ziman

Adar, 2019

  • 16 Adar

    Çavxezela Helepçê

    Min dikir dest bi nivîsîna “Selahaddin, Axx, Selahaddin” bikira… Dîsa hat. Bi dîdema xwe ya awirxezalî, do êvarê jî xewê wer li min “herimandîbû.” Mîna îro tê bîra min; li hembêza bavê xwe di pêçekê de, li tenîşta şîpanê, li erdê li hember jehra ji asîmana xezebê hatî re, giyana xwe berhewa dike, hildide, ji asîmanên balûpal ên welatê pîroz …

  • 15 Adar

    Li Kurdistanê self kolonîzasyon: Wek teknolojiyeke kolonyalîzmê ‘aqlê protez’

    Di van demên dawî de nîqaşên li ser “gerdûnîtî”, “nasname” û “neteweperweriyê” tên kirin teoriya “kolonyalîzm”ê ya ku hema bêje hatibû jibîr kirin dîsa anî rojevê. Sotîneriya van mijaran ji nîqaşên derbarê Kurdistan û Kurdên li rojhilata navîn xwedî çirokeke qedîm in û bûne girêkek, tê çavdêrî kirin. Rejîmên otorîter yên li tevahiya cîhanê bilind dibin û bi taybetî jî …

  • 15 Adar

    Der barê Kurdistanê de raporta Mr. Trotter û bersiva Ebdurehman Nacim

    Ji şerê salên 1877-1878an ê dewleta Osmanî û Rusya şûn ve, di pêşengiya siyasî û civakî ya tevgera Kurd de jî guherînên girîng ên nû çêbûne. Pêşengiya tevgera Kurd, ji rêvebirên mîrnişîniyan derbasî ulema û rêberên dînî dibe. Şêx Ubeydullahê Nehrî, mînakekî girîng ê temsîla destpêka vê dema nû ye. Şêx Ubeydullah, rewşa siyasî-civakî ya piştî Şerê Osmanî-Rusan û dewleta …

Sibat, 2019

  • 13 Sibat

    Bi mûzîka Kurdî zaravayê Zazakî ji nemanê hat rizgarkirin

    Rêxistina Navnetewî ya Perwerde, Zanist û Çandê  (UNESCO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, sala 2012ê zaravayê Zazakî ku zimanê axavtinî yê zêdeyî du milyon kesan e, xiste nav lîsteya zimanên wenda, lê bi rêya muzîk, stran û hunera Kurdî, ew zaravayê han qonax bi qonax ji nemanê hat rizgarkirin.   Hunermendê Kurd, Dogan Çelîk 20 sal e bi rêya …

  • 12 Sibat

    Mezher Xaliqî: Kultura Kurdî yek ji dewlemendtirîn kultura cîhanê ye

    Hunermendê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Mezher Xaliqî li Berlînê simînarek derbarê kultur û mûzîka Kurdî de pêşkêş kir û kultura Kurdî bi yek ji dewlementirîn kulturên gelên cîhanê binav kir, ku tevî zulma sedan salan a gelên serdest, lê kultura Kurd karî jinav neçe. Herwiha parastin û arşîvkirina kultur û mûzîka Kurdî bi girîng zanî. Hunermend Mezher Xaliqî ji …

  • 12 Sibat

    Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û “Nemerdan”)

    Romana Mehmed Dehsiwar Çepera Giran (Apec, 2018, 426 rûpel) cildê duwem a rêzeromana wî pêk tîne. Cildê yekem ê rêzeromanê di sala 2017an de bi navêŞopa Xeterê hat weşandin. Di derbarê vê romanê de danasîneke min him di malpera Rûpela Nû û him jî di kovara Bîrnebûn de derketiye (Bîrnebûn, nr 70/2018). Vê gavê em nizanin wekî ev rêzeroman ê ji çend cildan pêk bê. Belkî di …

  • 11 Sibat

    Dilê mirov

    Dil ango dilê mirov, bi eslê xwe dişibe pompeyekê ku ji masûlkeyan pêk tê. Ji boy berdewamiya jiyanê, divê xurek, hormon û oksîjen, bigihîje hemû şane û xaneyên laş. Madeyên paşmayî yên wekî karbona dîoksîd, ure, av, xwêy jî divê ji xaneyan bên dûrxistin. Ango ji boy bicihanina erka xwe divê xwîn li her aliyê laş de bigere. Xwîna mirov di nav lûleyên xwînê de diherike, lê xwîn bi tena serê xwe nikare biherike, pêdivî bi pompeyek …

  • 10 Sibat

    Merwan Berekat: Romana Kurdî li dûrî pênûsa rexnevanan e

    Nivîskar, helbestvan û romanivîsê Kurd ê ji herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) Merwan Berekat zêdetir ji 35 salan e dîrok, helbest, roman, gotar û lêkolînan bi her du zimanan (Kurdî û Erebî) dinivîse. Nivîskar Merwan Berekat ta niha bêhtir ji 32 berhemên wî yên bi her du zimanan hene û hejmarek baş jî jê hatine çapkirin, yan wek pirtûkên elektironî hatine …

  • 9 Sibat

    Celal Emîn Ferhengeke yasayî bi 3 zimanan belav kir

    Parêzer û nivîskar Celal Emîn li Almanyayê ferhengeke taybet bi gotinên yasayî û îdarî ve bi her sê zimanan Kurdî – Almanî û Erebî belav kir. Celal Emîn li ser ferhenga xwe ji K24ê re got: “Di ferhengê de mirov dikare li sê beşan de bigere. Peyvên di ferhengê de peyvên yasayî û kargêrî (îdarî) ne. Têkiliya mirovê li Almanya …

  • 6 Sibat

    “Hunermend dikare bi rêya hunera xwe dostan ji bo doza gelê xwe çê bike”

    Şêwekar Bedran Barî Kî Ye? Di sala 1971ê de, li gundê Bor Se’îd yê navbera Hesekê û Amûdê ji dayik bûye, zaroktîya xwe li gund derbaskir, piştî ku xwendina xwe ya seretayî li gund kuta kir,  ya navendî û sanewî li bajarê Hesekê gihande serî, û ji peymangeha amadekirina mamosteyan derçû, ji sala 1992an ve wek mamoste li dibistanên Hesekê …