Berhevkirin | Çend Dûrikên Berbûyan Ên Gundên Şemrexê

Cihê pêkanîna berhevkarîyê/dîrok: Gundê Xirbê Ezîm – Navçeya Şemrex / 02.06.2025

Navê Sazîya ku Berhevkarî li Ser Navê Wê Dihê Kirin: Zanîngeha Mardin Artukluyê Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî
Amûra Berhevkarîyê: Bi telefonê, deng hatiye qeydkirin.

Ji Bo Kesên Çavkanî
Nav û Paşnav: Şemsê ÖREK
Cih û Dema ji Dayikbûnê: Gundê Xirbê Ezîm / ŞEMREX
Tehsîla wî/wê: Nexwenede
Temen: 60 (şêst)
Navnîşana Malê: Gundê Xirbê Ezîm, Şemrex / Mêrdîn
Navnîşana Kar: Xanima Malê
Meil û Telefon: Neda

Ji Bo Kesên Çavkanî
Nav û Paşnav: Besê ÖREK
Cih û Dema ji Dayikbûnê: Gundê Xirbê Ezîm / ŞEMREX
Tehsîla wî/wê: Nexwenede
Temen: 70 (heftê)
Navnîşana Malê: Gundê Xirbê Ezîm, Şemrex / Mêrdîn
Navnîşana Kar: Xanima Malê
Meil û Telefon: Neda

Ji Bo Kesên Çavkanî
Nav û Paşnav: Besê ÖREK
Cih û Dema ji Dayikbûnê: Gundê Xirbê Ezîm / ŞEMREX
Tehsîla wî/wê: Nexwenede
Temen: 70 (heftê)
Navnîşana Malê: Gundê Xirbê Ezîm, Şemrex / Mêrdîn
Navnîşana Kar: Xanima Malê
Meil û Telefon: Neda

Ji Bo Kesên Çavkanî
Nav û Paşnav: Eyşê ÖREK
Cih û Dema ji Dayikbûnê: Gundê Xirbê Ezîm / ŞEMREX
Tehsîla wî/wê: Nexwenede
Temen: 70 (heftê)
Navnîşana Malê: Gundê Xirbê Ezîm, Şemrex / Mêrdîn
Navnîşana Kar: Xanima Malê
Meil û Telefon: Neda

Ji Bo Kesên Çavkanî
Nav û Paşnav: Halîse ÖREK
Cih û Dema ji Dayikbûnê: Gundê Xirbê Ezîm / ŞEMREX
Tehsîla wî/wê: Nexwenede
Temen: 32 (sîûdu)
Navnîşana Malê: Gundê Xirbê Ezîm, Şemrex / Mêrdîn
Navnîşana Kar: Xanima Malê
Meil û Telefon: Neda

DÛRIKÊN BERBÛYAN

1
Ava bîra cilkecilk e
Mehînê bîne cahnî cilk e
Qîz ji bava-r nabin milk e

2
Min dîtî birek dahnî
Te dîtî birek dahnî
Gerîyabû kanî kanî
Îşev ji gundê me cîranî

Min dîtî birek wahşo
Te dîtî birek wahşo
Geriyabû kaş bi kaşo
Îşev li gundê me şewaşo

Min dîtî birek beto
Te dîtî birek beto
Geriyabû xet bi xeto
Îşev li gundê me daweto

3
Hespê bînin nava qeyd û melbeta, bavên navê
Eger te vêsê şewitandiye dilê dê û bavê

4
De bînin ser kommirîşkê qeyd û melbeta têxin îskê
Xwakê qurbanê te vêsê şewitandiye dilê dê û xwişkê

5
Me jî, erdê we jî,
Me lê çandî nokê bejî
Xwakê tu vêsê derket te negot
Yadê bavo bi xatirê we jî

6
Rêya bûkê bi şûzûmûz e
Makîne ereba gûzegûz e
Xwokê qurbanê îro bûk tê wer bi
Zava yê me bikuje

7
Çavê te reş û tarî
Tê bigeriya sibê heta êvarî
Nexistiye kevçiyekê
Qutî qolî tev gemarî

8
Ca bûkê hîkehîk e
Cihîzê bûkê barê dîk e
Ca bûkê cah(Nivîn) hiltîne
Derzîka bûkê şînê dimîne
Hêsrên xwînê dibarîne

9
Xaniyê bavê xwe spî kir
Teyr û teba têd hêlîn kir
Wextê te mala mêrê xwe dît
Te mala bavê xwe jibîr kir

10
Xaniyê bavê te mezin e
Stûna ortê pir mezin e
Xwakê qurbanê tu qîza mala biçûka bû
Tub û bûka mala mezina

11
Çi newala dû dirêj e
Çi berbûyê ker û gêj e
Xwakê qurbanê nikare
Dûrikê li ser hevala min bibêje

12
Tava me tava zîpikê
Tav xericî ser Dêrikê
Heyfa guliyên sorî sosin
Ketiye bin xavikê

13
Ca bûkê bavê bûkê
Çû zozana jê-r anî hirîya berana
Ca bûkê ne ti dê bû
Jê-r nekir têr û cerê bêrîvana

14
Hurmînê gurmînê
Ew kî bû, çû Mêrdînê
Zava ye çû Mêrdînê
Topê Qumêş tînê
Ber diya bûkê datînê
Pê ca bûkê dixapînê
Pê bûkê jê distînê

15
Rehmeta va teyrokê
Tav xericî ser Xarokê
Lêlê xwakê ezê ber serê
Bûk û zavê biçînim
Şitlê bîhokê

16
Rehmeta va terezê
Gelî gelî gelî hûr dibezê
Lêlê xwakê karê xwe bike
Emê herin xanima bin vê qezê

Lê hevalê hema wî yê
Ka qîzsorê semawîyê
Lêlê xwakê ez hevala xwe
Nadim ser dare hewîyê

17
Destê keleşgewra min bazin a
Lêlê xwakê salan îsal
Xwedê ji hina distîne
Dide hina

18
Vê rêka Mazîdax xaromaro
Dudu têr tê, min go çaro
Lêlê xwakê mezinê Mazîdax
Kî zane, mi go waya qumandaro

Berhevkar: Mustafa RÊZAN
Cîh: ŞEMREX
Dîrok: 10.06.2025

About Mustafa Rêzan

Check Also

Li Ser Romana ‘Berfa Sor’ Nirxandinek

Lokman Polat Di nav xelkê de dihatin gotin; sala ”Berfa Sor” sala ku berfa sor …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *