Faik Öcal

Di sala 1978an li bajarê Semsûrê, li navçeya Bêsnîyê, li gundê Îznîkê ji dayîka xwe bûye. Mamoste ye, him bi Tirkî him jî bi Kurdî dinivîse. Mijarê nivîsê xwe însan û jîyan e. Ji edebiyat û felsefeyê hez dike, gelek malper û kovaran de kurdî û tirkî dinivîse. Heta niha 8 pirtûk xwe derketine.

100 Romanên Kurdî Yên Teqez Bêne Xwendin (Lîsteya Yekemîn)

Ev lîste ji alîyê nivîskar û perwerdekar Faîk Ocal ve hatiye amade kirin. 1- Bîra Qederê-Mehmet Uzun 2- Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê-Mehmet Uzun 3- 20:39-Civanmert Kulek 4- Tu-Mehmet Uzun 5- Sîya Evînê-Mehmet Uzun 6- Gava Heyatê-Lokman Ayebe 7- Mij-Mehmet Öncü 8- Bêhna Dara Sincê-Dilawer Zeraq 9- Spîtama-Rênas Jiyan …

Read More »

Ferz bike

Her şev di peravên bajarên bi xof û metirsî de li xwe digerim û te com dikim. Bi zimanekî biyanî têm benda xwe, xwe dikujim. Min nedizanî kî, kûjerê kê bû. Min nedizanî benê ezmûnê di desta kê de bû. Min nedizanî hebûna min kengî di meclîsa elestê de cîh …

Read More »

Taca Bayî

Dinya tim bi ya xwe dike, di olanên xwe de vedijîne û rûpelên jîyana her kesî diqulibîne. Di dilê xwe de mizgeftekê çê dikim, di dilê yên din de hezar dêr ava dibe. Bi destên xwe bafîrokan difirînim, di ezmanên yên din de hezar bahoz radibe. Jin tên kuştin li …

Read More »

Dara Dehemîn

Oy dilê min! Tu yê heta kengî biavêjî, kengî rawestî, kengî çîroka te yê bi dawî bibe, kengî li ser dinyayê safî bibî. Kes neyê dilê min û yên tên jî heman diçin. Nizanim tu benda çi yî, tu çi dixwazî dilê min. Dor û paş xwe binêre, yekî mîna …

Read More »

Helkîna Bayê Xerbî ya Mehmet Oncu

Helkîna Bayê Xerbî ya ji sêbarên romanên rêzdar Mehmet Oncu de romana yekemîn e. Romana duyemîn Pêşkê Baranê, ya seyemîn jî Prîskên Berfê ye. Helkîna Bayê Xerbî di sala 2022an de ji weşanên Sîtavê derket. Roman 213 rûpel in. Di dawîya romanê de ferhengokek jî heye. Em dixwazîn di vê …

Read More »

Kevirê Zarokatiyê ya Dayîka Min

Ciwanî ji kok de hevketine. Her tişt û her kes di bin dûmanê zemên de dime. Ne kes kesî nas dike ne jî kes xwe nas dike.  Di navbera her kesî û her tiştî de dîwarên nexuyayî hene. Nar-koz ewil li avê ket, av ji hevde ket, bêhiş gêrê erdê …

Read More »

Ebeda

Gava ku kalê min nivişta rêyê bi stûyê min ve kir, min fêm kir ku çi li pêş min e: Guherandin û xwedîtîn!  Min hemû demên zemên kiribûn heqeba xwe û ketibûm rê.  Min navê bê dawîbûne kiribû: Ebeda!  Her tiştê min girêdayî Ebedayê bû. Min bi Ebedeyê ve dest …

Read More »

Gorholik

Holika min, yanî hizna min a kevnar. Holika min, yanî êşa min a xedar. Holika min, yanî bihuşta min a birîndar. Dinalim bi dilê dayîka xwe. Dinalim bi zimanê dayîka xwe.  Dinalim bi kilamên bavê xwe. Xwe bi gorên yên din bêdeng dikim.  Xwe bi sirên yên din mirar dikim. …

Read More »

Zarok û Keştiya Aytmatov

Bi hemû xewn û xeyalên xwe ve, bi hemû êş û janên xwe ve, bi hemû kêmasî û ketinên xwe ve, bi hemû çûyîn û dûrketinên xwe ve, ji xwe re bûm çal û kendal, çalên kûr û kendalên xedar. Meyita min li ser bijangên min bû, her ku dem …

Read More »

Evîna Beşerî û Eşqê Însanî

Hemû behrên min ên evînê – ku bi sirgûniyan hatibûn pîroz kirin- di kefên destên min de dimiçîqin. Xerîteyên min ên welatên dûr,  diyarên cûr bi cûr dişewitin di bîbikên çavên min de.  Bîbikên çavên min tim gustîlkek reş in. Na dayîka min tê û li ser min digîre na …

Read More »