Du hêzên here mezin’in xeyal û hêvî
Dahatûyek nû diwelidine di hişmendî yê de
wek dîtinên ku çav li dema bê dibiriqîne
yek bê yekî nîvcû dimîne ..
cîhanek bê dawîye di hiş de..
Xeyal û hêvî
paceyek nû di nêrînên dûrbînî yê de
wêneyê xwestek û armancê ye ..
meşek bê dawî..
erê -an -na
gerdûnîyê dipejirîne
lê dişidîne bi hêz dike
afirandarîyê zêde dike
demsal bi demsal xwe jîndar dike
Loma min jî ev hevok sazkirin
jibo ruhê însanî !..
hêvî û xeyalên di bîr û bawerî yê de
bo mirovahîyeta bê pêxm bi hezkirin
çawa mêzekî!..
ji xweza derya masî çûk teyr û qaqlîbazan
çîya, deşt, war ,
eve ku min girt wêneyê hezkirina xwezayê
xweza û mirov
pirtûka jîn ê ..
çem û rûbar
eve peyvên ku xwe li hizrû ramanê min pêça
û dîsa jî dahatû welat,aştî û xwebûnê re
raperîn bawerî hêvî û afirenderî
bo misqalek tenê mirovbûn ê re
Şaşî rindî û xweşbînîyan ji hev kifşkirin
bifikire di berçavka awirvedanekî de
jibo hev fêmkirinê..
jibo gerdûnê û jibo însanbûnê..
(Fizîknasê here mezin ê dunyayê , Albert Einstein, dema ku wî xeyal kir ku di nav trenekê de bi leza nûrê diherike, wî got ku bingehên teorîya dîtinê hatin danîn. Yani ev formûla E=mc² ya ecêb bi rastî ji xeyalê dest pê kir! Thomas Edison, Newton, Marie Curie… Gelek zanistvanên ku di dîrokê de nîşan dan, xeyalê wan wekî amûra herî mezin hat dîyarkirin.)
Bawer Berbang
13.08.2026
Nîşe: Bê yê ku heqaret û berovajîkirinê nivîsên min ji rexneyan re vekirîne.