Rexne û Nirxandina Romana Serdema Bêbext a Silêman Demir

Mêjûya romana Serdema Bêbext…
Serdema Bêbext romana rêzdar Silêman Demir ya dawî ye. Roman di sibata 2025an de ji Weşanên Dozê derketiye. Mijara romanê şerê xendekan e. Romannûs dest bi karekî zor kiriye, şerê xendekan bi her alî ve şîrove kiriye. Em di şer de mirov, di mirov de endîşeyên însanî dibînin.

Dem û mekanê romanê kû der in?

Serdema Bêbaxt a Silêman Demir romaneke bi angaştî (îddia) hatiye nivîsandinê. Roman bi hevoka “Êvareke serê payîza sala 2015an a hênik bû; hewa hênik bû lê bêhna şer û xwînê ji wê hewa ser Nisêbînê dihat” dest pê dike. Bi wê jî diyar dibe ku dema romanê salên şerê xendekan e, yanî destpêka sala 2015an û heta salên 2016 û 2017an e.

Mekanê romanê navçeya Nisêbînê ya girêdayî Mêrdînê ye. Lêbelê romannûs rewşa bajarên mîna Cizîr, Diyarbekir, Gever, Dêrîk, Silopî, Êlih hwd jî raveyî me dike.

Karakterên romanê kî ne?

Karakterên romanê ev sê pismamên dengbêj in: Xelo, Ûso, Hiso. Xelo û Kejê, Ûso û Koçer, Hiso û Besê, hevserên hev in. Serkarakter Xelo ye. Îzo birayê Xelo ye. Reşo kurê Xelo û Kejê ye. Nêrgiz keça van e. Nêrgiz bi Ûsiv re zewicî ye. Nefel, Gulçîn û Şîlan keçên wan ên din in. Di romanê de karakterên mîna Xalit (Selim), Evdo, Hecî jî hene.

Mijara romanê çi ye?

Roman ji 266 rûpelan pêk tê. Mijara romanê şerê xendekan e. Romannûs ewil behsa destpêka şerê xendekan dike, piştre bi girêdayî jiyana Xelo û Kejê, Ûso û Koçer ve gurbûna şerê xendekan raveyî me dike. Bi destpêka şer ve her çar karakter diçin gundê Hecî. Xelo cotkariyê dike û Ûso dibe şivanê gund. Şer xilas dibe şûnde her çar karakter vedigerin malên xwe yên li Nisêbînê.

Teknîk û honandina romanê çawa ye?

Du alî hene: Siwarî (xendekvan) û dewleta. Yuzbaşî serkarakterê siwariyan e. Pilingo, Keftaro û Dilgeş hwd karakterên din in.

Roman giran diherike û mijar bi çîroka karakterên mîna Zozan, Xalit û Hecî ve berbelav bûye.
Romannûs teknîkên romanê bikar neanîye. Emê sê mînakan bidin. Di destpêka romanê de Hiso her pismamekî (Xelo û Ûso) sê sed Euro dide (r. 26). Em xwendevan li bendê ne ku ew birevin Ewropa, li ba Hiso lê ew direvin gundê Hecî. Piştre jî Xelo Euroyên xwe dide Reşo ku ew ji xwe re kinc û tiştinan bikire.

Reşo bi vê gotina Kejê tevlî romanê dibe: “Îro serê du heftan e, Reşo telefon nedaye, nezanim halê wî çawa ye; sax e mirî ye, em nizanin” (r. 32). Ji vê şûnde di navbera Xelo û Kejê de tim behsa Reşo derbas dibe. Em bi meraq li benda vegera Reşoyî ya ji eskeriyê ne. Ew vedigere. Êdî em dipên ku Reşo tiştekî bike yan jî tiştek bi serê Reşoyî de were. Lê tiştek nabe. Reşo bi Euroyên Hiso kincên nû ji xwe re dikire.

Xelo û Ûso dengbêj in û romannûs zêde cî dayê kilam û stranan. Vê jî teknîk û honandin qels kiriye.

Angaşta romannûsî çi ye?

Angaşta romannûsî serkarakter Xelo wiha dibêje: “Mezinên wan dixwazin welatê me bidin xerakirin, kurdan bidin kuştin û ji welêt biavêjin, da ku welat vala bibe, kurd ji hev bikevin û nemînin.” (r. 59). Romannûs di tevahiya romanê de wê ramanê vedibêje, wê dibêje.

Di romanê de karekterên wekî “mezinekî partîya xendekvanan”, “şaredara Nisêbînê”, Selhedîn Demirtaş, Osman Baydemir, Mesûd Barzanî jî hene.

Ziman û atmosfera romanê heye?

Romannûs jiyana her çar karakteran(Xelo û Kejê, Ûso û Koçer) wekî fîgûr û şerê xendekan jî wekî fon bikar anîye. Fon û figûr bi hev re kelijandine. Lê bi çîroka karakterên din atmosfera romanê belav dibe û zimanê romanê ji hev de dikeve. Zimanê romannûs heye lê zimanê romanê tuneye. Tekûzbûn ji romanê kêm e. Gelek kes û çîrok li ber bayê şerê xendekan dikevin. Em nizanin kê û çawa bibînin.

Amûrên romanê çi ne?

Du amûrên romanê hene: tiving û kemançe. Tivinga dewlet û xendekvanan, kemançeya Xelo û Ûso. Romannûs xwestiyê em di nava toz û dûmana şerê xendekan û dengê tiving û bombayan de sewta kemançeyê bibihîzin. Bi rastî em dibihîzin. Lewra kemançe deng û awaza kurdan e, tiving jî ya xêrnexwazan e.

Dawiya serdemên bêbext hatiye?

Li gorî roman û romannûsî dawiya serdemên bêbext nehatiye lewre em bi aqil tevnegerin. Em kurd îdeolojîk difikirn û tevdigerin. Halê hazir dafika li ber me fikirandin û tevgerandina îdeolojîk e. Her partî û alîgir dibêje “tifaq û tifaq û tifaq” lê bêtifaq difikirin û tevdigerin. Bêtifaqiya îdeolojîkbûnê cihê tifaqiya kurdbûnê girtiye.

✍️ Faîk Ocal

About Faik Öcal

Di sala 1978an li bajarê Semsûrê, li navçeya Bêsnîyê, li gundê Îznîkê ji dayîka xwe bûye. Mamoste ye, him bi Tirkî him jî bi Kurdî dinivîse. Mijarê nivîsê xwe însan û jîyan e. Ji edebiyat û felsefeyê hez dike, gelek malper û kovaran de kurdî û tirkî dinivîse. Heta niha 8 pirtûk xwe derketine.

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *