Yekemîn simatnameya bi Kurdî: Beyana Xwarinan û Zewqên Wan

Pirtuka Şêx Muhyedînê Hênî ya bi navê “Beyana Xwarinan û Zewqên Wan” ku di wêjeya klasîk a kurdî de tekane simatiyyeya hatiye nivîsandin e, nivîskar Mela Birhanê Tarînî pirtûk latînîze kiriye û ew dibêje mînakên vê pirtûkê di çandên din de bi hêsanî nayê dîtin û wê di wêjeya Kurdî de cihekê xwe yê gelek girîng heye.

Di wêjeya klasîk de, ji berhem û helbestên li ser pênase, cure û zewqên xwarinan hatine nivîsandin, jê re tê gotin “simatiyye” yan bi navekî dîtir “simatname”. Di Wêjeya Klasîk a Kurdî de tekane simatiyyeya hatiye nivîsandin “Fî Beyanî’l Et’îme we Mezaqîh” (Beyana Xwarinan û Zewqên Wan) a Şêx Muhyedînê Hênî ye ku  di sedsala 19an de hate nivîsandin.

Nivîskar Mela Birhanê Tarînî ku ev berhama Hênî di sala 2015an de ji alfabeta aramî, latînîze kiriye ji Rûdawê re diyar kir ku pirtûka “Beyana Xwarinan û Zewqên Wan” weke belgeyeke antropolojîk e.

Mela Birhanê Tarînî da zanîn Hênî berhema xwe bi şêweyekî mesnewî nivîsandiye û ji 186 beytan pêk tê û ev berhema wî, li gorî berhemên klasîk ên beriya xwe nû ye û ji bo lêkolînerên wêjaya Kurdî çavkaniyeke girîng e.

Di nav 186 beytên wê de navê 130 xwarinên cur bi cur derbas dibin ku hinek jê îro hatine jibîrkirin û hinek jê jî bi navê xwe re heta îro hatine. Tişta balkêş ew e ku ev xwarin, li gor cure û cinsên wan, çêkirin û çêja wan, bi awayekî helbestî hatine rêzkirin.

Di simatiyeya Şêx Muhyedîn de behsa gelek xwarinên xwecihî yên Kurdan jî hatiye kirin ku xwarin bi çi tê xwarin û çi nayên xwarin, xwarina gundan, xwarina padîşahan, xwarina bajaran, rêz kirine.

Di vê berhemê de cureyên xwarinan di 20 koman de hatine dabeşkirin weke; nan, şorbe, boreg, dolme, xwarinên bi giya û pincaran, xwarinên bi zerzewatan, xwarinên bi goşt, xwarinên bi bulxurê hatine çêkirin; kebab, kofte, seqetat, tirşî, xoşav, şîrînayî, helaw, şîraniyên hevîrî.

Şêx Muhyedîn piştî mîrektiyan di dawiya sedsala XIXem de jiyaye û xelkê navçeya Hênê ye Amedê ye.

Rudaw

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply