Google zaravayê Soranî jî li ser beşa wergerê zêde dike

Piştî zaravayê Kurmancî Kurdî ku li ser zimanên Google hate zêdekirin niha jî amadekarî tênekirin ku zaravayê Soranî jî li ser beşa Google Translate (Wergera Google) de bê zêdekirin.

Xortekî xelkê Helebçe ji aliyê kompanya Google ve bi awayeke fermî hatiye vexwendin ku li destpêka meha şûbatê da beşdarî li konferansa lûtkeya salaneya Google da li Singapurê bike.

Bokan Hesen li vî derbarî de got: “Min Projeyek ji bo zêdekirina zimanê Kurdî (Zaraveyê Soranî) radestî kompanya Google kir û wan jî projeya min pesendkirin. Heta niha 100 hezar riste û peyvên Kurd min ji bo Google şandiye û sozê dane min ku li paşarojeke nêzîk da zaravayê Soranî jî li ser google zêde bikin. Lê belê hê jî pêwîstiya wan bi zanyarî û karên zêdetire, ji ber ku tu aliyek jî hevkariya min nake kar bi lez birêvenaçin”.

Bokan Hesen dibêje: “Li 27ê meha derbasbûyî vexwendinnameya fermî ya Google gihîşt destê min bo ku serdana wan bikim. Min jî hemû amadekariyên xwe temamkirine û destpêka meha bê serdana baregeha serekiya Google ya li Singapurê dikim”.

Hesen dibêje: “Li sala 2015 kompanya Google zimanê Kurdî Soranî li civaka Google zêdekir, çend hevaleke Arjantînî hevkariya min kirin û li sala 2016 da zaravayê Kurdî (Kurmancî) li Google hate zêdekirin, lê belê bi sedema nebûna keyboarda Kurdî ve nedikaribûn zaravayê Soranî deynin. Ji bilî wê jî piştî sê civînan li 31.05.2019 me zimanê Kurdî li Google App de danî”.

Bokan Hesen sala 1991 li Helebçe ji dayikbûye û niha jî li Helebçe dijî, Beşa Zimanê Îngilîzî ya Zanîngeha Silêmanî li sala 2014 da xelas kiriye.

Rojevakurd

Derbar ziman

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply