Şagirtê Dibistanê

Ezbenî! Berî 30 salî, yekemîn dîwana min a helbestên zarokan bi navê (Sîpan û Jînê), hatiye çap kirin. Bi min xweş e vê helbesta bi navê (Şagirtê Dibistan), ya ku cara yekê di kovara (Gurzek Gul), hejmara 1/ 1989an belav bûye, cara dudoyan di kovara (Dîrasat Îştîrakiyê), jimara taybet bi rewşenbîriya Kurdî, sala 1990î belav bûye, cara sisyan di rojnameya (Riya Taze) de, hejmara 62/4320, sala 1990î li Ermenistanê belav bûye:

– 1 –
Rê bigre Sîpan
Şagirtê dibistan
Yek, Dudo, Sisê
Rab ji xew sibê
Bişo ser û çav
Bik tevger û gav
Porê xwe bişkîn
Lixwek berdilka şîn
Pak û paqij be
Rind û dilgeş be
Rê bigre Sîpan
Şagirtê dibistan

– 2 –
Çar û pênc û şeş
Li rê xweş bimeş
Tev dost û heval
Bê ziyan û qal
Dibistan pir xweş
Lê hîn be Rûgeş
L, mamoste binêr
Ser bernede jêr
Bi bîr û bawer
Nas dibe cewher
Rê bigre Sîpan
Şagirtê dibistan.

– 3 –
Heft û heyşt û neh
Sal duwazde meh
Her sê demsalek
Her yek bi rengek
Demsalek havîn
Germa wê bi tîn
Di pey re payîz
Ba dilîze fîz
Yek jî zivistan
Lê tê tim baran
Rê bigre Sîpan
Şagirtê dibistan.

 

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply