JI BÎLAL KORKUT KURTEFÎLMEKÎ NÛ

Bi projeyên pêk tîne Bîlal Korkut dihêle ku mirov qala wî bikin û herwiha fîlmê xwe yê dawî “ÇI BIKIM” (Nasıl Yapmalı/What is to be done) tekûz kir û gihand ber destên sînemahezan.

Kurtefîlm li Nîsêbînê hatîye girtin û 5 xulekan didome û ew di fîlm de behsa çîroka Hiseynê di navbera moderbûn û çanda xwe ya berê de mayîye dike. Çi Bikim fîlmê Korkut ê çaran e û ew bi vî fîlmî binê modernîzma derengmayî dikole  û balê dikişîne ser mirovên ku wê êşê di nava dilê xwe de bi hemû şaneyan xwe hîs dikin. Zimanê fîlm bi kurdî ye û jêrnivîsa tirkî û îngîlîzî jî lê hatiye zêdekirin

Di“Çi Bikim” de  Aydin Rengîn, Sîdar Özmen, Rengin Derya Engin û Gulbin Bozan dilîze û fîlm li ser youtubeyê hat belavkirin.

Derhêner Korkut dibêje: “Xelata herî mezin ew e ku kurd bikarin li fîlmên min temaşe bikin. Ji loma min fîlmê xwe ye dawî berî ez bişînim ji festivalan re min xwest li ser youtubeyê belav bikim. Cihê şanazîyê ye ku fîlmê me  “Çi Bikim” di demeke kurt de ji aliyê gelek mirovan ve hat  temaşekirin. Ez ji bo vê gelekî xweşhal û spasdarê  temaşevanan im.”

Fîlmê derhêner Korkut yê yekemîn “Ez Tusubasa Me” di gelek festîlavên navnetewî  yên weke  Manchester, Brighton Short Film Festival, Roots of Europa International Film Festival, Nürnberg de hatibû xelatkirin..

Çend xebatên Bilal Korkut ji lînkên jêr dikarin bên temaşekirin

“Çi Bikim” : https://www.youtube.com/watch?v=eSag_sfa7VU

“Ez Tsubasa Me”: https://www.youtube.com/watch?v=1ldXRhY5mZ4

“Li Pey Nanê  Xwe”: https://www.youtube.com/watch?v=Laqp8CLkP0Y

“Ji Akademîyê re Du Raport”: https://www.youtube.com/watch?v=8VNWcO_g5WQ

Derhênerê Kurtefîlman Bîlal Korkut kî ye?

Sala 1987an li Nîsêbînê çêbûye.

Di sala 2009an de ji Zankoya Dicleyê ya Diyarbekirê ji beşa mamostetîya zimanê tirkî derçûye.

Di sala 2015an de li Zankoya Artukluya Mêrdînê di Enstîtûya Kurdolojîyê de lîsansa bilind qedandîye.

Di Sala 2016an de di Zankoya Mîmar Sînan a li Stenbolê beşa Sînema û Televîzyonê de bi cih bûye.Heta niha derhênerîya şanoyên “Komşuyuz(Em cîrann in) û “Nene İle Tilkî”(Pîrê û Rovî) kiriye.Ew hêjî weke mamoste û xwendekar jiyana xwe didomîne.

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply