estetîzekirî bilêv nekiriye û got: “Ew stranên erotîk, bûne sebr û teseliya ciwanên evîndar, wek alternatîfa hestên qedexekirî.”

Berhevkar û lêkolîner Seyda Goyan derbarê xebatên xwe yû dengbêjiya Kurdî hevpeyvîneke taybet pêk anî.

Rûdaw: Rola Navenda Kelepûra Kurdî ya Silêmaniyê çi ye û çi bandora wê di nêzîkirina çanda Bakur û Başûrê kurdistanê de heye?

Seyda Goyan: Enstîtuya Kelepûra Kurdî, kargeheke folklorîk e ser esasê parastina çanda tevahiya gelê Kurdistanê bi zanistî û akademik karên xwe dikin. Saziyeke komelayetî ye û ji siyasetê dûr e. Navenda Enstîtuya Kelepûra Kurdî li Silêmaniyê ye û rêvaberiya wê mamosta Mazhar Xaleqî dike. Di vê kargeha çandî û hunerî de, lêkolînên folklorik ên ber bi windabûyînê ve diçin wek mînak, nirxên millî, destkariya jin û mêran, edetên zewac, şîn, cilûberg, xwarin û vexwarinên kurdî, dîrok, şûnwarên dirokî, navdarên Kurdan, stran, govend, hemî cureyên folklorik bi video, foto û tekst têne tomakirin, û di beşa çap û belavê de tasnif û helsengandina wan têne kirin. Piştre karên encambûyî arasteyê xizmeta gel têne kirin.

Li her çar parçeyên welat xebatkarên xwebexş hene. Ji pêşerojê distîne radigihnîne paşerojê. Bi kurtahî em şîrove bikîn Enstîtû, kargeheke sîrkûlasyonî ye.

Çawa kû dema qala opera tê kirin, welatê Îtalya tê bîra mirovan, Elvîs Presley bi Rock n Roll tê nasîn, bavê muzîka protest a hemdemî, “Pete Seeger” Amerîkî tê bîra mirov. Di qada navdewletî de dema mijar bête ser muzîka Kurd, di serî de dengbêjî tê nasîn. Yanî dengbêjî di qada navdeweletî de sembola muzîka gelê Kurd e.

Teybetmendiyeka gelek balkêş a çanda dengbêjiyê ev e, “di nirxê netewbûnê de ji aliye nexêrxwazan ve tişta kû neşiyane destkarî lê bikin, naveroka wê biguherin an jî vala bikin yekane nirxê berxwedêr dengbêjî ye.

Ev çanda kevnare heta dûmahîka di salên 1970an de hem pirtûkxane, hem mass medyaya (amûra ragihandina bo civakê) bi deng bû. Hatina TVyan bû pêngava têkçûyîna Dengbêjî û edetên kelepûrî.

Tu fermanber bû, çi bû sedem an jî wesilê te dest berhevkirana berhemên çanda kurdî kir?

Sala 1993an bû pêngava çolkirina gund û ji rehderxistin û dawîlêanîna nirxên dîrokî û folklora li gundan. Jixwe geşepêdana folklorê li gundan dibin. Belê piştî gund hatin valekirin her malbetek koçê bajarên li welat û derveyê welat bûn. Rewşeke li ber çavan e ku dahatûya gelê Kurd her diçe ji wan nirxên folklorîk bêpar dimîne, kevneşopiya bav û bapîran nayê nezanîn û tê jibîrkirin. Ji wê çendê min jî li gorî derfetên xwe dest bi xebata lêkolîn û komkirina karên folklorîk kir.

Di arşîva we de çi berhem hene, tu dikarin hinek behsê bikî?

Min di yek beşî de kar nekir. Wek kelûpelên malekî li ber lêhiyê biherike, çi ber deste min ve hat, min ew kom kirin. Mînak; dijûn, nifir, gotinên pêşiyan, biwêj, lezlezok, mamik, gotinên pêşiyan, çîrokên mûstehcen, stranên dawetan, stranên dengbêjîyê, destan, destkariyên jin û meran cilûberg, xwarin-vexwarinên kurdî, leyistokên zarokan min kom kirine. Zêdeyê 20 filmên dokûmenterî derbarê çand û hunera Kurdî de min amade kirine. Min di 2008an de belgefîlmek li ser genimdirûn, genim kutan û savarçêkirina bi ahenga stranan li Şirnexê amade kir, wê berhama min di 2011an de li Elîhê di pêşbirka filmên dokûmenterî de xelata herî baş a duyemîn wergirt. Eva ne li bîra min in. Min li gorî derfetên xwe qasî ji destê min hatî tiştên derbarê folklara Kurdî de kom kirine. Wekî din di warê wênegiriyê de jî wêneyên folklorik ên rengên kurdî min berhev kirin û di gelek pêşangehên Enstîtûya Kelepûra Kurdî de li Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Akrê, Amêdî heta li hinek bajarên Ewrûpoyê hate nişandan. Di sala 2018an de pênc wêneyên min girtî, bûne berga salnameya Apec Stokholmê.

Çima bi taybetî lêkolînên te li herêma Botanê dibin?

Wek min gotî lêhî li malê daye, ew mal jî Kurdistan e. Belê rastî piranî tişt min ji herêma Botan berhev kirine, lê min xwe bi navçeyek herêmek ve bi sînor nekir. Min ji Mexmûr bigre heta Stenbolê, ji Mêrsîna Tirkiyê bigre heya Ermenîstanê ez çûme. 2015an ji bo pêkvejiyana Kurd û Ermenan ez heyvek li Ermenîstanê mam, gelek gundên Kurdan ez geriyam, min gelek karên folklorik ji wan jî kom kir.

Tu paşeroja dengbêjiya kurdî çawa dibînî?

Mixabin, ez ti ronahî li paşeroja Dengbêjiyê nabînim. Teknolojî û înternetê, ne tene dengbejîyê qedand, di heman deme de li her dere dinyayê nirxên mirovayetî, nirxên millî, folklorik jî têk bir. Dewleta milletan heye dîsa dikarin nirxên xwe biparêzin û pêş de bibin. Lê ji bo me karesat e. Çanda Kurdî pere nake, ji bo nifşên nû danûstandin nabe. Pêşî serok û rêber û rewşenbîrên Kurdan giringî nadin ziman û çanda xwe da ku ji paşerojê çav lê bikin. Ev bar tenê ser milê xemxûrên xwebexş ve maye.

Ji bo dengbêjiya kurdî berdewam bibe, derman çi ye? 

Derman, divê siyasetmedar vî nirxê netewî wek rêznameya partiya xwe gel rewşenbîran giringyê pê bidin. Divê li zankoyan beşek ser dengbejiyê bêne terxankirin û derfet ji dengbêjîyê re bene dabînkirin ku nanek pê were xwarin, eger na mehkûmê berzebûnê ye.

Bi kurt û kurmancî, mirov bi yek hevokê rave bike, “dengbêjî” çi ye?

Dengbêj; dengmêjû ye, yanî dengê dîrokê ye; ragihênerê devkî yê dengê dîrokê ji bo nifşên paşerojê ye.

Mijarên dengbejî çi ne û coreyên wê hene û dengbêjî li gor herêman te guhertin?

Stranên dengbêjan ên bi aheng û teşîya edebî têne ristin, estetîzekirin û têne neqlkirin ji bo paşerojê; ji sê mijarên sereke pêk tên: Yekem yên evîndariyê, duyem yên mêrxasiyê û sêyem ên şînê.

1- Stranên Dengbêjiyê Yên Evîndariyê

Ji egera baweriya ol û kevneşopîyên jiyana civakê; kurdan, rê li ber hevdîtina evîndariya keç û kuran girtiye. Ew qedexe car caran bûye sedema kuştin û mirina bi karesatên dilşewat. Li vê derê erka dengbêjiyê dikeve dewrê û hestên evîndaran, dibin îlhama dengbêjan.

Erotîzma di stranên evîndarî û xoşewîstî de, bi qasî kurdan bi hunereke ferhengî û estetîzekirî nehatiye bilêvkirin. Ew stranên erotîk, bûne sebr û teseliya ciwanên evîndar, wek alternatîfa hestên qedexekirî.

Bo nimûne:

“Emîno kuro tu şevkê

Were mala bavê min mêvanî,

Tu were tewafa cotê memikê mi zeriyê,

Ji te re pir xweştir e, ji axatiya Remaniyê…

Lawiko were de tu were,

Bila serê min qurbana serê te be,

Şevek ji şevên van peyîzan,

Mêvanê sing û berê dosta xwe be…”

Her çiqas dewr û dewran hatibe guhertin û jiyana îroyîn li gorî ya hingê gelek pêşketîtir û azadtir be jî, hêj şopa çanda qedexekirinê di mejiyê gel de zindî ye. Mînak, di tekstên stranên nûjen ên kurdên li Ewropayê dijîn de, herçend di standarda muzîka navdewletî de tevbigerin jî; lê şopên erotîk ên kelepûrî ên di bin bîra wan de mayî, di gotinên stranên wan de, têne dîtin.

Mînakeke berbiçav ji strana Ciwan Haco:

“Rûne rûne rûne

Di rex min de wer tu rûne

Bi çavan li min meyzîne  

Min bixwe û bihelîne

Da min, da min, da min

Cohtê memkan wê da min

Ketime ser singa wê  

Ketime xêra xwedê de”

2- Stranên Dengbêjîyê Yên Mêrxasiyê

 

Were hay lo hay lo hay lo dinyayê

Hesoyê Brahîm, sê dengan gazî dikêt Mehme Elî kurê bavê mino

Lê bira êdî, dengê te mînanî şêran, li kozikan, û çeperan

Li singê neyaran û dijminan li min nayêt

Wele Mehme Elî sê dengan gazî dikêt Heso

Hey mala te wêrano min çend caran got te, em pênc zilam în

Em ê ber barê pênc sed mêran de der nayên

De Xwedê xirav bikêt mala Pîrokan, Kejikan, Rûtikan, Terxankan, Dermalkan, Xesarkan

Toxakan, Bozikan, heft bavê Pencenariyan

Bira xaîn in li hindada min û te de nayên

Bila Xwedê xirav bikêt mala xûdanê Sûstem ê ji êvara gundan û pêde

Qalik qeta ye kêm û nakim pê nûkilê xencerê jê dernayê

Lê Wele, yeqînsi’ûda min li ezmanan nemaye

Ay de lo lo lo lewmanê xwîn bi destê birayê te ve nayêt wezîro

3- Stranên Dengbêjiyê Yên Şînê:

Ax seydikê mino

Ay dê rabe dê te seh kem wey de rabe da birîne te seh kem

Dê çara hîzarê ser û sîma û bin guhê te werkem

De keresiha vê çiyayî xweş bûye

Bavikê rebenî dê ji xwe re bihingê tê jî mexel ket

Ay lê jarê, ay sed caran li min jarê

Bizinan gazî dikine vê karê

Dê zozanên jorî hisarê were xwarê

De biçîne berîka jêrî

Ma te nezanî nêçîrvanên serdarê hemû neçîrvanan

Ketiya ber mereza vê mirinê

Ne wele babo ber xirêna vê tayê

Ax seydikê mino seydevano

Te bilûrbêjo tembûrvano

Şel û şepê merez ê kûviyano hey bavo

De min du sed zêrê osimanî heqê bertîl û şabaşê te dano

Te cotê xezêm zêran ber deriyê hişt bê xudano hey bavo

Li nêv hinek hozên navçeya Botan wek devera Goyan, Elkî, Çelê; heta nêzîkî derdora sala 1990 dawetên li wan navçeyan dihatine kirin; stranên dawetan bi dev, bê enstrüman bi vegerandina bêrîtebêj û dengbêjan dihatine gotin; lê piştî ev enstrûmanên wek saz û orgê, bi destên hin nezanan sala 1997an, ji bona çend qirûş bexşîş werbigrin, ew stranên kûvî û çiyayî, xweristî hê “notadan lê nehatî kirin”, bi awayekî amatorî û ji orjînalîteya stranan dûr, notasyoneke li gorî xwe lê kirin û strandin. Ew stranên nestêlih, ji naverok û reseniya xweristî dûr xistin û kirin bazareke ticarî.

Cihê daxê ye, kesek li hemberî vê kambaxiyê hevkariya min bike û dijî vê karesatê derkeve nebû. Li hemberî vê tekçûyînê, ez ketim nava bizavê ya komkirina stranan ji devê stranbêjan. Li gorî lêkolînên min, di stranên navçeya Botan de, bi teybet jî li devera Goyan, mirov li rastî hinek stranên pentatonîk tê.

Bo nimûne:

Stranên pentatonîk, cara yekem beriya niha bi çar hezar salan li Çînê di koçk û serayan, li perestgehên dinî de hatine xwendin; di pey re li Hindistanê, Japonya, Asyaya Navîn, Misir û Amerîkayê xuya bûne.

Dewlemendtirîn cureyên stranan ên ciyawaz li devera Botan têne dîtin. Navlêkirinên stranan wek, peyîzok, pîrepeyîzok, serêlî, lawje, heyranok, lawik, bêrîte û şeşbendî têne gotin.

Her kes dikare bibe bêrîtebêj, her bêrîtebêj nikare bibe dengbêj, her dengbêj jî nikare bibe serêlîbêj. Ev her sê cureyên hunermendiyê, ya li devera Botan û Behdînan, frekansa dengê gewriya wan li gorî awaz û maqamên stranên distirin kanalîze bûne.

Peyîzok, Serêlî, Lawje:

Babeta van her sê serenavên stranan, heman mijar e; tenê, li her herêmeke Botan bi navekî ciyawaz hatine binavkirin.

Forma melodiya peyîzokan li gorî maqamên stranên li herêma Serhed, Mêrdîn û Amedê, bi rîtmên ciyawaz tê honadin. Awazên wan bi xwe; li gorî xwerist, sirûşt, xweza û civaka wê erdnîgariyê reng girtine.

Li bajarê Şirnexê, li gel navçeyên wekî Silopî, Cizîr, Dihê, Perwarî dibêjin, “Peyîzok”. Hozên naverasta Botan, navçeya Goyan û li Behdînan, gundên li derûdorên Amêdiyê û wek Gulî, Nihêl, Batûfan û Sindiyan, dibêjin “Serêlî”. Li Colemerg û Çelê, Şemizdînan û Geverê dibêjin, “Lawje”. Yanî li Şêrnexê, peyîzok, li navçeya Goyan, serêlî û li Colemêrgê jî lawje tê gotin.

Di naveroka peyizok, serêlî û lawjeyan de, xoşewîstî, mêrxasî û şînî heye û babet her yek e. Di awazên serêlî, lawje, û peyîzokan û awazên stranên çermsorkên Îspanyayî de pêwendiyeke kinêteyî (genetîkî) heye.

Gelek binemalên nîjadkurd ji herêma Behdînan di pêvajoya heşt sed salên Dewleta Îslamî ya Endûlûsiyan li Îspanyayê bi cih bûne. Her çiqas di notasyonê de ji hev cûda be jî lê di melodiya stranên Botan û Çermsorikan de di bin hişê mirovan de bi awayekî “sublîmînal” dengsaziya awaza Botan û Çermsorikan saz dibe.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply