Bargiran

Niha tam li ser çamira kurikiyê xwe me.

Sî û sê sal ber vê dîsa kurik bûm.

Min bi van destên xwe fîgûrên cûr be cûr çêdikirin bi çamirê.

Bi axê sor, bi axê reş, bi axê şîn.

Min bi van destan afirand kurikiya xwe,

bi van destan afirand dinekê din,

tim û daîm difûriyam di erd û ezmanên xwe de.

Bi van destên mirîşk datînin kurkê, pez dikir mexel, mange av didan, çûçik difûrandin.

Di destên min de her tişt hebû.

Di destên min de çem û robar diherîkin, mih û bizin diçêrîyan, gêzik û kurmik dimeşîyan.

Piştre stêrk dibarîyan di ser min de, pel diweşîyan ji çavên min, koç radibûn di bin lingên min de.

 

Bi hêsirên xwe çamirê distrêm.

Çamir renga xwe ji sorahiyê roava, ji reşehiyê şevê û ji şînahiyê sibê hildigire.

Kes nikare min bigire,

kes nikare xewnên min şîrove bike,

kes nikare pêşiya rêzikên min veke.

 

Di navberê de sî û sê sal derbas bûne.

Çerma destên min qermiçîne, qelema min navekî din li min kiriye: Bargiran.

Bargiran virda û Bargiran wirda.

Her ku zeman derbas dibe, barê min bêhtir giran dibû, lê peywira min nedihat guherandin.

 

Bi çamirê kûrikiyê dineyên din diafirînim.

Ez bi van destên xwe di alemên nexuyayî de dijîm û dimirim.

Siya min, îxaneta jiyana kê bû?

Piştre qewarên destên min, roniya çavên min, çirayê tevnên min?

Kes nikare min bibexşîne,

kes nikare min biborîne,

kes nikare destên min bigire.

 

Sî û sê sal berê min kurikiya xwe li ser vê axê berda û çûbûm xeribîyê,

ketim dûy çîrokên yên din.

Min di çîroka kesî de şopa çamirê kurikiya xwe nedît, tim bi destên vala vedigerîyam.

Min fehmkiribû ku destên min ne aîde vê dinê bûbûn

û ezê tim destvala vegerîyabûm ji hemû rêwîtîyên xwe.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply