Hêcîr fêkîyek pir balkêşe Di Quran a pîroz de derbas dibe Rebbê aleme bi vê fêkîya qedirbilind sond dike. Çaxa Rebbilalemîn bi tiştekî sond dike, bala însanan dikişine ser wî tiştî, ji bo ku însan wî tiştî tefekur bike fayde û berjewendîyê mirovan biponije.
Hêcîr di sureya 95a ayeta yekemin de di sureya Tînê de derbas dibe.
Hêcîr; di hêla lîf de, dihêla potasyum de, di hêla qalsîyum û antî oksîdanan da pir fêkîyek zengîn e. Hezmê asan dike ruvîyê mirovan dişuxlîne hestîyê insanan bi qewet dike. Xuna însanan xweş di şuxlîne. Qewetê dide mirovan lê belê hinekî şekirê xwe zêdeye. Hêcîr fêkîyek pir balkêşe, mucîzeyek e bê hempaye. Lê belê çaxa mirov li dara wê mêze dike, ew bi serê xwe mucîzeyeka mezin e. Hêcîr ewkas mezinbuna darê li toveke wek mircike kê tête meydanê. Dara hêcîrê li ser wî tova biçuk ewqas mezin dibe.hemu pel û tılo û darê mezin li wê tovê derdikeve. Ew dara kok û rehê xwe dike nava herî û celbê, bixwe herî û celbê dimije lê belê şîre sipî wek zarokan dide fêkîyên xwe. Ew fêkîyana her tim şîrê sipî û gewr dixwin û bixwa di hundirê xweda wek şerbeta hingivîn, wan fêkîyan bi destê xwe pêşkêşî însanan dikin.
Çaxa mirov wan fêkîyên wê dixwe wusa xweşe ku mirov qet lê têr nabe. Çaxa mirov dixwe mirov têr dike, qewetê dide însanan, û bilez xûna însan dişuxlîne, hestîyê însan qewetlî dike saxlem dike, Dareka wusa bi berekete ku însan çiqas here têra xwe fêkîyan têda dibîne. Qet bê par namîne. Him fêkîye , him gidaye û him jî şîranîyek pir û pir bi qîmete.
Ji hember vê fekîyê jî însan çiqasa Rebbê xwe ra sipasî û hemdê bike dîsajî hindike.
Adem Murteza
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…