Çîrok | Gozel

Ewr bi baranê avis bû. Ew rewşa hewayê dikir ku, mirov ji mal dernekeve.

Min fîncanek çîkoleta germ çêkir, betanî li xwe pêça pirtûkek da destê xwe û li ser qoltixa li ber pacê rûniştim.

Di rojên payizê dawîya heftê ku ez ne li kar bim, kelîyên ku herî zêde min kêyfxweş dikir, xwendina pirtûkan û wexwarina qehwe an jî çîkoleta germ bû.

Bîstek şûn de xwişka min nûçeyek ji telefona destê xwe nîşanê min da.
Di koma Facebookê ya gundê me de peyamek serxweşîyê weşandibûn:
“Etê tu vê jinikê nas dikî?
“Erê erê çawa nasnakim! Wax, wax! Heyfa meta Gozelê wê jî xatir ji me xwest.
Mirin bê berbûr e. Temen çi dibe, bila bibe xeberên mirinê dilê mirvan ji dinyayê sar dike.
Meta Gozel xwengşîra bavê min bû. Yeka bejin dirêj, bedew û zarşêrîn bû. Di nav gundîyan de, ji mezin heta piçûkan kesên ku jê heznekiribin û jê re rêz negirtibin tune bû.

Çîrokjîyana wê jî, qasê ku bibe roman balkêş bû…
Şevek havînê bû. Ez ji zanîngeha hatibûn betlanê, hingê hê mala me li gund bû.

Meta Gozelê ew şev qala serpêhatîyên xwe kiribû. Tevê ku em ewqas nêzî hevbûn; min heta wê şevê hûrgulîyên di nav malbata wan de nizanîbû:
“Ez keçek hivdeh salî bûm. Bavên xortan li ber derê bavê min ketibûn rêzê ji boy min.
Bes dilê min tenê ji boy xortekî lê dida, ew jî Ezîz bû. Malbata Ezîz çend caran ev mijar bi lêv kiribûn, mixabin kalikê min gotibû na!
Rojek kalikê min hat ji bavê min re got min Gozel daye kurê Sertif wê werîn bûka xwe nîşanî bikin.

Xemê konê xwe li ser deşta jîyanê veda bû û min jî xwe da bû bin sîya wê. Hêvîyên min, bi hêstirên çavên min ve dihatin şuştin.
Keserê nane xwe li ser tendûra dilê min de dipat. Lê min nedikarî ji malbata xwe re bêjim na!

Şevek nîvê şevê, wekî herşev dîsa xew li min herîmîbû, xem û fikar nav mejîyê min de govend digerandin.

Nema tebat dihate min. Derketim ber derî min li asîmanan nihêrî , rondikên çavên min wekî tavîya baranê dihate xwarê.

Min pêşa xwe vekir, dilek bişewat lavayê Xwedayê xwe kir: “Ya xwedayê erd û asîmanan tu xatirê mezinahîya navê xwe bike, min bigehîne heskirîyên min, hema bila çikîna ewladekê nekeve dû min”

Çend roj şûn de, mala destgîrtîyê min bangê mala bavê min kirin. Kalikê min li malikê de dibeje; bila zava were ez bibînim…

Zava tê destê mezinan maçî dike.
Çawa dibe, sedem çibûye? Ez hê jî nizanim lê, dema vedigerin malê kalikê min dibêje; têkez boxçika malikê bibin û bêjin em ji soza xwe vegerîyan, em keçika xwe nadin we.

Karwana jîyanê li ser rêya hêvîyan bû. Bi vê rûdanê ve hêvî di dilê min de dihulkumîn.
Min dizîka xebar şand ji Ezîz re.
Wê carê Xwedê li hev anî ez û Ezîz, em demek kin de zewicîn.

Şahîya dahweta me li wê deverê deng dabû. Heta hefteyekê dawol û zirne lê dihist. Keç û xortên cîwan ên bermiraz derîyên dilên xwe di dahweta me de, ji hev re vedikirin.

Daweta me bibû enîya şerên evîndaran…
Evîna me û bextewarîya me li ser zar û zimanê gundîyan bû…

Ew heft sal bû em zewîcî bûn lê, mixabin zarokên min çênedibûn. Gelek kesan digotin hûn çavînî bûne lewre zarokên we çênabin.
Tu derman nema ku xwesîya min a rehmetî neda min.

Heta ji kesên ku wê demê diçûn hecê ji wan him dia him jî guzê hecê dixwest.
Carek ji nişkêve ew duayê ku min di cîwanîya xwe de boy ku bigehîjîm mirazê xwe kir, hat bîra min.

Ez çûm min ji Ezîz re got:
“Ji dayika xwe re bêje bila te bizewicîne. Em çî jî bikin; wê zarokên me çenebin”
Û min behsa duayên xwe jê re kir. Ezîz, daxwaza min qebûl nekir wî her digot:
“Ez ji boy zarokan dilê te naşkênînim. Lê ser rûyê erdê ji bilî bextewarîya me min tu tişt nevê, ji bilî te jinek dî li min heram be”
Min dikir nedikir, Ezîz bi zewacek nû ve qayil nedibû.

Dawîyê ez çûm min xwesîya xwe qanî kir, em bi hev re çûn me keçikek ji gund xwest, xwesîya min şirdana zêrên xwe ji gerdenîya xwe derxist û bûkê de kir.

Min jî çar heb bazinên di zendê xwe de derxist kir zende bûkê.
Roja dî ez çûm min bangê mele kir, mele hat bi Ezîz re peyivî.
Hema bê je wî bi zorê bire malikê mahra wan birî.

Min lê bû ku ez şahîyek çêbikin, ji ber ku gunehê min bi keçikê dihat, keçek xama wê bihata ser hêwîyê lê, Ezîz û xwesîya min destûr nedan min.

Çend roj şûn de, ez û xwesîya min û çend pîrejinên gund, em çûn me xêlîya sor da serê bûkê wê anî malê.

Min bi destê xwe nivînên bûk û zava raxist. Ez hatim min ji mêrê xwe re got:
“Here bûk li benda te ye”
Ezîz bi dengek bilind girîya got: -Dilê min naxwaze herim bikevîm zîfafê, ez naçim.
Ez xwarê lingê wî bûm:
“Min got boy Xwedê tu min rezil nekî li hember vê keçika cîwan”

Keça min ewqas sal borî ez wê kelîyê tu çar ji bîr nakim; erê min bi destê xwe mêrê xwe zewîcand.

Hemû gundî behsa maqûlîya min dikirin, bes êşa dilê min ya wê şevê nayê gotin.
Dema Ezîzê min çû oda bûkê ez hatim ber derê oda xwe, çavên min tarî bûn û ez ketim erdê, serê sibê ez şîyar bûm ku ez li ber şêmûga derê oda xwe de vezelandîme.

Bi emrê Xwedê çar zarokên hêwîya min çêbûn.
Ewna ne ji dayika xwe re, lê ji min re digotin dayê.

Xwedê jê razî be hêwîya min jî tu car bê emrîya min nedikir. Wê hertim raza malê, şerma malê di malê de dihîşt.

Berê niha bextewarî min û ya Ezîz li ser zar û zimanê gundîyan bû, niha jî xweştêkilîyên me ên malbatî dihat pesinandin.

Belê keça min! li dinyayê tu êş tune ye ku, dawîyê de venegerê ser bextewarîyê. Tu bextewarî jî tune ye ku venegere ser xembarîyê.”
“Hu hu! Etê çi bû tu ewqas ketî nav xeyalên kûr?

Min bi dengê xwişka xwe re ji nû ve fîncana çikolata germ girt destê xwe, lê îcar ne bi bextwarî, bi dilek xembar ew firfirand.

Rojbîn Ozkan-10.5.2026 – Mûş

About Rojbîn Ozkan

Check Also

Ziman û Nivîs: Nexşeya Ramanê û Lengerê Nasnameyê

Di dîroka şaristaniyê de, ziman ne tenê amrazeke peywendiyê ye; ew nexşeya ramanê û bingeha …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *