Secadeya Şîn

Her ku dem dibe esir, ez xwe li ser secadeyê kekê xwe dibînim.

Kekê min, yanî bapîra min, bavê bavê min, lê malbata me her kesî jê re digot Keko.

Çimkî ew kekê me her kesî bû, ji her kesî re kektî dikir.

Ew serê malbata me bû.

Navê wî Hûsê Memê Sanê bû.

Payekî ji ser xwe re bû.

Dizanî dewr û dewran çito diçerxe, ji bo wê her der û her tişt dida bin lingên xwe.

 

Kekê me çû, ev secade li dûy wî ma.

Kekê min li havînê 1986an koç kir.

Wê havînê tewr ji bîr nakim.

Hîn 7-8 salî bûm, biçûk bûm, lê li hewşa mala kekê min perdeyên mirinê hatibûn vegirtin

û dûmanê çûyina bêveger ji mala kekê min radibû.

Min hîs dikir tiştekî ecêb diqewîme, lê di tûrika jîyana min de hîn manaya peyvê mirinê tune bû.

Yanî min hîn nedizanî çûyina bêveger çi ye.

Lê min hîs dikir serê malbata me, roniya çavên me diçe.

Ew mîna çûçikekê koçber hatibû û mîna birûskekê bêwext çûbû.

 

Li wî, ji wan rojan de, ji min re tenê xatireyê vê secadeyê ma.

Her ku ev secadê li ber çavên min dikeve, ez xemgîn dibim,

diçim wan rojan û nexwezim vegerim.

Diçim salên 1980an.

Secadeyê bi şeş mînare û di ortê de qûbeyekê şîn.

Di herdu alîyan de du camî.

Ev sacadeyê şîn a kekê min e.

Belkî jî ûmrê min û secadeyê şîn eynî ye.

Tewr hindik ûmrê min çil e.

Kevnbûye secadeyê şîn, pîr bûme ez, beveger çûye kekê min.

 

Çil sal ber vê çûçik difûriyan li ser secadeyê şîn a kekê min.

Min bi çavên xwe didît çûçik û bi wan re difûriyam.

Demsal tim havîn bû, dem esir bû

û ez bi çûçikên xwe ve di navbera qûbeyê şîn a secadeyê şîn de

û qûbeya şîn a ezmanan de diçûm û dihatim, bi dilxweşî û azad difûriyam.

Min bi qelema exretê di navbera herdu qûbeyên şîn de ristên bêdawîbûnê lêdikirin.

Kekê min pişta xwe dida Çiyayê Spî û min pişta xwe dida kekê xwe.

Teqez bûn, palpiştên me.

 

Piştre wê havînê, sala 1986an kekê min çû,

dûmana çûyinê bêveger li ser mala kekê min girtibû.

Tenê xatireyê secadeyê şîn ji min re ma.

Piştre ezê jî herim, bi xatireyê secadeyê şîn.

Nizanim li dûy min tiştek bimîne an nemîne.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply