Romana Mîr Qasimlo – Romaneke Post-Modern ”Nûeza”

Di nav nivîskarên kurd de, yên ku ez wan diecibînim û bi dilxweşî romanên wan dixwînim, yek jê jî nivîskar/romannivîserê kurd ê Serhedî Mîr Qasimlo ye. Min hemû romanên wî xwendiye. Ew nivîskarekî kurd î mêr, mêrxas e, netirs e. Di berhemên wî de sahneyên erotîk ku Xwedê giravî hinek nivîskarên din qaşo şerm dikin nanivîsin ew dinivîse. Sahneyên erotîk di romanên xwe de bêtirs dinivîse, diweşîne. Xwendina romanên wî hest û ruhê mirov coş dike, coşeke payebilind a xwendinê dide mirov û herweha mirov/xwîner/xwendevan xweşhal dibe. Digel romanên wî yên berê, romana wî ya nû ”Nûeza” jî xwendineke bi tehm û lezeta edebî hestê mirov coş dike.

”Nûeza” romana Mîr Qasimlo a pêncan e ku ez dixwînim. Bi ya min her pênç romanên wî jî hêjayê xwendinê ne û divê xwendevanên kurd van romanan bixwînin. Nûeza ku navê serlehenga romanê ye û herweha navê romanê bi xwe ye, ne weke romanên Mîr Qasimlo yên berê ne. Ev roman ji çar romanên wî yê ku berê hatibû weşandin cuda ye.

Bi ya min ev roman ”Nûeza” romaneke post-modern e. Vebêj di romanê de qala Nûezayê, Ferîd û karekterên din ên ku di romanê de ne dike. Li gorê ku vebêj dibêje; Nûeza xwendevana wêjehez e. Pirtûkên edebî dikire û dixwîne. Ew pirtûkên nû derketî dişopîne û yên ku diecibîne, dikire.

Di romanê de karekterekî bi navê Deştî Serhedyan heye. Ew kesayetiyekî balkêş e. Ew beşdarê komferanseke dibe û di konferansê de axaftinek balkêş dike, rastiyan tîne zimên. Mîr Qasimlo di berhemên xwe yên edebî de û hinek jî di vê berhema xwe ya ku navî ”Nûeza” ye de vegotinên mijara pevşabûna zayendî, xwezaya jin, mêr, giyan, şadbûnî, hunera pevşabûnên seksê, bextewarî û pirsgirêkên zayendî, bi formateke edebî/wêjeyî bi vegotinên hunera seksê, seksualîteyê tîne zimên û di nav rûpelên berhemên/romanên xwe de rave dike, pêşkêşê xwendevanan/xwîneran dike.

Nueza

Di konferansê de D. Serhedyan dîtinên xwe pêşkêş dike û fikr û raemanên wî li xweşa hinek gohdarên beşdarvan ên konferansî naçe û devjênî dikin, jê re gotinan dibêjin, wî protesto dikin.

Li gor romanên Mîr Qasimlo yên din ev roman ”Nûeza” romanek qels e. Romanên wî yên din serketî ne. Helbet ev li gor bîr û raya min, dîtina min e. Dibe ku ji bo ez ji romanên post-modern hez nakim loma jî min vê romanê qels dît, neeciband. Di romanên wî yên din de bûyer, sahneyên erotîk yên hunera seks û şadimaniyê, pevşabûnên bi coş, taswîrên berfereh û gelek tiştên din hene û herweha ji vê romanê baştir hatine rave kirin.

Serlehengê romanê Deştî Serhedyan diçe vexwaringehek û li wir şerab vedixwe û ji xwe re digrî û xwe bi xwe xeber dide, bi xwe re diaxife. Li gel muzîka meyxaneyê keç û xort dans dikin, ew bi hesûdî li wan dinêre.

Di romanê de derbarê Nûezayê, kesayetiya wê, têkiliyên wê bi D. Serhedyan re, kîngê, çawa hebûye agahdarî tune. Tiştê ku di pêncî rûpelên pêşîn de ye, Deştî Serhedyan di konferansê de diaxife û paşê diçe vexwarinxaneyî/meyxaneyê şerab vedixwe, şûşa şerabê dişkîne û xwe bi xwe re xeber dide, bi xwe re diaxife. Tiştek ku mirov meraq bike, ka ev çima weha bû, dê çi bibe, bûyerek ku dê encama wê çawa bibe ku mirov meraq bike di romanê de tune.

Li gor çar romanên nivîskar ên berê ku ji hîla hunera romanê ve romanên serketî bû, nivîskar vê romana qels afirandiye. Yanî li gor çar romanîn Mîr Qasimlo yên berê ev roman romaneke qels e, naveroka wê vala ye, vegotinek derahanê ye. Di vegotinê de pevgirêdaneke organîk, girêdaneke resen a bi hevûdu re, ravekirinek evînî a zelal tune.

Gotinek bi tirkî dibêjin; ”Kendî kendîne gelîn, guvey olmuş/” Vebêjê romanê jî ji xwe re qala tiştên virde wêde ku eleqeya wan jî bi hevûdu re tune, dike. Wî bi halê ruhîyeteke tevlihev hema çi hatiye heşî wê gotiye. Di pirs û pirsgirêka evînê de û di ravekirina wî ya ji bo hezkirina Nûezayê de jî weke evîndarekî platonîk ji xwe re dilê xwe xistiye Nûezayê. Lê gelo Nûeza jê hez dike yan na? Hemû mesele, pirsgirêk ev e.

Min wek xwendevanekî vê pirtûkê ji evîna Deştî Serhedyan  û têkiliyên Nûezayê bi wî re tiştek fêm nekir. Encameke evînek platonîk heye. D. Serhedyan ji xwe re dilê xwe dixe Nûezayê, jê hez dike, lê Nûeza wî nas dike, jê hez dike, bi hestê evînî lê dinêre? Li gor gotina vebêj: ”…Serhedyan mirovekî wisa bû ku hê wê/Nûeza ew baş nas nedikir” Rûpel – 71.

Di romanê de bi navê Asya jinek heye. Jineka bi rûmet e. Çîroka wê, wendabûna mêrê wê û baweriya wê ya li benda sekinandina ku dê rojeke mêrê wê were balkêş e û ev beşa romanê beşa herî serketî ya romanê ye. Min wek xwendevankî ji Asya, ji bawerî û xisûsiyetê wê, ji karekterê wê hez kir. Bi ya min Nûeza bi qasê tiliya Asyayê jî nake. Çîroka Asyayê rengek girîng daye naveroka romanê.

Roman ji rûpela sedî pê ve ber bi başiyê, xweşhaliyê diçe. Nivîskarê romanê piştî rûpela 100î vedigere ser egera xwe ya fabrîqayê, ango vedigere ser şêweya awayê ravekirina romanên xwe yên berê ku di wan de hunera pevşabûnê, xweşhaliyê û sahneyên hunera erotîzmê hebû, rave dike. Ji xwe tiştê herî baş û xweş ê romanê qalkirina pevşabûna ya di romanê de mirov/xwendevan coş dike, xweşhal dike.

Evîna ku di romanê de tê qal kirin evîneke qels e, weke ku min berê jî gotibû evînek platonîk e. Evînên platonîk yekalî ye , nîvco ye. Derbarê Nûezayê de ew kê ye, çi ye, kesayetiyek çawa ye? Agahdarî tune. Tenê xwendevan dizane ku ji pirtûk xwendinê hez dike û hew..Nûezaya ku hêj du roje Deştî Serhedyan nas dike, xwe jê re dibexşîne, dikeve nav livîna wê û pê re radize, seks dike, şadiman dibe, herdu bi hevre pevşabûnê pêk tînin. Ev rewş, ev evîn, ji min re bi gotineke tirkî pir ”Yapmacik” çêker hat. Vê tiştî rewşa nivîskarekî kurd î nasê min anî bîra min. Nivîskar ji keçeka helbestvan hez dike. Lêbelê hezkirina wî evînek platonîk e. Diyare keçik jê hez nake. Têkiliyê xwe bi tevahî jê dibre, pê re têkiliyê xwe qut dike. Lê nivîskar di xewn û xeyalên xwe de bi keçikê re pevşabûnê pêk tîne. Û hêj jî jê hez dike, derbarê wê de helbestên evînî, vegotinên eşqê dinivîse.

Xwezî romannivîser Mîr Qasimlo di şûna ravekirina vê evîna qels a platonîk de evînek rasteqîn, evînek ku di nav gel de li herêma Serhedê pêk hatiye, yan jî evîna nivîskarekî kurd û evîna wêjehezekî kurd a xwendevan binivîsiya.

Lokman Polat  – polat.lokman@gmail.com

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

ROMANA EŞKIYAYÊ NAVDAR ALAN Ê KURD

Dema min pirtûka nivîskarê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê birêz Cankurd dît keça kurd ya …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *