Bêwext û bêxeber tu çûyî daye
Her tişt di çavên min de ma wê gavê
Di kaniyên çavên min de miçiqî rehma te
Tu çûyî daye şikestin hemû mayînên te
di bîbikên çavên min de
Serdanpê bêmana bû dinya
Ez bûm birînekê girêknegirtî
Ez bûm xewnerojkekê çavvekirî
Ez bûm têkçûnekê çarmêrkî
Bêkes û bêdeng tu çûyî daye
Di heft salîya xwe de mam ez
Min dizanî her kesê gir bibe
her kesê here ser bexta xwe
her kesê here ser texta xwe
her kesê here ser qedera xwe
lê ezê tim di heft salîya xwe de bimînim
Bêşop û bêrêç tu çûyî daye
Sêwî mabûn dûy te hêsirên min
Êtim mabûn dûy te awirên min
Xerîb mabûn dûy te lêgerînên min
Kes li min nagere;
lê ezê di her kesî de li te bigerim
Kes min nepirse;
lê ezê di her kesî de te bibînim
Kes guh nade min;
lê ezê di her kesî de te winda bikim.
Dizanim tu ne dikarî xwe efû bikî
ne jî dikarî min ji bîr bikî.
Ez ne dikarim ji heft salîya xwe de derkevim
ne jî dikarim tunebûna te veşêrim.
Dizanim tu ne dikarî bê min bimirî
ez ne dikarim bê te bijîm
Tu ne dikarî bi yekî din aş bibî
ez ji ne dikarim bi yekê din teseli bibim.
Faik Öcal