41 Destanên Kurdî

Sal 1986-96 di wan salên ku min lêkolîn li berhemên Folklora Kurdî dikir de, 1.710 perçe folklor ketibûne destên min û min ew di deh cild pirtûk de bi navê ”XWENÇE” di tarîxên cuda de weşandin.

Di nava wan berheman de 23-25 Destanên Kurdî hebûn. Hinek ji wan tenê stranek li ser wan destanan hatiye gotin, hinek jî çîroka wan, serpêhatiya wan bi kurtî hatiye gotin.

Çend roj berî niha, min li rûpela xwe ya Facebookê kurtenivîsek weşand û min pirsî ka kêî dizane ku çend Destanên Kurdî hene?

Van biraderên ku navê wan li jêrê ye, her yekê çend navê destanan  li binê nivîsa min nivîsîbûn:

Acar Can, Onur Cebe, Wedat Urtekin, Rêdîr Ceifer, Mesut Bilir, Faruke Feroyi, Hesenê Ale, Armîs Keyxusrew, Dilêr Dêrik, Cercîs Yousif, Mouhrram Cankurd, Dilêr Dêrik, Taha Aslan, Sores Bladhede, Taha Aslan, Aydin Uneşî û Cemal Firat. Sipasiyên germ ji bo hemû biraderan…

Ji van destanên kurdî yên li jêrê, çend ji wan menşûr in û her kes bi wan dizane wekî Mem û Zîn, Siyabend û Xecê û hwd. Lê hin ji wan zêde kes pê nizane.

Hêvîdar im ku ev nivîs bibe rêvekerek ji bo ciwanên me yên nûhatî ku li van destanan lêkolîn bikin û naveroka wan derxin holê, binivîsin û bikin malê mêjû.

Min navê hin destanên ku dubare hatibûne nivîsandin ji navê derxistine û tenê yek hiştiye, li gor rêza alfabeyê 41 Destanên Kurdî ev in li jêrê:

1-  Bavê Fexrî

2-  Bavê Şikrî

3-  Bersisê Abid

4-  Binefşa Narîn

5-  Bozanê Lawê Pîrê

6-  Bozê Zerî û Xişmanê Heyderî

7-  Cembeliyê Mîrê Hekariyan.

8-  Derwêşê Evdî û Edûlê

9-  Dewrêşê Evdî û Edolê

10- Elo Şêxanî yan jî Kerr û Kulik

11- Ferhad û Şêrîn

12- Elo û Fatimê

13- Evdalê Zeynikê

14- Ezdîn Şêr Beg

15- Ferx û Sitî

16- Gûrîyê Qedê

17- Heso û Nazê

18- Hovekê Misûsanî

19- Kalê Ristem

20- Kawayê Hesinkar

21- Kela Xursê

22- Keleha Dimdimê

23- Kurê Ruyal û keçika Çiyayê Qereçûxê

24- Lelîxan û Hesam

25- Mem Axayê Şikakî

26- Mem û Zîn / Memê Alan

27- Qewlê Hespê Reş e

28- Rostemê Zal

29- Senem û Husên

30- Sêva Haciya

31- Siyabendê Silîvî û Xecê

32- Siyabendê Silîvî û Elîfa Emer Axa

33- Stî û Ferxî

34- Şerê Ereban û Êla Milan

35- Şêwlê Mezrayî

36- Tahir û Zahirê

37- Ûsibê Nebiya

38- Xelefê Şovî.

39- Xelîl Bego

40- Yadoyê  Dimilî

41- Zembilfroş

 

Zeynelabidin Zinar-Diyarname.com

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply