Pêşkeşiya Hişê Çêkiri li Zanîngeha Kurd

Li bajarê Dresden ê Almanya li Zaningeha Kurd a Navdewletî de konferansek giştî hat eli darxistin. Di konferansê de Ferhad Baysal,  bi navê ‘Zimanê Kurdî di serdema dijîtal de’ gotarek pêşkeşkir.

Li Almanya li bajarê Dresdenê di Zaningeha Kurd a Navdewletî de di 17-18ê cotmehê konferanseke giştî pêk hat û gelek akademîsyen, sazî, partî û kesayet tevlî vê konferansê bûn. Roja yekemîn a konferansê bi axaftinên rêveberên partiyan û kesayetên siyasî derbas bû. Roja duyemîn a konferansê jî bi axaftinên rêveberên zanîngehê, akademîsyen, nîqaş û gengeşiyên li ser zanîngeheke çawa derbas bû.

Di vê konferansê de dirûşmeya sereke  “zanîn me dike yek” bû. Di vê çarçovedê Ferhad Baysal li ser zanîn û hişê çêkirî rawestiya. Ferhad Baysal di konferansê de li ser hişê çêkiri û tekilîya kurdan rawestiya. Ferhad Baysal ku xwedîye saziya zanînê ya Mazdek ê ye. Li bin siya Mazdek ê de applicationên kurdî amade dike. Hûn dikarin hin applicationê ku saziya Mazdek amadekirine li ser linkên jêr daxin.

Bi pêşkeşkirina xwe de Baysal li ser rewşa kurdan û hişê çêkiri axivî. Di konferansê de Zimanê kurdî di serdema dijital de bi awayekî zelal hate eşkere kirin. Di konferansê de hişên çêkirî yên wek Gemini û Chatgbt û tekiliya wan ya bi kurdî re hate nîqaşkirin û ji bo pêşdebirina zimanê kurdî ya di amûrên dijîtal de pêşniyarên xwe anîn ziman.

Ji bo pêşkeşiya Baysal hûn dikarin linka jêr bitikînin.

 

Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye.

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle