Romana Semerqand – 15 (Amîn Me’lof) (Biheşta Veşartî)

PIRTÛKA DUYEMÎN

BIHEŞTA VEŞARTÎ*

 

Biheşt jî, dojeh jî di hundurê te  de ye. 

Emer XEYAM

 

Heft sal bihorîn. Hem ji bo Xeyam, hem ji bo împaratorîyê heft salên bi heybet! Salên aştiyê yên dawî.

Di bin banê hezêleke şaxên dara mêwê nixwumandî de sifreyek hatiye amadekirin. Li ser sifrê şeraba Şîrazê ya kewtandî ya herî bêhn xweş a spî heye. Li dora surahiyê piyanên ditrûsin hatine rêzkirin. Di êvarên hezîranê de, li xincika Emer de ev dîmen hebûn! Geleke ji ya sivik bê despêkirin. Şarab û çerez. Paşê geleke tiştên tevlîhev bên tamkirin: girara pelan pêçayî, şêrînahiya bihan. Bayeke hênik li ser Çiyayên Zer re diborî, ji nav bexçeyên darên fêkiyan bêhna kulîlkan dianî. Di destê Cîhanê de ûda wê û hêdî hêdî dijenî. Dengê ûda wê û yê bayê bi hev re dileyistin.

Emer, qedeha xwe rakir û keserek kûr kişand. Cihanê li wî dinêriya. Çînîyek yê helîlê, yê herî mezin, herî gezogirtî û herî xweş pêşkêşî yarê xwe kir. Ev bi zimanê fêkiyan “ramûsanek sivik” bû. Emer xwe tewand, lêvên wan li hev ketin, paş ve vikişîn, disa gihatin hev, man hev ve. Tiliyên wan xwe li hev pêçan. Dema qerwaş ket hundur, hêdika ji hev veqetan. Herdukan jî bi qedehên xwe girtin. Cihanê, bi beşişandinê re milmiland:

            -Heke heft caran ez bihatam dinyayê, her heft caran jî min ê emrê xwe li vê derê biboranda, min ê xwe li ser vî sediri dirêj bikira, min ê ev şerab vexwara, min ê ev piyan bigirta û min ê şadî ji vê yekahengê hilaniya.

            Emer, ev bersiv da wê:

            -Heke cerek, dudu, sisê an jî heft caran ez bihatam dinê, min ê destê xwe di nava guliya te re bikira û xwe vê erdê re dirêj bikira.

            Bi hev re bûn, lê ji hev cuda bûn. Vaye neh salbûn ku dildar û çar sal bûn ku jin û mêrê hev, lê xewn û xeyalên wan ne di malekî de bûn. Cîhanê dem dadbeland, Emer qurto qurto vedixwar û digihişta tama wê. Daxwaza Cîhanê, serweriya dinyayê bû. Ew guhê xanima xwe, xanima wê jî guhê siltan bû! Qismê rojê di harema siltanî de dek saz dikirin, dest datanî ser hemû agahiyan, ji bo gote gotên jûra razanê jî guhê xwe bel dikirin, ji gumanên jehrdayinê agahdar dibûya. Bi kelecan, netebitî û bi coş bû. Êvaran jî xwe berdida ber bayê şadiya evînê. Ji bo Emer rewş cudabû. Xwe digihanda çêja zanistê û zanista çêjê. Dereng radibû, bi xwirînî qedehek meya sibhê vedixwar, paşê diçû ser maseyê xwe dinivîsand, hesap dikirin, xet û xêz dikişandin, wêne xêz dikirin û paşê dîsa radihişta nivîsê û carna jî li kitêba xwe ya veşartî çend malik helbest dinvîsandin.

            Dema dibûya şev, derdiketa ser birca nêrîngeha li qata jorî ya xaniyê xwe dayî çêkirin. Ji bo bigihije nêringehê û wan amûrên xwe yên ku hej wan dikir, bi dest û tiliyên xwe temîr dikirin, diviya di nava baxçe re bibore. Carna zanyarek hatî ku di bajêr re bibore, pê re hebû. Li Îsfexanê her sê salên xwe yên ewul bi avakirina nêrîngehê borandibûn. Avahî, hacet macet tev di bin kotrola wî re derbas bûbûn. Emer, kedek mezin ji bo amadekirina teqwîma Celaliyan ya nû, ya ku di 21 ê Adara sala 1079 an de bi merasîmeke heybet hatî îlankirin jî dabû. Piştî hesabên wî kirîn, di mêjûya pîrozbahiya cejna pîroz ya Newrozê de hinek guherîn çêbûn. Sersala rasta nîvê birca masî dihat, ket li serê birca beranî. Piştî vê guherînê, navê mehên Îranê navê bircan girtin. Kîjan îranî dikarê ji bîr bike ku navê Faverdîn bû meha Berên û navê Esfandê jî bûbû meha Masî. Di Hezîrana sala 1081 ê de, kesên li İsfexanê û li ser hemû axa Împaratoriyê, sala sêyemîn ya teqwîma nû de dijiyan. Navê vê teqwîmê yê fermî her çiqas navê siltan be jî, di nava gel de bi navê “Teqwîma Emerê Xeyam” dihat zanîn. Di jiyana xwe de, hêca li heyatê, kê digihijê vê serbilindiyê? Kurt û kurmancî, Xeyam hêca sih û sê salî, dihat hezkirin û navdar bû. Kesên nizanîna ku ew, ji tundî û fermanrewatiyê nefret dike jî, ji wan re mirovek biguman û tirsdar…

            Bi tevî vê navdarî û van behreyan, gelo çibû ku ew nîzingê Cîhanê dikira? Yek hûrgilî, lê hûrgiliyek gelek giringbû: herdukan jî zarok nedixwestan. Cîhanê teqez ne niyetbû ku zarokekî şûn xwe ve bihêlê û nedixwest wî barî hilgirê. Xeyam jî gotinên helbestkarê Sûriyeyî Ebûl Ala yê ku heyranê wî bû pejirandibûn: “Ez gunehê yê ez meyandîm dikşînim. Yê ti kes gunehê min nekşîne.” Ev helwesta wî, geleke me şaş nekê. Xeyam bi rastî jî qet ne keseke bedbînbû. Ma kesê ev rêzik nivîsandîn ne ew bi xwe bû: “Dema jana dile te bê dawîbe, dema te bivê dinya tev tarî bibê, li şînahiya piştî baranê dibriqê û zarokek nû ji xew rabûyî bîne bîra xwe.” Emer, ji ber ku li zehmetiyê jiyanê difikiriya, naxwesta zarokên wî hebin. Her digot: “Xwezika wî/wê û nehatî dinyayê!”

            Çawa tê dîtin, sebebê zarok nexwestina herdukan cudabû. Ji ber ku Cîhan bi azwer û Emer jî bê azwer bû, zarok nedixwest in. Lê weke jin û mêrekî, li tevahiya Îranê ji ber evîna wan, etap li wan dihatin kirin. Gote gota: “an yek ji wan, an herdu jî sêhr in.” qet ne xema wan bû û nav xwe de şirîkatiyek gelek xweş ava kiribûn.

            Lê dîsa ev, şirîkatiyek a tewanan ya bi tixûb bû. Cîhanê ji Emerê bê azwer, fikrên baş distandin, lê derheqê kiryarên xwe de, qet agahî nadan. Dizaniya ku tiştên ew dikê, Emer wan napejirînê. Kirina qirên û xirecira her roj, yê çi feyde bida kê? Gerçî Xeyam ne mirovek ji qesrê dûrbû. Jiyana li qesrê, her çiqas dek û dolaban piçûk bibînê jî, haya wî ji hinek peywirên jêneger hebû. Diviyabû carna tevlî xwarinên roja înyê bibê, hinek fermandarên nexweş venêrê û dîsa diviya derheqê teqwîma xwe de zanyariyê bidê Melîkşah û  li fala wî ya stêran binêrê. Melîkşah jî weke herkesi, ka yê çi bikê an çi nakê ji fala stêran dipirsî. “Roja 5 ê mehê stêrek, te dişopînê, ji qesrê dernekeve derve. Roja 7 ê heyvê, qetiyen xwînê ji xwe bernede û dermanan nexwe. Roja 10 an şaşka xwe çep bipêçe. 13 ê mehê nêzî jinên xwe nebe.” Nîzamê fala xwe ya stêran ya ji destê Emer girtî,  bi baldarî dixwend û yeko yeko tanî cih. Hêdî hêdî hin kesên din jî ji vê îmtiyazê sûd wergirtin. Mabeyincî(*), qaziyê Îsfexanê yê mezin, xezînedar, hinek fermandar, hinek bazirganên dewlemend ketin dorê. Wan jî barê Emer giran dikirin, karê wî zêde dibû. Bi teybetî her deh roj û şêvên dawîya heyvê. Mirov ewqas bûbûn mubtelayê falê ku… yên bi şans dikariyan fala xwe li Emer bidin nêrîn, yên din serî li stêrnasên kêmtir tên naskirin didan. Gelek caran serî li melayekî didan, wî jî ketober rûpelek yê Qur’anê vedikir û ayetek dixwenda. Di vê ayatê de dîtina cewaba mereqa wan, ji wan re dima! Û jinên xêzan yên ji beriya biryarekî, derdiketin sûkê û gotina ewul seh dikirin ji xwe re wateyek jê derdixistin.

            Wê şevê Cîhanê got:

            -Terken Xatûnê, pirsa fala xwe ya Tîrmehê kir.

Hişê Emer ne li wir bûn û got:

            -Ez ê îşev amade bikim. Ezman sahî û stêr kifşin, wextê çûyîna nêrîngehê ye.

Dema derketa, qerwaşek ket hundur û got:

            -Li ber dêrtî derwêşek heye. Ji bo vê şêvê biborînê, divê xwe bispêrê mêhvanperwerîya we.

            Emer gotina:

            -Bila werê, destur da. Mezloka bin derincekan jê re amade bike û paşê bêjiyê, bila werê, bi me re xwarinê bixwê.

            Cîhanê, ji bo kesê xerîp were mal de, serê xwe bi kemika xwe nixwimand, lê qerwaş bi tenê vegera:

            -Xwest ku mezloka xwe de dua bike. Ev name jî, ji cenabê te re şand.

            Emer kaxiz xwend, reng avêt weke mijmijkê lê hat. Weke robotekî rabû şpîya. Cîhanê merq kir:

            -Kî ye ev zelam?

            -Ez ê niha vegerim.

            Piştî kaxiz kir hezar parçe, bi gavên tund derket û berê xwe da mezela kiçkok. Ket hundurê mezelê û derî dada. Qaskokî vesekinî, paşê hembêzkirin û gazindek:                              

– Çi karê te heye li İsfexanê? Hemû zelamêmên Nîzamulmûlk li te digerin.

-Ez hatime te ji rê derêxim.

            Emer li rûyê wî nihêrî, dixwest bizanibê ka hişê wî li serê wî ye, an na. Lê Hesen kenî, Eynî weke gava li jûra piçûk ya karwansarayê rasta hev hatin, welê kenî û got:

            -Mereq neke. Mirovê ez li guherandina meshebê wî bifikirim, yê paşî tu wî. Lê divê ez xwe veşêrim. Ma cihek ji mala Emer Xeyam ê stêrnasê Siltan û şêwirmendê Wezîr ewletir heye?

            -Kîna te ya di dile wan de, ji hejêkirina min a di dilê wan de zehf mezintir e. Tu bixêr hatî mala min, lê heke pê bihesin ku tu li virî, bizanibe ku ez nikarim te xelas bikim.

            -Sibê ez ê li devereke dûrbim.

Emer gumandarbû:

            -Tu hatî tola xwe hildî?

            Lê yê din, wek çawa pê li rayê wî kiribe, welê veciniqî:

            -Ez ne li pey ewdvekirineke şexsî me. Ya ez li pey ketîm, xerakirina serweriya Tirkan e!

            Emer li havale xwe nihêrî, şuna şaşka reş, niha şaşika spî li serî bû. Her derê wî, di nav tozê de mabûn. Cilikên wî kevn û peritîbûn.

            -Tu zehf jixwebawer dixweyî, lê li gor min; Tu kesek sergumkirî yî, hin li pey te ketine û li te digerin, tu jî malo malo xwe vedişêrî. Tu zelamek welêyî ku  ji şaşikekî û bexçikekê peritî pêştir ti çekên te tine. Û tu radibî, xwe tînî qama împaratoriyekê ku ji rojhilat heta rojava dirêj dibê.

            -Tu behsa ya heyî dikî, ez behsa ya bibê dikim. Yê li hemberê împaratoriya Selçûqî fedaî derkevin pêş. Yê hêzek rêxistinkirî û tirsnak û erjeng be! Yê siltan û weziran ji tirsan bilerizînê. Dema ez û tu xwedê dayîn, anko ne demek dirêj e, İsfexan di deste Faris û Şiîyan de bû. Û Serweriya xwe li ser xelîfê Bexdayê dikirin. Lê îro Faris bûne xulamê Tirkan û Nîzamulmûlk jî ji van xuylaman yê herî rezil e. Ka duh çawabû, sibe jî nikarê welê lê bê?

            -Dem guherî Hesen, îro hêz di destê Tirkan de ye, Îranî têkçûn. Hinik kes, weke Nîzam li yên bihêz re li hevdikin. Yên din, weke min, xwe dispêrin pirtûkan.

            -Hinek jî şer dikin. Belko îro çend kesin, lê sibê yê hejmara wan bigihije hezaran. Yê bibê artêşeke qelebalix, rijd û neyê tekbirin. Ez hawariyê fikra nû me. Ez ê bênavber, ji sêrî heta binî, li welêt bigerim. Ez ê serî hem li ziman xweşî bidim û hem zor û kotekî. Û bi izna Xwedê ez ê vê desthilatiya rezîl li erdê bidim. Kesê jiyana min xelaskirî Emer, ez ji te re dibêjim: Yê di demeke nîzing de dinya, bibe şahidê bûyerên welê ku, pir kêm kes wateya wan fêhm bikin. Tê fêhm bikî, ka çi dibê, çi nabê, tu yê bizanibî. Tê bizanibî, ka kê dinya hejand, ka yê çawa soxîna vê tevlîheviyê werê, tê bizanibî.  

            -Ti gumana min, ji tiştên tu jê bawerdikî tine. Lê ji bîr neke, kesê tu pê re ketî hevrikiyê, ji bo bikeve çavê siltanê Tirk, di qesra Melîkşahî de, Nîzamulmûlk e.

            -Tu şaş î. Êdi ew kesê rezil ê tu tuwanc dikî, ez ne ew im.

            -Min ti tişt tuwanç nekiriye, bi tenê min bal kişand ser çend bêhevseng.

            -Ji ber ku tu rabirdûya min dizanî, tu vê bêhevsengiyê dibînî. Ez ji bo nirxandina te ya li gor zanyariyên şênber, te rexne nakim. Lê belê dema min çîroka xwe ya rastîn ji te re got, tê bi çaveke din li bûyeran binêrî. Ez ji malbateke kevin ya şiîyan im. Her wextî ji min re hat gotin, ku îsmaîlî mezhebeke jirêderketî ye. Heta ku rojekî ez liqayê derwêşekî bûm… Bi min re ket niqaşê û baweriya min sist kir. Dema ji tirsa, ez ê teslime baweriya wî bibim, min biryara nexaftinê da, lê ez nexweş ketim. Nexweşiya min ewqas giran bû ku, min di digot; işê min qeda. Min got, hikmetek vê de heye, işaretek ji Xwedê. Min sond xwar, ez ji vê nexweşyê bifelitim, ez ê herim ser meshebê îsmaîlî. Roja din ez baş bûbûm. Nava mala me de, ti kesi bawer nedikir, ez evqas zû baş bibim û başbûna min fêhm jî nekir in. Lê min, soza xwe anî cih û min sond xwar. Piştî du salan, peywirek dan min. Ez ê biçûma cem Nîzamulmûlk, di dîwana wî de cih bîbûma û min ê brayên xwe yên îsmîlê yê nava tengiyê de biparastan. Bi vî awayî ez ji Reyê ketim ser rê û gihatim İsfexanê. Rêwingitiyê de, li qonaxa Kaşanê, di karwansarayekî de ez kûr diponijiyam: “gelo ez ê çawa xwe bigihijînim Nîzam?” min hew dît, derî vebû. Tu bêjî, kê hat hundur? Xeyam! Xeyamê Mezin, Xwedê ew ji min re rêkiribû.

            Emer ecêpmayîbû:

            -Ser re jî Nîzamûlmûlk ji min, pirsa ka ji meshebê îsmîlîye yan na, kir û min jî got “ez nebawer im!”

            -Te vir nekiriye, te nizaniya! Lê tu niho dizanî.

            Hesen sekini, paşê:

            -Ma te ez vexwendim xwarinê? got.

            Emer derî vekir, deng li qerwaşê kir, jê re got; xwarinê bîne û paşê pirsen xwe domandin:

            -Vaye heft salin, tu di vê temtêla sofiyan de digerî?

            -Ez zehf geriyam. Dema ez ji İsfexanê derketîm, zelamên Nîzam yên dixwestin min bikujin, ez dişopandim. Li Qomê ez ji wan xelas bûm, hevalên min ez veşartim. Ez paşê ketim ser riya Reyê. Li wê derê, îsmaîlîyekî li Misrê medreseyekî de xwendibû û şireta xwendina li wê medreseyê li min kir. Ji beriya wê, hêca ez neçûyîm Şamê, ez çûm Azerbaycanê. Min niyetbû, ez rêkurtkê herim Misrê, lê li dora Qutsê navbera tirkan û Mexrîbîyan de şer hebû. Ji ber wê, ez di keviya deryayê de çûm. Ez mecbur bûm Bêrûd, Sayda, Tîr û Aqrayê re biborim. Ez li wê derê li keştiyekê siwarbûm û gihatim Îskenderiyeyê. Ez li wê derê bi lijneyeke di bin serokatiya Ebû Dawûd de hatim pêşwazîkirin.

Qerwaş hate hundur, çend firax danîn erde. Hesen bizarê duayê kir, dema qerwaş derket axaftina xwe domand:

-Ez du salan mam li Qahîreyê. Em li medresê birek zelam bûn, lê ji me çend kes tene hêjayî karê derve yê Welatê Fatimiyan hatibûn dîtin. Hesen nexwest bikevê nava hûrgilîyên zede, lê ji çavkaniyên cûda dihate zanîn ku ders li du cihan dihatin dayîn. Dersên rêbazên dîn, di Medreseya El-Ezherê de, ji aliye aliman ve, şêwaz û rêbaza bilavkirina wan jî li qesra xelîfe dihat dayîn. Di Qesra Fatimiyan de derwêş, ji kesên giring bûn. Serekê wan, feqehê xwe fêrî metodên danbawerkirina mirovan, hunera pêşvebirina ramanê dikirin. Dîsa didan hînkirin ku, ka yê çiqas xîtabî mantiqê mirovan bikin, diviya welê xîtabê hest û dilê wan jî bikin. Ragihandina nav xwe de, ka yê kijan şîfreyên xef bên bikaranîn jî… Xilaseka her dersî de, feqehan li ber serek çok dida, wî jî fetwayek destnîşana Îmamî li ser, li ser serê wan re diborand. Soxînê, derseke kurttir despê dikir, lê ew ders bi tenê didan jinan.

Hesen got:

-Zanyariya ji min re lazim, min hemû li Misrê girt.

Xeyam:

-Te ji min re negotibû, dema ez bûyîm hivdeh salî min her tişt dizaniya?

-Heta hivdeh salî min zanyarî da hev. paşê ez fêrî baweriyê bûm. Li Qahîreyê ez hînî danbawerkirinê bûm.

-Nexwe, kesê te bivê, tu li wan bidî bawerkirin, tu çi ji wan re dibêjî?

-Ez ji wan re dibêjim: heke melayek ê hewe yê we fêrî dîn bike tinebe, dîn kêrî tiştekî nayê. Dema em dibêjin: “Ji Allah pêştir xwedan tine” em pişt re dibêjin: “Mihemed qazidê wî ye” Ji bo çi? Ji lew re dema em dibêjin bi tene yek xwudan heye û ger em çavkaniya vê  zanyariyê nişan nedin û anko ger ew kesên ev zanyarî dayî me, em navê wî nedin, gotina me bê wate dimîne. Lê ew zelam, ew, qazit, ew pêxember, ji mêj ve miriye. Em ê ji kû bizanibin ew kes jiyaye û wek çawa ji me re tê gotin, axiviye? Min jî weke te Eflatûn û Arîsto xwend, ez dibêjim delil lazime delil.

-Delila çi? Di vê mesele de, bi rastî dibê ku delil hebin?

-Ji bo we sinûyan jxwe delî tine. Hûn bawerdikin ku Muhammed, ti mîratxwer nehiştine, Misilman hiştine bi hêviya kesên herî xurt an jî herî fêlbaz ve û bi tenê û serê xwe. Lê em bawer in ku Resûl, miratxwerek, kesek razên wî dizanê, peyrewek li pey xwe hiştiye: Ew jî Îmamê Elî yê pismamê wî, zavayê wî, heta weke brayê wî ye. Alî jî, peyrewek nişan da. Silsileya îmamên heq, bi vî awayî çêbû. Bi zîncireya wan, peyambertiya Muhamed û delîla hebûna Xwedanê Yek gihaşt heta roja me ya îro.

-Bi tevî hemû gotinên te,  ji wan şiîyên din çi ferqa we heye? Min fêhm nekir.

-Navbera baweriya min û ya malbata min de, gelek cudahî heye. Di baweriya wan de, heta îmamê xef yê ku edaletê bînê ser rûyê dine û Bawermendê rastîn xelat bikê werê; divê em zilm û serdestiya neyarên xwe bi sebir tehemûl bikin. Wan, em hînî vê kirin, lê ez di wê baweriyê deme ku, ji niha ve ji bo îmamê me “derkevê holê” divê em bi her rê û awayî amadebaşiya wî bikin û hawir hazir bibe. Ez Pêşengek im ku, ji bo dinya bikevê rewşa qebûlkirina Îmamê hemû deman û dinyayê sererast bikim hatime şandin. Te dizaniya ku pêxember behsa min kiriye?

-Behsa te? Yê ji bajarê Qomê, Hesenê kurê Elî yê Sebbahî?

-Ma negotibû: “Yê zelamek ji Qomê derkevê, yê bangewaziya rêya rast li mirovan bike, yê zelaman li dora xwe bidê hev, yê ti ba û bahoz nikaribe wan belav bik, yê ji şerî nekerixin, yê lewaziyê nişan nedin û yê ji Xwedê quwetê bistînin.”?

-Min tiştek halê sehnekiriye, hâlbuki min hedîsên wî xwendibûn.

-Te kijan dîtîn, te ew xwendine. Di destê şiîyan de hedîsên din hene.

-Û behsa te dikin, ne welê?

-Hêviyê be, tu yê bibînî.

_________________________

(*)Mabeyîncî: Wê serdemê de peywirdareke qesrê. Weke wezîrê derve û hundirîn.

*Navê vê beşê metna orjînal de: “paradis des Assassins”, ango “Biheşta Xwînrêjan” e. Lê sala 1090’an de, rêxistina ji aliyê Hesen Sabah ve hatî avakirin, ji ber ku mensûbên wê haşhaş dikişandin Ji wan re digotin haşhaşîn(haşhaşî) ev peyv, bingeha gotina assassîns(canî) ya Fransî ye. Ji ber mijarê, me şûna canî, gotina haşhaşî mûnasiptir dît. (Wergerkarê tirkî) Me jî “Biheşta Veşartî” mûnasib dît. (K.S.)

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply