Mirov her sibeh careke din vedije û ji nû ve tê afirandin. Bi vekirina çavan re jiyaneke nû diyarî mirov tê kirin.
Wekî ku hûn jî dizanin, xew birayê mirinê ye; yanî mirineke biçûk e. Dema mirov dikeve xewê, nizane gelo dê sibehê rabe an na. Em gelek caran dibihîzin ku gelek mirov bi şev di xew de dimirin. Bi şev radikevin, çavên xwe digirin, lê sibehê nikarin careke din vekin. Serpêhatiyeke min a wisa hebû; xizmekî min bi şev razabû, sibehê zarokên wî çûbûn bang lê kiribûn û gotibûn: “Bavo, bavo rabe, îro rojbûna min e.” Lê dîtibûn ku ew ranabe. Paşê bang li diya xwe kiribûn û gotibûn: “Dayê, bavo ranabe.” Gava jinê lê nêrîbû, dîtibû ku wefat kiriye.
Ji bo ku em her sibeh bi sax û salamet şiyar dibin, divê em her roj ji Xwedê re şukir bikin û bibêjin: “Ya Rebbî, te rojeke nû diyarî me kir. Şukir ji te re ku te şansekî nû da me.”
Ez bi xwe ji nav hemû wextan (sibeh, nîvro û êvarê) herî zêde ji sibehê hez dikim. Sibehan ji bo min her tişt hîn xweştir e. Kar û xebatên sibehan hîn bi feyde ne; enerjî û motîvasyon heye, serê mirov rehet e. Hê teşqele û qelebalixiya dinyayê dest pê nekiriye, ji ber vê yekê ez dixwazim karên xwe sibehan bikim.
Demekê karên min hebûn, ez sibehê zû diçûm da ku wan çareser bikim. Milet ji min dipirsî: “Xêr e, tu vê sibehê zû diçî ku derê?” Lê tiştekî wisa heye: dema mirov sibehê zû diçe derekê, mirovê li pêşberî te jî hîn rehet e. Çaya xwe vexwariye, hê stresa jiyanê dest pê nekiriye û hinekî din pozîtîf (êrînî) ye. Ji ber vê, hîn zêde dibe alîkar. Tu dikarî pê re sohbetê bikî, bikevî nava gotegot û danûstandinê, derd û kulên xwe jê re bibêjî an jî xwe hêsantir bidî fêmkirin. Ew jî te çêtir fêm dike û dilê xwe ji te re vedike.
Lê piştî nîvro û êvarê, êdî mirov diweste û dilê wî naxwaze tiştekî nû ava bike. Ji ber vê yekê, ez bi xwe pir ji sibehan hez dikim û divê mirov dema sibehê baş binirxîne. Divê ew enerjî û motîvasyona sibehan bibe sedema serkeftina jiyana me.
Wekî din, hûn dizanin ku jiyana berê hîn birêkûpêk û bi pergal bû. Berê mirov sibehê zû radibûn, nimêja xwe dikirin û paşê dest bi karê xwe dikirin heta nimêja eşayê diqedandin. Piştî wê, êdî jiyana rojane diqediya; her kesî nimêja xwe dikir û radiza. Sibeha din dîsa piştî nimêja sibê jiyanê dest pê dikir. Wê demê, ew jiyana mirov hîn bi bereket û pozîtîf bû, karên wan hîn çêtir dimeşiyan.
Lê niha, milet heta saet yanzdeh û donzdehan radikeve. Jixwe nîvê rojê di xewê de derbas dibe. Bi şev jî heta saet yanzdeh, donzdeh, yek û duyan bi tiştên pûç û beredayî re mijûl dibin. Ev yek ji bo tenduristiya jiyana me rîsk û xetereyeke pir mezin e.
Gelo divê mirov çi bike? Divê mirov tîrêjên rojê bibîne. Ronahiya rojê ji bo enerjiya laşê mirov pir bi feyde ye. Di vê serdemê de gelek mirov hene –ku ev tiştekî ecêb e– ji ber ku çermê wan tîrêjên rojê nabîne, vîtamîn (wekî vîtamîna D) û maddeyên girîng di laşê wan de kêm dibin. Sedema vê çi ye? Sedem ew e ku mirov bi şev dijî û bi roj radikeve. Di rewşeke wisa de, ma çawa vîtamînên mirov kêm nebin? Divê mirov li ser van mijaran baldar be.
Aliyekî din jî ev e ku divê mirov zarokên xwe jî li ser vê pergalê hîn bike. Divê em wan hîn bikin ku zû razên û zû şiyar bibin. Ger dereng razên, piştî demekê êdî nikarin û naxwazin sibehê zû rabin. Gelek malbat dibêjin: “Zarokên me pir dereng radikevin, em li benda wan dimînin û em pir diwestin.” Nexwe, we bi xwe ew wisa hîn kirine û we ew bêsînor berdane. Ger we di zarokatiya wan de rê li ber vê yekê bigirta, bi taybetî êvaran ew dernexistana derve, wê çaxê ew zarok dê li malê rûniştana, dê zû biwestiyan û xewa wan dê zû bihata.
Ji ber vê yekê, divê mirov jiyana xwe bi sibehan bide destpêkirin û piştî karên êvarê –her çend niha hinekî zehmet be jî– herî dereng saet di deh an yanzdehan de rojê biqedîne û xwe ji bo xewê amadehiyê bike.
Firat Bawerî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…