Wateya Qur’anê

Berî min jî, çend camêran Qur’an wergerandiye kurdî. Min di wergera xwe de sûde ji hin ji wan jî wergirtiye: bi taybetî ji wergera Seyd Elî Şîlanî, ya Abdullah Varlî û (vê dawiyê jî) ya Mela Mihemedê Hekarî yên bi kurmancî (ya Şîlanî bi alfabeya erebî ye) û ji wergereke soranî (Burhan Mihemed Emîn: ”Tefsîrî Asan”).

Ew wergerên navborî hemû jî gelek hêja ne. Lê mixabin yek ji wan jî ne li gor kurmanciya standard û sade hatiye nivîsîn. Ya hêja Varlî bi peyv û hevokên gelek asê hatiye nivîsîn. Wergera Şîlanî bi alfabeya kurdî-erebî û bi giranî jî bi devoka behdînî ye loma xwendevanên kurmancî yên ku tenê bi alfabeya latînî dixwînin nikarin wê bi kar bînin. Wergera Hekarî (ku bi xwe bi pirranî kopiya wergera Şîlanî ye) bi devoka hekarî û behdînî ye û hem ne li gor rastnivîsiya kurmanciya standard e û hem jî xwendina wê bo kesên ku tenê nasyar û aşnayên kurmanciya rojava (botanî) ne, hinekî dijwar e. Lê dîsa jî, eger wan camêran berî min dest bi vî karî nekiriba, dê rêya min hê jî asêtir ba loma ji dil deyndar û spasdarî wan im.

Veke û bixwîne!

Ji bilî van wergerên kurdî, min di wergera xwe de bêguman teksta orijînal ya bi erebî wek bingeh girtiye. Min herwiha sûde û mifa ji sê wergerên inglîzî (Abdullah Yusuf Ali, Muhammad M. W. Pickthall û M. H. Shakir) wergirtiye û çend şiroveyên (tefsîrên) bi erebî jî bi kar anîne. Lê armanca min tenê wergerandina Qur’anê bûye, ne şirovekirin û ravekirina wê. Bawer dikim ku xwendevan dikarin pirraniya Qur’anê bi asanî bêyî ravekirinê jî bixwînin. Tenê carine bo zelaliyê neçar mame çend peyvan di milbendan de […] lê zêde bikim daku hevok bêt fehmkirin. Wek dî, min hewl nedaye diyar bikim ka çi peyv çima hatiye gotin.

Pirraniya wergêrên Qur’anê mela û kesên dî yên dîndar in. Mebesta wan bi wergerandinê ew e ku kurd bikarin vê pirtûka pîroz bi zimanê xwe bixwînin û daku karûbarên xwe yên dînî û civakî li gor şertên îslamê bimeşînin. Bêguman ev meremek giring e. Lê nirxek dî jî yê Qur’anê heye: bi baweriya min ew kitêbek bihagiran ya wêjeyî anku edebî ye. Min xwestiye ku bi vê wergera xwe bi taybetî nirxê bilind yê Qur’anê yê edebî bidim pêş.

Min xwestiye ku wergera xwe bi zimanekî asan (sanahî, hêsan) û sade binivîsim. Ta ji min hatiye, min kurmanciya standard û sade bi kar aniye. Min bi zanetî hin peyvên erebî jî di wergerê de bi kar anîne. Nabêjim ku li cihê wan mirov nikare hin yên kurdiya ”pak” û ”petî” jî bi kar bîne, lê ew peyvên erebî yên ku min xebitandine niha di zimanê me de rûniştî ne û heta ji hevwateyên (sînonîmên) xwe yên kurdî jî baştir tên famkirin. Loma bikaranîna wan xwendinê bo xwendevanan asantir û xweştir dike.

Li aliyê dî, min di navên pêxemberan de formên wan yên bi kurdî bi kar anîne. Jixwe pirraniya wan navan ji destpêkê ve îbranî ne (cuhyanî ne anku bi zimanê yehûdiyan in) û di erebî de ew li gor şiklê xwe yê erebî tên bikaranîn. Loma min, bo nimûne, nav wek Birahîm, Simayîl, Aqûb û Ûsiv bi kar anîne, ne wek bi erebî: Îbrahîm, Isma’îl, Ye’qûb û Yûsif (yan wek bi îbranî: Avraham, Îşmaêl, Ye’eqov û Yosêf).

Hêvîdar im ku rojekê hemû Qur’anê bi kurdî diyarî we xwendevanên delal bikim.

Husein Muhammed, 2011

https://zimannas.wordpress.com

Derbar Husein Muhammed

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply