Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî li min hatiye û ez qehreman im.
Ez di meznayikê de bûm lê we min bi hêsanî û erzanî şikand. Ez jî tola xwe ji we distînim. Ez yekî bi taybet im, yê weke min nînin. Ez hêja me lê tu kes ji min fêm nake. Ez ewqasî mezinim lê wextê ku hûn vê meznayê qebûl nakin dilê min zahf dişkê. Ne dê ne bav ne mamoste hûn hemû kor in kor.
Ez narsisteki birîndar im. De werin û qebûl nekin hi! Ji we re pir biçûk tê lê ji min re pir mezin e ku hinek min red dikin. Eger hinek henekê xwe bi min dikin ez têm ku bifetisim, ez nikarim têkçûyînê qebûl bikim. Ti kes nikare zora min bibe. Ji serkeftinê pêve tiştekî din di kitêba min de nanivîse.
Ez hestyar im, dilê min neşkînin. Ku dilê min dişkê zelzele li pozbilindiya min diqelibe, sazûmana min xerab dibe. Ez li ber xwe dikevim. Di bin fediya birîndariyê de ez bi hêrs dibim. Yê ku bi hêrs dibe divê xwe vala bike. Ez bi qîmetim lê kesî ji we nexwest qîmetê min bibîne. Ma kî dixwaze ku bêqîmet be. Ez qurban im hûn zalim in. De bisekinin ev ji we re namîne! Heqê min heye ku ez bi hêrs bim. Ez mafdar ku ji we diqeherim. Ku ne ji vê hêrsê be ezê hesta xwebûnê ji bîr bikim.
Hun nizanin bê ez çi xeyalan li ser we çê dikim. Ji bo roja bûyerê ez her roj provaya dikim. Êdî ez hêzdar im, êdî hûnê min têxin şûna zilaman. Wekî Xwedê dikuje ez jî dikarim bikujim, çi ferqa min jê heye?
Roja bûyerê malbata min tenê tewanbar nekin. Erê dêûbavê min gelekî guh nedidan min lê min lehengên rêzefîlman ji xwe re kirin mînak. Şîddeta wan ji bo hirmêtê diçû serî. Min nerî ku zêr zane zor zane deve tifinga mor zane. Min got wekî wisa ye evên derdora min jî wê ji zorê fêm bikin. Roja bûyerê wê nebixêra xwe hirmetê ji min re bigirin.
Em û lîstikên dîjîtal xal û xwarzîyên hev in. Hûn yekê bigirin emê sed hebên din vekin. Ev lîstik sebr û hedana me ne. Van lîstikan me kirin şûna mirovan. Em di wir de mezin bûn, em di wir de hîn bûn. Em di wir de dijin, em di wir de him bi him dimrin.
Pêşeng, heval û rêhevalên min zahf in, ez wan mînak distînim. Heta ji we hat we pêl min kir lê êdî ezê hesap ji we bipirsim. Ez ne poşman im lewra qurban ez im, maxdur û mazlum ez im. Bes e ewqas sal. Rojekê jî we li min nehisand, carekê jî we min nedît. De bibînin bê ez çi leheng im. Ha ji we re ha ji we re, de bixwin îcar!
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…