Li Amedê ‘Komeleya Wêjekarên Kurd’ hat avakirin

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bi armanca pêşxistina wêje û zimanê Kurdî “Komeleya Wêjekarên Kurd” hat avakirin.

Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Hogir Berbir ji Rûdawê re diyar kir ku her çiqas komeleya ku niha hatiye damezrandin, weke li dewsa Komeleya Nivîskarên Kurd ku hatiye girtin bê xuyakirin jî, lê di eslê xwe de komeleyeke nû ye ji bo nivîskar û wêjekaran û got: “Em xwe berdewamiya Komeleya Nivîskarên Kurd nabînin û Komeleya Wêjekarên Kurd jî weke vekirina deriyekî nû dibînin.”

Hogir Berbir da zanîn ku wan piştî ku prensîbên serlêdanê pêk anîn, ji bo vekirina Komeleya Wêjekarên Kurd, serlêdan Parêzgariya Amedê kirin û parêzgariyê jî serlêdana wan qebûl kir.

Derbarê armancên komeleyê de Berbir destnîşan kir ku armanca wan a sereke xwedî derketina ziman, çand, wêje û pêşxistina wan e, û wiha pê de çû: “Wate Komeleya Wêjekarên Kurd banek e, û  herkes di bin wî banî de bi dilekî rihetî dikare xwe bîne ziman û xebatên xwe bimeşînin . Ji bo pêşvebirina xebatên wiha em dê bi tevahiya hêza xwe alîkar bin.”

Berbir herwiha anî ziman ku yek ji armanca ew e ku nivîskarên Kurd bînin ba hev û di vê merheleyê de berhemên nivîskaran li nava gel belav bikin û wiha domand: “Em dixwazin bi li darxistina semîner, panelan û çalakiyên cor bi cor gel û nivîskaran bînin ba hev û têkiliyeke xurt di navbera wan de ava bikin. Herwiha em dê hewl bidin zimanê gel ê rojane were parastin û di têkiliyên rojane de gel bi zimanê xwe dan û standinê bike.”

Hevserokê Komeleya Wêjekarên amaje bi wê yekê kir ku ew ne di nava tu metirsiyê de ne ku çarenîvisa wan jî weke ya Komeleya Nivîskarên Kurd be û were girtin,  lê ew xwediyê vê fikrê ne ku gava zimanek li ber pişaftinê li ber xwe bide û tekoşînekê dide, dê gelek alozî û astengî jî li hember derkeve, lewna wan xwe ji gelek tiştan re amade kirine.

Hogir Berbir dibêje: “Pêwendiyên me dê bi kesên ji bo ziman û wêjeya Kurdî xebatê dimeşînin re hebe û rêveberiya me jî di nava vê tora ziman de cih digire û xebatên xwe dimeşîne.”

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply